Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bang li heyetên serbixwe kir ku çekên kîmyewî yên Tirkiye bikar tîne lêkolîn bike û got: “Teqez divê heyetên serbixwe lêkolîn bikin û pêwîste rastî çi be derbixin holê.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê li navenda partiya xwe bi hevserokên bajaran re yên HDP’ê re civiya. Sancar beriya civînê derbarê geşedanên di rojevê de axivî. 
 
Sancar bi kurmancî hevserokên bajaran silav kir û dest bi axaftina xwe kir. 
 
Sancar bal kişand ser rojeva hilbijartinê û got: “Hilbijartin di rojevê de û ev yek gelek grîng e. Hilbijartinek jiyanî û krîtîk e. Divê em xwe bi her awayî ji bo hilbijartinê bi hêz û amade bikin. Divê em bi xebatên hilbijartinêr e têkoşîna xwe ya civakî jî bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe berbelavî her kolan û deverê bikin.” 
 
Sancar bal kişand ser polîtîkayên şer û yekperestiyê yên îktidara AKP-MHP’ê û destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayêwn şer xeta xwe ya azadîxwaz, demokrasî, aştî û kedê biparêzin û li ber polîtîkayên şer û dijminane rabin. 
 
‘LI SER NIFÛSA KURDAN NIJADPERESTIYÊ DIKIN’ 
 
Sancar bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên derbarê hejmara zarokan de û got: “Bi salane li dijî nifûsa kurdan polîtîkaya nijadperestiyê û asîmîlasyonê û înkarê heye. Gotinên Erdogan jî berdewama polîtîkaya nijadperest e.” 
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWΠ
 
Sancar bal kişand ser yek mijarên girîng ên di rojevê de ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî qadên gerîlayan e û derbarê vê yekê de wiha axivî: “Di heman demê de, di nîqaşeke din de encamên xirab ên kuneya reş a ji ber polîtîkayên şer hatine afirandin jî di rojevê de ye. Ev îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ne. Nûçe û îdiayên girîng hene. Ev îdia bi ravekirinên derew û tehdîdan nayên pûçkirin. Divê ev ji aliyê heyetên serbixwe ve bên lêkolînkirin û rastiya vê mijarê derkeve holê. Heke ev jî bên nixumandin û rneyê onîkirin, wê polîtîkayên şer ên li vî welatî kûrtir bibin, birînên civakî mezin bibin, fermana îstîsmarê wê zêdetir bibe. Ji bo guhertina vê pergalê yek ji girîngtirîn rêyên têkoşînê jî lêgerîna heqîqetê ye. Ji ber van hemûyan em bi israr doza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dikin da ku gelên Tirkiyeyê ji van aloziyan rizgar bikin. Rêya çareseriya demokratîk bi muzakere û diyalogê ye pêkan e.” 
 
SERLÊDANA ÎMRALIYÊ 
 
Sancar têkildarî serlêdana xwe û hevseroka xwe Pervîn Bûldan a bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî rawestiya û wiha got: “Diyalog û muzakere rêbaza herî rast a çareseriyê ye ku li ser zemîna siyasetê kar dike. Heke em bigihêjin vê, em ê karibin welat ji vê belayê rizgar bikin. Me gelek caran anî ziman ku em weke HDP’ê amade ne ku di her qadê de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em têkoşîna xwe û polîtîkayên xwe li gorî vê armancê diyar dikin. Herî dawî bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re me daxwaza serdana vekirî û hevdîtina bi Îmraliyê re kir. Daxwaza me vekirî ye hevalno, em di wê baweriyê de ne ku civîneke wiha ku rê li ber aştî û çareseriyê veke, di warê rawestandina polîtîkayên şer de xwedî girîngiyeke mezin e. Sedemeke din a vê daxwazê heye. Hikûmet dixwaze li ser Îmraliyê manîpulasyonên cuda bike. Em jî dibînin ku ev manîpulasyon di derdorên cuda de çerxa spekulasyonê diafirînin.
 
BANGA ÎMRALIYÊ LI MUXALEFETÊ KIR 
 
HDP partiyeke ku li ser esasê polîtîkaya şefaf pêk tê. Em dibêjin rêya sereke ya pêşîgirtina li van hemû manîpulasyon û spekulasyonan rakirina tecrîdê ye. Ji bilî vê ev yek pêwîstiya hiqûqa gerdûnî û navxweyî ye. Ji bo rê li ber her cure manîpulasyon û spekulasyonan bê girtin di vê heyamê de ji bo rê li ber çareserî û aştiyê bê vekirin me daxwaza vê hevdîtinê dikin. Niha em li benda bersiva Wezareta Dadê ne. Tê bîra we, çend hefte berê me gotibû ji bo hemû aliyên muxalefetê rêya herî baş ew e ku şandeyan ava bikin û daxwaza hevdîtinê li Îmraliyê bikin. Me ev daxwaz din av xwe de nîqaş kir û veguherand vê serlêdanê. Li dijî polîtîkayên şer vekirina rêya aştî û çareseriyê deynê stûyê HDP’ê ye.” 
 
SANCAR HELBESTEK CEGERXWÎN XWEND 
 
Sancar di dawiya axaftina xwe de hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn di salvegera koça wî ya dawî ya 38’emîn de bi bîr anî û got Cegerxwîn remza têkoşîna azadî û aştiyê bû. 
 
Sancar got ew dixwaze çend risteyan ji helbestek Cegerxwîn parve bike
 
Risteyên ku Sancar xwend wiha ne: 
 
"Bi çepik û lûlandin
Bi devken û xweditî 
Hemû bijên bi hev re 
Bijî bijî yekitî”
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/10/2022
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin