Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê

  • rojane
  • 09:59 22 Cotmeh 2022
  • |
AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku Serokkomarê AKP’yî Erdogan ji bo xapandin û dijminatiya kurdan tê Amedê û got: “Tiştek ku Erdogan bide kurdan nemaye. Li aliyekî zimanê kurdan înkar dike û çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar tîne li aliyekî jî tê Amedê. Divê berî her tiştî hesab bide kurdan. ” 
 
Serokkamerê AKP’yî Tayyîp Erdogan sibê tê Amedê û dê li Qada Îstasyonê tev li “Merasîma Vekirina Komî” bibe. Erdogan di serdemek ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên PKK'ê di rojeva kurdan û cîhanê de ye, tê Amedê. Beriya hatina Erdogan li Amedê hemû û sazî dezgehên dewletê ketine nava xizmetê û lêgerîna dê xelkê çawa tev li mitîngê bikin. Midûrên saziyên dewletê ji zextan li ser personelan û xebatkaran dikin ku beşdarî mitîngê bikin û her wiha li dibistanan jî banga tevlibûna mitîngê li xwendekaran hatiye kirin. Ev yek ji niha ve nîşan dide ku dixwazin mitîngê girseyî bidin nîşandan. 
 
Welatiyên Amedê derbarê hatina Erdogan de nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin û nerazbûn nîşanî hatina wî dan. Welatiyan got: ‘‘Beriya çend rojan li Meclisê li ser zarokan dijminatiya kurdan dikir, niha jî tê Amedê. Çawa rûyê wî digire bê vir? Heta niha çi soza ku daye aniye cih? Divê ew beriya her tiştî hesab bide kurdan.” 
 
‘DIJMINITIYA KURDAN DIKE’ 
 
Adem Bayrak gotinên Erdogan ên li Meclisê têkildarî nifûsa kurdan bi bîr xist û got: “Ew gotinên wî jî diyar dikin ku kurdan temsîl nake û dijminatiya kurdan dike. Ji ber vê yeke tiştekê bide gelê Amedê tune ye. Pratîkên wî ji xwe li holê ne. Divê kes nece mitînga wî. Sedema hatina wî jî hilbijartina li pêşiya me ye. Dixwaze dengên kurdan bigire. Lê belê êdî kurdan serdema xapandinê derbas kirin e. Heke hinek jî rûmet bi kesekî re hebe divê gotinên wî dawiyê bîne bîra xwe û nece mitînga wî. Beşdariya mitînga wî şerma herî mezin e.” 
 
‘JI BILÎ XAPANDINÊ TIŞTEK NÎNE’ 
 
Mehmet Îhsan Atli jî wiha got: ‘‘Erdogan heya îro ji bilî xapandina kurdan çi kiriye? Divê êdî em bibin yek. Yê ku zimanê me  tune dihesibîne û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê bajarê me. Hatina wî xapandin e, divê em neyên xapandin.” 
 
‘WÊ HESAP BIDE KURDAN’
 
Bariş Sak derbarê hatina Erdogan a Amedê wiha axivî: ‘‘Ez naxwazim ew bê Amedê. Hatina wî ne jidil e. Beriya hatina xwe divê siyasetmedarên kurd berde. Dema dibe berjwendiyên hilbijartinê dibêje ‘kurd birayê min in’. Tiştek nû ku Erdogan bide kurdan nîne. Divê ew hesab bide kurdan.” 
 
‘TIŞTEK KU BIDE NÎNE’
 
Hilmî Gunay ê ku beriya niha bi çend salan dengê xwe daye Erdogan jî destnîşan kir ku ew poşman bûye ku dengê xwe daye Erdogan û wiha got: “Xwezî destê min bişekestiya. Aborî têk çûye. Nikarin dewletê bi rê ve bibin. Berê min digot wê hin tiştan bike. Lê niha qet baweriya min nemaye. Ew van kolanan bi zêran bixemilîne jî êz êdî deng nadime Erdogan. Tiştek ku bide me nîne.” 
 
‘WÊ JI BAJARÊN DIN XELKÊ BÎNIN’ 
 
Denîz Polat anî ziman ku Erdogan helbet ji bo serokkomariya xwe û berjewendiyên xwe tê Amedê û got: “Di axaftinên wî de samîmiyet nîne. Beriya niha bi 15 salan digot ‘pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Kurdistan heye’. Behsa çareseriyê dikir. Lê îro her tiştê me qedexe ye. Em bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê dixwazin. Ez îro nikarim bi zimanê dayika xwe biaxivim, ev encama polîtîkayên dewletê ye. Ez tev li mitînga wî nabim. Wê xelkê me yê Amedê jî tev li nebe. Yên ku tev li bibin jî wê ji bajarên mîna Xarpêt, Çewlig, Meletî û Rihayê bînin Amedê. Ast û rêjeya AKP’ê li vir diyar e.” 
 
‘EM TEV LI MITÎNGA YÊ ME NAS NEKE NABIN’ 
 
Fesîh Bayram jî bertek nîşanî hatina Erdogan da û destnîşan kir ku beriya hatina Erdogan hemû saziyên dewletê seferber dikin û ev hemû mesrefa zêde ye, li ser pereye xelkê kêfa xwe dikin. Bayram diyar kir ku lazim e xelkê Amedê tev li mitînga wî nebe û got: “Divê em neçin mitînga yên ku îradeya me nas nakin.” 
 
‘TU MANEYA HATINA WÎ NÎNE’ 
 
Mustafa Gunay jî da zanîn ku yekî ku îradeya gelê Amedênas neke, tu maneya hatina wî ya Amedê nîne û wiha got: “Îradeya me di zindanê de ye. Ha îradeya min di girtîgehê de ye, ha ez di girîgehê de me, tu ferq nîne. Ew bi zext û zordariyê bi kurdan nikare. Ew çiqas êrişî kurdan bike wê kurd ewqas xurt bibin. Herî dawî gotinên wî yên li ser zarokên kurdan, dijminatiya gelê kurd nîşan dide. Em ê tev li mitînga wî nebin.” 
 
 

Sernavên din

27/10/2022
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin