Dîmenên li nexweşxaneyê bi awayekî organîzekirî hatin tunekirin!

  • rojane
  • 09:00 20 Cotmeh 2022
  • |
img
RIHA - Agahî û belgeyên di îdianameyê doza malbata Şenyaşarê de nîşan didin ku dîmenên kamerayên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi awayekî organîzekirî hatine dizîn. 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êriş biribûn ser kargeha malbata Şenyaşar. Di vê êrişê de birayên hev Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Di bûyerên li kargehê de, Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKP'î, bi guleyekê birîndar bûbû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê miribû. Piştî vê xizmên Yildiz ê AKP'î li nexweşxaneyê jî êrişên xwe yên li hemberî malbata Şenyaşar domandibûn û Hecî Esvet Şenyaşar ê ku ji bo kurên xwe yên birîndar Celal û Adil Şenyaşar hatibû nexweşxaneyê, li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşar hatibû lînckirin û qetilkirin. 
 
Piştî 4 sal û 4 mehan, îdianameya der barê dosyeya "nexweşxaneyê" di 16'ê cotmehê de hat amadekirin. Di îdianameyê de tişta berbiçav dîmenên kamerayên nexweşxaneyê ne ku hatibû derpêşkirin ku hatine dizîn. Ev îdiayên ku digotin dîmen hatine dizîn û di çapemeniyê de hatibûn belavkirin, bi îdianameyê re hatin belgekirin. Di îdianameya der barê komkujiya li nexweşxaneyê de, ji ber kuştina Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil Şenyaşar bi sûcê "kuştina bi qesdî, alîkariya ji bo hewldana kuştina bi qesdî" hatiye xwestin ku du caran cezayê muebedê li 14 kesan bê birîn û hatiye xwestin ku bi sûcê "binpêkirina mafê parêzbendiya kargehê, zirara li malê cemaweriyê, jiholêrakirina delîlên sûc û diziya eşyayên li avahiyê hatine parastin" bi giştî 15 sal li 5 bersûcan bê birîn. 
 
Agahî û belgeyên têkildarî diziya dîmenên kamerayên nexweşxaneyê yên di îdianameyê de jî nîşan didin ku dîmen bi awayekî organîzekirî hatine dizîn. 
 
‘SAETEKÊ DEM XWEST'
 
H.O.'yê di Şîrketa Elektrîkê ya BEDAŞ'ê de dixebite ku di çêkirina Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de xebitiye, wekî şahid hatiye guhdarkirin. H.O. di îfadeya xwe de ji bo dîmenên tê îdiakirin hatine dizîn diyar kiriye ku yêdeka pergala kamerayê tune bûye û gotiye ku ji ber ku yêdekkirin di şertnameya îhaleyê de tune bûye nehatiye çêkirin. H.O. diyar kiriye ku piştî bûyerê rayedarên midirûiyeta polîsan gazî wî kirine û gotiye ku li nexweşxaneyê bi qasî 400 serikên kamereyan jê kiriye û amûra qeydkirinê hatiye rakirin û bi tu awayî zirar nedaye pergala qeydkirin û amûrên DVR'yê bêyî bên parçekirin ji cih hatine derxistin. H.O. ji bo van amûrên hatine derxistin jî ev tişt gotine: "8 heb DVR, 3 heb Matrîks hatine birin. Her DVR'yek 10 kîlo ye û Matrîks jî li dor 15 kîloyan e. Anku eşyayên bi qasî 100 kîloyî di paceyê re hatine derxistin. Ev pergal bi awayekî profesyonel bi qasî saetekê ji cih tê derxistin û birin. Paşveanîna van dîmenan ne pêkan e." 
 
Xebatkarekî din ê bi navê K.K. ku ew jî di înşeata nexweşxaneyê de xebitiye, hema bibêje wekî H.O. îfade daye. 
 
‘400 KAMERA DI 15 DEQEYAN DE HATINE DIZÎN'
 
F.Ş. ku wekî ewlekarê taybet li nexweşxaneyê dixebite û berpirsê odeya serverên kamerayan bûye jî derpêş kiriye ku roja bûyerê saet di navbera 17.00-17.05'an de peywirdarên midûriyeta polîsan ji bo vekolandine dîmenên kamerayan gazî wî kirine û gava çûne odeyê dîtine ku camên odeyê şikandî bûne û dîmen hatine dizîn. 
 
Lê H.O. û K.K. jî diyar kiribûn ku ev pergala encax di saetekê de ji cih bê rakirin. Li kargehê bûyer saet di 15.55'an de dest pê kiribûn. Ên birîndar bûne jî saet di 16.22'yan de bi ambulansê sewqî nexweşxaneyê hatibûn kirin û ambulans saet di 16.30'yî de gihaştibû nexweşxaneyê. Xebatkarên nexweşxaneyê jî di îfadeyên xwe de gotibûn li nexweşxaneyê birîndar saet li dir 16.45-16.50'yî de bi êrişan re rû bi rû mane.
 
Li gor tiştên ku peywirdarê taybet ê nexweşxaneyê gotine, 400 serikên kamerayan di 15 deqeyan de hatine jêkirin. Lê li gor agahiyên teknîkeran ev kar bi awayekî profesyonelî bê kirin, dê di saetekê de bê kirin. 
 
Hatiye diyarkirin ku gumanbar Saîm Yildiz, Mahmût Yildiz, Şerîf Dûrmaz, Muslum Yildiz û Îbrahîm Halîl Şîmşek ku bi diziya dîmenan tên sûcdarkirin, çendî gotibûn roja bûyer ew li cihekî din bûne jî, lê bi qeydên HTS'ê hatiye tespîtkirin ku ew li wir bûne û bi veşartina delîlên sûcî, tunekirin û guherandina wan sûc kirine. 
 
Her wiha hatiye îdiakirin ku kameraya midûriyeta polîsan a li baxçeyê nexweşxaneyê mêze dike jî roja bûyerê xerabe bûye û ji bo dîmenên kamera TOMA'yê jî hatiye gotin ku ne zelal in. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

25/10/2022
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN