'Ker û lalîtiya cîhanê ya ji bo çekên kîmyewî nayê qebûlkirin'

  • rojane
  • 10:04 20 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - Amediyan bi tundî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk dan û wiha gotin: "Çekên ku li cîhanê hatine qedexekirin, çima gava li dijî kurdan tên bikaranîn kes deng ji xwe dernaxe? Divê her kes li dijî vê rabe."
 
Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Nîsanê de êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dike. Dewleta tirkî di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkî di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Amediyan bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk li dijî endamên HPG’ê bikaranîn dan. Amediyan bang li her kesî kir ku li ber sûcê li dijî mirovahiyê rabin. 
 
BÊDENGIYA CÎHANÊ!
 
Welatiya bi navê Evîn Balta bi bîr xist ku li cîhanê bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin û wiha got: "Lê çima dinya ji bo kurdan ker û kor û lal e. Ev tişt nayê qebûlkirin."
 
Baltayê rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Êdî Barzanî divê dest ji vê qirêjiya xwe berde û bes alikariya Erdogan bike. Berê çi anîne serê bavê wî, dê sibeh bînin serê wî jî. Bila dest ji îxanetê û dijminatiyê berde û bê ser rêya rast. Her roj cîgera me dişewite. Xwede ji wan re û yên îxanetkar re nehêle. Dinya li hemberê çekên kîmyewî radibe, lê çima dema mesele kurd bin, xwe lê bêdengiyê datîne? Ma kurd ne mirov in! Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ew ji bo gelê kurd çûne. Mirovên herî bi rûmet ev kes in. Êdî bila bes mirov bên kuştin. Bila aştî çêbibe. Bila kurd vê tirsa li ser xwe bavêjin û li hemberî vê zilmê rabin. Ma ev tirs hê heya kengî wiha bidome? Bi tirsê tu encam bi dest nakeve."
 
'KESÊN DIBÊJIN EM DEMOKRAT IN DIVÊ DENG DERXE'
 
Ji şêniyên bajêr Ramazan Bayrak jî destnîşan kir ku bikaranîna çekên mirovan bi tu awayî nayê qebûlkirin û got ku li ku derê dibe bila bibe her kes li ber rabe. Bayrak ji bo vê bang li raya kurdî û ya cîhanê kir û wiha got: "Di serî de divê DYE û dewletên Ewropayê deng derxînin. Çima dema mesele tê ser kurdan, deng ji xwe naînin? Min tu wate neda vê yekê? Li ku derê dibe bila bibe, dema çekên kîmyewî hatin bikaranîn divê li hember bê sekinandin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Lewma divê her kes, di serî de Amed û li Tirkiyeyê kesên dibêjin 'em sosyalîst û demokrat in' li hemberî vê bêdeng nemînin." 
 
‘SÛCÊ HERÎ MEZIN'
 
Kutbettîn Keskînkiliç jî bilêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji sûcekî pir mezin e û wiha bertek nîşan da: "Divê em li hemberî vê bibin yek. Dema li Îraqê çend kes bi çekan hatin kuştin dinyayê deng derxist, lê dema mesele tê ser kurdan her kes xwe li bêdengiyê datîne." 
 
Hîkmet Îpeklî jî bal kişand ser tahdeya li kurdan tê kirin û wiha got: "Ji ber ku kurd nabin yek em di vê rewşê de ne. Heya ku kurdên îxanetkar hebin rewş dê wiha be. Ev îxanetkar dibin asteng li ber serîrakirina kurdan. Divê ev îxanet ji holê rabe. Em azadiyê, aştiyê dixwazin."
 
Cemal Karabûlût jî wiha got: "Dewlet li ser kurdan polîtikayên cur bi cur pêk tîne. Li Kurdistanê çekên kimyewî bi kar tîne. Daristanên me şewitandin. Êdî çûcik jî nafirin. Ne li Kurdistanê, li ku derê dibe bila, kî çekên kîmyewî bi kar bîne Xwedê ji wan re nehêle. Kurd divê li hemberî vî şerî êdî bibin yek."
 
MA / Mehmet Guleş - Rûken Polat
 
 
 

Sernavên din

25/10/2022
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN
22/10/2022
23:10 Bi lîstika 'Bîrdank' bal kişandin ser çekên kîmyewî
20:33 Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir