Bavê Xemgîn ê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin

  • rojane
  • 09:03 20 Cotmeh 2022
  • |
ŞIRNEX - Mûrat Şen ku kurê wî Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) li herêma Zapê bi bi çekên kîmyewî hate qetilkirin, got: "Kî dibe bila bibe, ew kesê ku çekên kîmyewî bi kar tîne ne wijdan pê re heye ne jî exlaq. Çi li DMME'yê çi jî di qada navneteweyî de, em ê doza heqê zarokên xwe bikin." 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê nîsanê ve didomin. Di êrîşên ku bi piştgiriya PDK'ê pêk tên de, çekên ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatine qedexekirin tê bikaranîn. 
 
Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku dewleta tirk di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karker 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin. 
 
Ji endamên HPG'ê yên ku li Zapê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) bû. Bavê wî Mûrat Şen bertek nîşanî bikaranîna çekên kimyewî da û got ku ew ê li dijî vê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. 
 
'BÊEXLAQTÎ YE'
 
Mûrat Şen wiha axivî: "Ev rastiyeke kurd û Kurdistanê ye. Em bi wan serbilind in. Çimkî bi salan e zarokên gelê kurd bedelên giran didin. Ez bawerim ku her 17 jî bi rûkenî çûn. Wan ji me re rûkeniya xwe hişt û divê em jî bi rûken bin. Em jî soz didin ku em ê bi rûkenî bidomînin."
 
Bav Şen, destnîşan kir ku şerê ku dewleta tirk dike derveyî exlaqê ye û wiha domand: "Şerekî dijwar û bêexlaqî heye. Xemginiya herî mezin ew e ku ew 17 kes di encama bikaranîna çekên kimyewî de gihiştin şehadetê. Rast e, şerek heye û her kes jî wê li ber xwe bide. Lê di dinyayê de exlaqê şer heye. Ya ku herî me diêşîne ev şerê beexlaqî ye. Wekî bavekî hevrêyê wan, dixwazim tevahiya dinyayê li ser bikaranîna çekên kîmyewî bisekine. Herin cihê bûyerê lêkolîn bikin. Çima zarokê vî gelî bi çekên kîmyewî tên qetilkirin? 6 meh in dar û daristanên Kurdistanê hemû şewitandin. Û ciheke ku kîmyasal bi kar neanîne nehiştine. Lê mixabin îro cîhan bêdeng e. Ev bêdengî jî cesaretê dide kiryarên hovane. Kî dibe bila bibe ew kesê ku çekên kîmyewî bi kar tîne ne wijdan pê re heye ne jî exlaq. Dibe ku wekî serkeftineke nîşan bidin, lê bi salan e ev ciwan li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin." 
 
'PÊŞÎ LÊ BIGIRIN'
 
Şen, xwest ku hêzên navneteweyî çavê xwe vekin û biçin li herêmê lêkolînê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di qada navneteweyî de bikaranîna çekên kimyewî qedexe ye. Lê mixabin, her kesî çavê xwe lê girtiye û temaşe dike. Çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê li ser vê bisekinin. Çi li DMME'yê çi jî di qada navneteweyî de, em ê doza heqê zarokên xwe bikin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê nehêlin ku mafên wan winda bibin. Ez bawer im ku wê her malbat bi vê hestiyarîyê tevbigere. Divê êdî berjewendiyên hêzên cîhanê ne li ser canê ciwanên Kurdistanê bin. Pîçekî bi exlaq û mirovahî nêzî mijarê bibin. Ji başûr bi sedan telefonên sersaxiyê ji min re hatine."
 
BANG LI RAYA KURDÎ KIR: ÊN TÊN KUŞTIN ZAROKÊN VÊ AXÊ NE
 
Bav Şen di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya raya kurdî kir û got: "Lê bangawaziya min bi taybetî ji wan re ye. Ew zarokên me yên ku li wir tên kuştin zarokên wê axê ne, zarokên we ne. Ew axa ku tê jehrîkirin axa we ye. Ji Koyê bigire heta Silêmaniyê û ji wir heta Mûşê li her çar perçeyên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa heye. Ê ku li wir jiyana xwe ji dest didin, zarokên vê axê ne. Silêmanî ne dûrî Mûşê ye, Mûş ne dûrî Kobanê ye, Kobanê jî ne dûrî Şirnexê ye. Tu hêviya min ji dewletên navneteweyî nemaye. Ez bang dikim, bes vî şerê hov bidin meşandin. Bila bes zarok di vî şerê bêexlaqî de bên kuştin. Îro divê piştgirî ne tenê rojane be. Hêzeke bêexlaq ketiyê wê derê. Kes nizane kî ye. Pêşî lê bigirin." 
 

Sernavên din

25/10/2022
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN