Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin

  • rojane
  • 14:16 21 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî got; “Hêzên me yên çekdar heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar ne anîne.” Lê belê belge û nûveyên salên berê îdiayên Erdogan diderewînin. 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di vegera serdana xwe ya li Azerbaycanê di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan bi gotinên “Zarok pir girîng in û em ji Xwedê bixwazin. Her PKK’iyekî 5, 10, 15 zarok hene.” bi vekirî dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan dabû. Li ser pirsa; “Gelo we li vir qala kurdan dikir?” jî Erdogan wiha got: “Ez her carê bi vekirî dibêjim ku herî kêm 3 zarokan çêbikin. Ez vê polîtîkayê bi veşarî nakim. Tişta ku li wir qala wê dikim vekirî ye lê ew îstîsmar dikin.” 
 
ÎDIAYA ERDOGAN
 
Di heman demê de bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji Erdogan hat pirsîn. Erdogan, îdia kir artêşa tirk heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar neanîne. Bi domdarî Erdogan kesên qala bikaranîna çekên kîmyewî dikin jî bi van gotinan hedef nîşan da: “Hevalên me derheqê van kesan de demildest doz vekirin û em ê teqez dev ji wan bernedin. Em ê dozên tazmînatê yên giran li wan vekin û bi ser wan de biçin.”
 
Erdogan, bi domdarî îdiayên sosret ên wiha kir: “Hêzên me yên ewlekariyê heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar ne anîne. Em hemû gavên xwe di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de diavêjin.” 
 
DÎROKA KOMARÊ YA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Lê belê ji demên berê ve gelek belge hatine bidestxistin ku gotinên Erdogan yek bi yek diderewînin. Tirkiyeyê di dîrokê de gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn û ji ber vê yekê jî bû rojev. Di Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an de bi dehhezaran kes bi komî hatin qetilkirin û dewleta tirk di vê komkujiyê de çekên kîmyewî bi kar anîn. Bi vê yekê re peymana ku mohr kiribû jî binpê kir. Di demên piştre de gelek şahid û belge derketin û bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kirin. 
 
BÊZAR, BILIKA, ÇELÊ...
 
Dewleta tirk, piştî Komkujiya Dêrsimê jî dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berneda. Di 17’ê gulana sala 1994’an de li Çiyayê Bêzar ê Semsûrê çekên kîmyewî bi kar anî û di nav de 22 jê xwendekarên fêrgehê, bi giştî 28 kes qetil kir. Di sala 1999’an de li nêzî gundê Bilika yê Şirnexê xazên kîmyewî bi kar anî û 20 gerîlayên PKK’ê qetil kir. Di encama lêkolînên li laboratuareke li Almanyayê aşkera bû ku xazên kîmyewî hatine bikaranîn. Di sala 2009’an de jî li navçeya Çelê ya Colemêrgê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di encamê de 8 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
GELIYÊ TIYARÊ
 
Di sala 2011’an de dewleta tirk li Çelê careke din çekên kîmyewî bi kar anîn. Di navbera 22-24’ê cotmeha 2011’an de Geliyê Tiyarê hat bombebarankirin û di encama bombebaranê de 36 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Şandeyên netewî û navneteweyî yên çûn cihê bûyerê, parçeyên cenazeyan ên şewitîn dîtin. Di encama nûveyan de aşkera bû ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Tevî vê yekê jî ev nûveye ji hêla lijneyên serbixwe ve nehatin vekolandin. 
 
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
 
Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, di dema êrişên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek caran çekên qedexekirî bi kar anîn. Di êrişa dagirkeriyê ya sala 2018’an de dewleta tirk û komên paramîlîter li gundekî Efrînê çekên kîmyewî bi kar anîn û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di êrişa 9’ê cotmeha 2019’an a li dijî Serêkaniyê de jî dewleta tirk û komên paramîlîter dîsa çekên kîmyewî bi kar anîn û dîmenên êrişê hatin parvekirin. Rêveberiya Xweser bûyer ragihand û bi vê yekê kete rojeva raya giştî ya navneteweyî. Di êrişa bi bombeya fosforê ya li dijî Serêkaniyê de laşê zarokê 13 salî Mihemed Hemîd şewitibû. Wêneyên Hemîd, hema hema ji hêla tevahiya çapemeniya cîhanê ve hat parvekirin.  
 
GARÊ, ZAP, AVAŞÎN, METÎNA
 
Dewleta tirk, di sala 2018’an de li dijî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê dest bi êrişê kir û ji wê rojê heta niha her tim bi mijara bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de ye. Di navbera 10-14’ê cotmeha 2021’an de li dijî Garê bi navê “operasyona rizgarkirinê” da destpêkirin. Di dema operasyonê de alavên hatin bidestxistin nîşan da ku artêşa tirk di dema êrişê de çekên kîmyewî bi kar anîne. HPG’ê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û xwestibû ku şandeyeke serbixwe li herêmê lêkolînan bike. 
 
2 HEZAR Û 467 CARAN HATIN BIKARANÎN
 
Dewleta tirk, di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir. Êrişên dewleta tirk ev 6 meh in didome û ji destpêka êrişan heta niha bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de ye. HPG’ê, bîlançoya şer û pevçûnan a 6 mehan parve kir û da zanîn ku dewleta tirk di 6 mehan de zêdetirî 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku dewleta tirk di êrişan de bombeyên taktîk nukleer, termobarîk û fosforê bi kar tîne. HPG’ê, destnîşan kir ku di mehên tebax, îlon û cotmehê di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk de li herêma Zapê yên Şikefta Birîndaran 9, li Girê Karker 5 û li Werxelê ya Avaşînê jî 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. 
 
DEWLETA TIRK HER TIM DEREWAND
 
Dewleta tirk gelemperî li hemberî bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng ma. Li gel ku di êrişên Geliyê Tiyarê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belge û dîmen hatin parvekirin jî, dewleta tirk bikaranîna çekan derewand. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li Herêma Federal a Kurdistanê jî heta niha tu daxuyanî nedane.  
 
NÛWEYÊN XAZÊN KÎMYEWÎ DI RAPORAN DE CIH GIRTIN
 
Wezareta Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyeyê piştî êrişa bi çekên kîmyewî ya li Geliyê Tiyarê gotibû; “Di nava envanterên me de çekên kîmyewî tune ne.” Lê belê di 6’ê kanûna 2004’an de rapora “Lêkolînên Welatan ên Sunshine Project -No. 3 Lêkolîneke li ser Lêgerînên Têkildarî Çekên Biyolojîk û Biyokîmya” hat weşandin. Di raporê de gotinên artêşa tirk hatin derewandin û gelek agahî û belge derketin holê.
 

Sernavên din

27/10/2022
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin