Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kirin

  • rojane
  • 19:21 19 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê şermezar kirin, bang li saziyên navneteweyî kirin ku xwe li bêdengiyê daneynin. 
 
Bertekên li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Feder didomin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûroyeyê li dijî vê daketin qadan û bang li rayedaran kirin ku demildest li hemberî vê rabin. 
 
Meclîsên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê bi daxuyaniyên cuda bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên ku Tirkiye dike şermezar kirin. 
 
HESEKÊ
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê li pêş navneda xwe daxuyaniyek da. Endama meclîsê Aya Keleş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em van karên terorê yên ku dewleta Tirkî ya faşîst li dijî şoreşgerên li çiyayên Kurdistanê pêk tîne, şeremzar dikin. Ev êriş îradeya gelên herêmê hedef digirin, ji ber ku gerîla zarokên van gelan in.”
 
Her wiha bêdengiya navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî hat şermezarkirin.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî çalakiyeke protestoyî li dar xist. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî beşdar bûn. Di çalakiyê de hevseroka meclîsê Culnar Salih heman daxuyaniya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê xwend.
 
Heman daxuyanî li navçeya Dirbêsiyê jî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Salim Salim ve hat xwendin.
 
TIRBESPIYÊ
 
Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo jî bi heman armancê daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku tiliya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji di qetilkirina 17 gerîlayan de heye. 
 
Daxuyanî li ser rêya Siyahî ya bakurê navçeyê ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star Xaliye Ehmed ve hat xwendin. Malbatên şehîdan, saziyên navçeyê, partiyên siyasî, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û endamên Kongra Star tevî şêniyên navçeyê beşdar bûn.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî piştî têkçûna wê ya siyasî û leşkerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin.
 
Her wiha hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya bi dewleta Tirkiyeyê re jî hat şermerzarkirin û wekî “xiyaneta bi doza kurdî re” hat binavkirin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi gerîlayan re bin û ev tişt hat gotin: “Bikaranîna çekên kîmyewî û zêdekirina êrişan dê têkoşîna me qels neke, lê belê bi hezaran dê çekên şehîdan rakin û tola wan hilînin.”
 
QAMIŞLO
 
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş konê sersaxiyê yê endamê HPG'ê Osman Ebdî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin, daxuyaniyek da. Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.
 
Her wiha bêdengiya civata navneteweyî ya ji bo êrişên li dijî gelên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî desteka ji van êrişan re hat wesifkirin û wiha hat gotin: "Ji qetilkirin, sûc û bikaranîna çekên kîmyewî yên li ser vê xakê, rêxistina mafên mirovan li ku ye?" Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Dewleta Tirkî nikare vîn û hêza me bişikîne û em hêzên xwe bernadin û emê li ser rêça şehîdên xwe û felsefeya rêber Ocalan bimeşin."
 
HELEB
 
Bi heman armancê, Saziyên Civaka Sivîl ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li pêş navenda xwe ya li rojhilatê taxê daxuyaniyek da. Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye ji roja hatiye damezrandin heya niha kurdan hedef digire û îşaret bi komkujiyên wekî Geliyê Zîlan, Dêrsim, Mereş û Roboskiyê hat kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî û desteka NATO’yê kirine ku dewleta Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar bîne.
 
Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Ruxmî hemû rê û rêbazên tund, van zihniyetên radîkal nikarîn kurd û tevgerên wê yên rizgariyê têk bibin. Ji ber kurd û tevgerên xwe xwedî pradîgmayeke taybet ku xwe dispêrin fikir, rêxistin û hêzên berxwedêr."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikumeta AKP-MHP'ê di nava krîzeke mezin de ye û projeya wê ya Osmaniya Nû ku xwe dispêre îslama siyasî bi bin ket û wiha hat gotin: "Êdî fikrên şervanên modernîteya demokratîk hêza girîng li herêmê ye û bêyî wan tu pirsgirêkên li herêmê nayên çareserkirin."
 
Her wiha Saziyên Civaka Sivîl di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan jî kirin ku dest ji bêdengiyê berdin û bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û li hemberî sûcên dewleta Tirkiyeyê xwedî helwesteke zelal bin.

Sernavên din

25/10/2022
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN