Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin

  • rojane
  • 11:14 21 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî diyar kir ku li dijî kurdan plana qirkirinê di meriyetê de ye û wiha got: “Tişta ku nekarîbûn bi komployê bi dest bixin, niha hewl didin bi çekên kîmyewî bi ser bixin.” 
 
Êrişên dewleta tirk ku di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dabûn destpêkirin, 6 meh li pey xwe hiştin. Li gorî daxuyaniyan, dewleta tirk di van şeş mehan de zêdetirî 2 hezar û 476 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Her wiha hat destnîşankirin ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî de 44 gerîlayên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. 
 
QIRKIRINA GELÊ KURD Û DAGIRKIRINA KURDISTANÊ 
 
Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê yê Herêma Federal a Kurdistanê û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve da. Berwarî, diyar kir ku mebesta ji êrişan qirkirina gelê kurd e û wiha got: “Li tevahiya cîhanê bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Şer, li gorî qanûn û exlaqê ji hêla qada navneteweyî ve hatiye destnîşankirin tên kirin. Lê belê li Kurdistanê bê qeyde, bêexlaqî û bi bêwijdanî tê kirin. Bi şerê heyî re dixwazin kurdan qir bikin û Kurdistanê dagir bikin. Bi vê yekê re dixwazin destkeftiyên hemû welatparêzên kurd tune bikin.” 
 
ALÎKARIYA PDK Û NATO’YÊ 
 
Bi domdarî Berwarî destnîşan kir ku dewleta tirk nikare bi tena serê xwe şerê heyî bidomîne û ev nirxandin kir: “NATO, piştgiyê dide Tirkiyeyê. NATO, xwe weke saziyeke demokrat û aştîxwaz nîşan dide lê belê hevkariya hewldana qirkirina kurdan a dewleta tirk dike. Li gel NATO’yê, her wiha PDK û başûrê Kurdistanê jî piştgiriya madî û manewî dide Tirkiyeyê. Başûrê Kurdistanê êdî bûye navenda Tirkiyeyê. Dewleta tirk bi rehetî balafirên xwe lê difirîne û her gava ku dixwaze diavêje. Girtina rêyên gerîlayan û pêşîlêgirtina gihandina alîkariyên pêwîst ji xwe tê wateya ragihandina şer û cihgirtina li rex Tirkiyeyê ye.”
 
‘BERXWEDANA ÎMRALIYÊ BÛ VÎNA GELÊ KURD’
 
Di berdewamê de Berwarî bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo dîlgirtina Ocalan, planeke stratejîk çêkirin. Lê belê Ocalan bi felsefe û baweriya xwe ev komplo pûç kir. Bi pûçkirina vê komployê re êdî serî li rê û rêbazên cuda dan. Dema em lê dinihêrin, dibînin ku Tirkiyeyê di nava 6 mehan de 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Ev yek nîşan dide ku plana qirkirina gelê kurd hêjta didome. Rêya pûçkirina vê plana qirkirinê, bi têkoşîna kurdên azadîxwaz pêkan e. Heke tevahiya gelê kurd piştgiriyê bide, ev plan dê were pûçkirin.” 
 
FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
 
Berwarî, daxuyand ku netewe dewlet û dewletên bi pergalên berê yên li Rojhilata navîn roj bi roj hildiweşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirovahî, îro hewcehî bi felsefeya federalîzma demokratîk a Ocalan dibîne. Bi ser komployê re 24 sal derbas bûn lê di nava van salan de têkoşîna gelê kurd û yên gelên Rojhilata Navîn mezintir bûn. Ji Efrîqayê ta Îran, Sûriye û Iraqê, zîhniyetên 100 sal berê yek bi yek hildiweşin. Tu rêyeke xelasiyê di destê van dewletan de nîne. Ji bo ku ev dewlet ne hilweşin jî êrişî fikrên Ocalan dikin. Tişta ku nekarîn bi komployê bi ser bixin, niha hewl didin bi bikaranîna çekên kîmyewî pêk bînin. Têkoşîn û berxwedana ku Ocalan ev 24 sal in li Îmraliyê raber dike, ji b her kurdekî azadîxwaz bûye vîne û ev yek jî Tirkiyeyê zêde dide zorê. Tirkiye, ketiye nava çiravekî wisa ku li dijî kurdên azadîxwaz her cureyên êrişê rewa dibîne.” 
 
‘BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DÊ DI NAVA SAETAN DE TUNE BIBE’ 
 
Kamûran Berwarî, got ku serdema heyî ji bo gelê kurd qonaxeke girîng e û ev tişt anî ziman: “Hewceye gelê kurd li dijî plana qirkirinê bi awayekî stratejîk, bi pêngavên teknîk û bi aqileke nû nêz bibin. Divê bi taybet jî kurdên xayîn ên li nava refên dijmin cih digirin vê yekê baş bizanin; heke tevgera azadiyê ya kurd li Kurdistanê tune bibe, dê başûrê Kurdistanê di nava çendek saetan de tune bibe. Lewma jî divê kurd siyaseta xwe ne ji bo 10-15 rojan bimeşînin. Hewceye kurd ji bo azadiya Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha li dijî qirkirina tê xwestin li dijî gelê kurd bê kirin û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, divê kurd bi Îsraîl, Ingilistan, Fransa, Almanya, Hollanda, Belçîka û hewd. Re peywendiyan deynin. Divê ev mijar bi wan re bê nîqaşkirin.” 
 
‘HEKE NATO Û DYA NEBE TIRKIYE NIKARE YEK GAVÊ BIAVÊJE’
 
Bi domdarî Berwarî da zanîn ku heke ji NATO û Amerîkayê nebe, Tirkiye xwedî hêzeke wisa nîne ku bikare di plana qirkirina kurdan de yek gavê jî biavêje û wiha derbirî: “Ji bo vê jî divê ji ewil bi Pentagon, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Serokê Amerîkayê û bi Kongreya Amerîkayê re nîqaş bike. Li gel vê, divê gelên azadîxwaz, gelê kurd û hemû dostên gelê kurd dengê xwe li tevahiya cîhanê belav bikin. Heta dewletên serdest paşdegav diavêjin, divê gavên demokratîk bên avêtin.” 
 
‘DIVÊ PDK ÊDÎ PIŞTGIRIYÊ NEDE TIRKIYEYÊ’
 
Herî dawî jî Berwarî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û wiha bang li PDK’ê kir: “Hikûmeta Başûr ji her alî ve piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Di vî şerî de armanca PDK’ê ya ji hevkariya bi dewleta tirk re ew e ku desthilatdariya xwe bidomîne û serweta xwe biparêze. Êdî ew jî dizanin ku gel wan qebûl nake. Lewma jî dixwazin xwe têxin bin parastina Tirkiyeyê. Ev siyaseteke xelet e. Ji ber ku xizmetê ji gelê kurd re nake. Heke PDK bixwaze weke desthilatdar bimîne û 60 milyon gelê kurd ji wan razî be, divê alîkariya ku dide Tirkiyeyê bi dawî bike û li cem kurdên welatparêz cih bigire.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

27/10/2022
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan
10:30 ‘Dixwazin belavbûna nûçeyên rasteqîn asteng bikin’
10:15 Gulser Yildirim: Heke deriyê Îmraliyê bê vekirin dê ji wir destê aştiyê dirêj bibe
09:01 'Meseleya girtîgehan meseleya tevahiya civakê ye'
09:01 Çûna Ewropayê li ber dilê wan xweş dikin!
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:33 Li Zapê leşkerek din jî hat kuştin
08:23 Seroka TTB’ê Fîncanci sewqî edliyeyê hat kirin
26/10/2022
23:05 Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat binçavkirin
23:00 Fîncanci: Em ê bi têkoşînê ji heqê vê kampanyaya reşkirinê derkevin
21:57 Rojnamevan Aggoz bi şertê hepsa malê hat berdan
21:46 Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
20:36 Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
19:45 'Binçavkirina rojnamevanan delîla antîdemokratîkbûyîna 'qanûna sansurê' ye'
19:33 Evsen piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:28 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin
16:15 Li emniyetê îfadeya rojnameger Zemo Aggoz tê girtin
15:53 Girîngiya şanoya kurdî hat gotûbêjkirin
15:50 Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin
15:19 Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin
14:51 Rojnameger Altan behsa kêliyên îşkenceyê kir: Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe
14:40 Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
14:19 Bi darê zorê hewl dan wêneyê rojnameger Yurtsever di nava alaya tirkan de bikişînin
14:15 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin
14:14 Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn
14:13 7 rojnamevanên ku hatin binçavkirin anîn Enqereyê
14:08 ÎHD: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
14:06 TTB: Axaftinên Fîncanci ne sûc in
14:05 Şenyaşar: Ji bo ku dengê me neyên bihîstin rojnameger binçavkirin
13:52 Ji rojnamegerên welatên derve bertek: Hempîşeyên me berdin
13:39 Saziyên Mêrdînê piştgirî dan Nobeta Edaletê ya Amedê
13:23 ‘Rojnameger heqîqetê dinivîsin, em ê paşve gavê neavêjin’
12:28 Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
12:23 Dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di 1’ê Mijdarê de meşeke mezin bê lidarxistin
12:22 CPJ: Bila Tirkiye dest ji tacizkirina rojnamegerên kurd a bi sûcdariyên bêbingeh berde
12:12 Binçavkirina rojnamegeran: Dixwazin civakê bêdeng bikin
12:01 DFG û MKGP: Ne em bila desthilat bitirse
11:56 Turkdogan bal kişand ser qanûna bi hejmara 5564’an: Divê kesên kimyasal bikaranîne bên darizandin
11:41 Şewata li Çiyayê Amanosê hat kontrolkirin
11:37 Rojnameger Încî Aydin beraet kir
11:28 Li gundê Sorê ku di bin dorpêça leşkeran de ye zarokek hat derbkirin
11:16 Yuce: Heke dengê kurdan qut bikin dê sibe yê me jî bê qutkirin
11:15 Parêzer Temûr: Ji ber ku rojnamevanan serê xwe netewand operasyonek nû hat kirin
11:01 Parêzer dê li dijî îşkenceya li rojnamegeran hatiye kirin gilî bikin
10:37 Jinên girtî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:31 Wezareta Dadê ku bûdçeya wê hat zêdekirin dixwaze 20 girtîgehên nû veke
10:28 ‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze'
10:03 Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:28 Fîncanci ku hedef hatibû nîşandan hat binçavkirin
09:01 Nivîskar Karacabey: Desthilat hewl dide şûna çanda ku qedexe kiriye dagire
09:01 Dadgehê ji bo 11 milkên hatine firotin ji qeyûm parastin xwestiye
09:00 7 sal in bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digere
09:00 'Zilma li girtiyan tê kirin tenê ne pirsgirêka malbatên wan e'
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2022'YAN
25/10/2022
23:15 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
23:10 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstika 'Son Çagri' hat lîstin
20:59 Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:26 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
18:27 Raportorê PE'yê yê Tirkiyeyê Sanchez-Amor jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
17:56 Piştî 5 saetan pitika 45 rojî ya rojnamevan Aggozê birin cem wê
17:06 IPI: Divê hemû rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bên berdan
16:55 Rojnamevan Derya Ren hat girtin
16:36 Rojnamevanên li Amedê: Dixwazin me hemûyan bitirsînin
16:33 Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin