Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye

  • rojane
  • 09:26 23 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Ozcan Sarioglû yê OHD'yî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pergaleke îşkenceyê ya 24 salan e û got kuCPT'yê bi daxuyaniya xwe piştrast kiriye ku ev tecrîdeke navdewletî ye. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin, ji 25'ê adara 2021'ê û vir ve xeber nayê girtin. Serlêdanên malbata Abdullah Ocalan û parêzerên wî yên ji bo hevdîtinê bi hincetên “cezayên dîsîplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî di 3'yê Cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye, lê têkildarî vê serdana xwe tu daxuyanî nedabû.
 
Sekreterê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê Ozcan Sarioglû, polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, cezayên dîsîplînê û serdana CPT'yê ya Îmraliyê nirxandin. 
 
Sarioglû diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li bara civakê bûye sedema fikaran û got ku astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji xeynî binpêkirina hiqûqê, li qada neteweyî û navneteweyî îşkence ye. Sarioglû wiha got: “Mafê mirov e ku di 24 saetên binçavkirinê de jî hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerê xwe re bike. Desteserkirina mafên birêz Abdullah Ocalan, tê wateya îşkenceyeke sîstematîk.”
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCE YE'
 
Bi domdarî Sarioglû destnîşan kir ku Tirkiye li gelek deverên Kurdistanê şer dimeşîne û got ku şerê tê meşandin jî ne derî tecrîdê ye û bi vî lerî deriyê aştiyê tê astengkirin. Sarioglû, anî ziman ku ji bo aştiyê pêwîst e hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin û ev tişt anî ziman: "Dewlet şer gur dike û hemû rêyên diyalogê digire. Ji ber vê yekê tecrîd tê pêkanîn. A rast armanca tiştên ku nêzî 2 sal in tên kirin, girtina rêyên diyalogê û gurkirina şer e." 
 
LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?
 
Sarioglû bibîr xist ku berê jî hevdîtin bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" hatine qedexekirin û got ku niha jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hevdîtin tên astengkirin. Sarioglû, wiha domand: “Ji xeynî rewşên awarte, hevdîtina parêzer û muwekîl nayê astengkirin. Birêz Abdullah Ocalan 24 sal in girtiye. 24 sal in em bi van astengiyan re rû bi rû ne. Ev 2 sal in jî nikare bi tu kesî re hevdîtinê bike. Tu hêleke hiqûqî ya van astengkirinan tune ye. Niha em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime."
 
Di berdewamê de Sarioglû destnîşan kir ku cezayên disiplînê yên li Ocalan hatine birîn ne hiqûqî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku em nikarin agahiyekê hundir bigirin. Her cara ku  ji bo van biryaran îtiraz tê kirin, cezayekî dîsîplînê yê nû tê derpêşkirin. Tu mantiqeke vê tune ye ku li ser hev cezayê dîsîplînê li girtiyekî bê birîn. Yanî sirf ji bo kiraseke hiqûqî ji bo vê bifesilînin, wiha dikin. Her kes dizane ku ev biryar li dijî hiqûqê ne û biryarine siyasî ne." 
 
‘GEL DOZA HEVDÎTINÊ DIKE'
 
Sarioglû destnîşan kir ku pêşîgirtina li ber hevdîtinan di serî de gelê kurd, dibe cihê fikarên mezin li bara hemû derdorên hestiyar û aştîxwaz û wiha got: “Me di meşa Gemlîkê de dît. Dîsa dewletê hewl da pêşî li girseya gel ên ku ji Kurdistan û Tirkiyeyê meşiyan bigire. Gel dixwaze parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Dixwazin ew helwest û fikra xwe ya ji bo van polîtîkayên şer bi raya giştî re parve bike." 
 
TECRÎDEKE NAVDEWLETÎ
 
Sarioglû bal kişand ser serdana CPT'yê jî. Sarioglû bilêv kir ku ev hevdîtin di demeke ku fikarên raya giştî pir zêde bûne de hatiye kirin û wiha got: "Serdana CPT'yê tê vê wateyê: bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin, nexwe dijî. Têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, rewşa girtiyên din tu tişt nehat gotin. CPT saziyeke hiqûqî ya navneteweyî ye. Nedayîna daxuyaniyê piştrast dike ku ev tecrîd bi salan e bi komployeke navdewletî pêk tê. Ev tenê ne gotinek e, rastiyek e şilfîtazî ye." 
 
Sarioglû destnîşan kir ku Ocalan her tim ji bo aştiyê gavina davêje û got ku bi daxuyaniyekê dikare van polîtîkayên şer ên tirsnak veguherîne rêya diyalogê. Sarioglû bilêv kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdê gel divê bi hev re deng derxin û bitêkoşin. 
 
MA / Delal Akyuz
 
 
 
 

Sernavên din

29/10/2022
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin