Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin

  • rojane
  • 10:40 19 Cotmeh 2022
  • |
img
MEREŞ - Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê piştî pêkanînên îşkence û serdegirtinên qawişan ên kesên ji derve hatin, ji sedî 90’î girtiyan sirgunî girtîgehên din hatine kirin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstana Mereşê hin kesên ji derve hatibûn bi ser qawişan de girtibûn û îşkence li girtiyan kiribûn, nûçeyên vê yekê hatibûn çêkirin. Hate diyarkirin ku di serdegirtinên qawişan ên bi fermana Wezareta Dadê hatine kirin de ji ber girtî li dijî îşkenceya hatiye kirin derketine xistine hucreyên yek kesî û gelek girtî jî hatine sirgunkirin. Girtiyekî di 30’ê îlonê de li malbata xwe geriyabû diyarkiribû ku kesên xwe weke kontrgerîla dan nasîn bi ser qawişan de girtin û bi kelemçeya bi paş ve îşkence li girtiyan kirin. Piştî sirgun û îşkenceyên hatin kirin Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê piştî di 10’ê cotmehê de serdana girtîgehê kir, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê qewimîn parve kir. 
 
DI HUCREYA YEK KESÎ DE HATIN GIRTIN
 
OHD’ê di rapora xwe de diyar kir ku gef, îşkence û muameleyeke nebaş li girtiyan hatine kirin, girtiyên li dijî van mûameleyan gilî kirine jî bi awayekî keyfî sewqî hin girtîgehên din hatine kirin. OHD’ê da zanîn ku di navbera 21 û 23’yê îlonê de ji aliyê yekîneyeke ku ji aliyê Wezareta Dadê ve bi taybetî hatiye peywîrdarkirin ve li qawişan lêgerîn hatiye kirin û wiha got: “Ji me re hate ragihandin ku ‘nêzîkatiyeke êrişkar û provokator’ a yekîneya taybet ku hatiye girtîgehê hebû. Di dema lêgerînên hatin kirin de hatiye xwestin ku ji her qawişê 3 girtî dema lêgerînê de bi wan re bin û girtiyên din jî li cihê hewadarkirinê hatine rawestandin. Hate diyarkirin ku di dema lêgerînên di qawişan de heqaret li girtiyan hatiye kirin, tiştên kesayetî avêtine erdê, dolap û tiştên kesayetî dane ber pêhnan. Girtiyên ku di dema lêgerînê de bi tîmên taybet re bûn, ragihandin ku ji ber îtîrazî mûameleya ku li dijî mirovahiyê kirin, îşkence û mûameleyeke nebaş li wan hatiye kirin û ji ser, stu û piştên xwe hatine derbkirin, li ser derbkirinê birine nexweşxaneyê û 3 rojan di hucreyên yek kesî de hatine girtin.”
 
POLÎTÎKAYA BÊ CEZATIYÊ DI DEWRÊ DE YE
 
OHD’ê diyar kir ku tevî girtiyan têkildarî îdiayên îşkence û mûameleya nebaş gilî kirine jî derbarê yekîneya taybet a ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye peywîrdarkirin de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin û politikaya bêcezatiyê hatiye pêkanîn. OHD’ê da zanîn ku piştî lêgerîna hate kirin, derbarê girtiyan de bi hincetên “bertek nîşanî îşkence û mûameleya nebaş dane” , “di qawişan de erzakê zêde dane peydakirin” û “Ji yekê zêdetir radyoyên kurtepêl hene” 11 roj cezayê hucreyê hatiye dayîn û nêzî ji sedî 90’î girtiyan di 28’ê îlonê de bi awayekî keyfî sewqî bajarên Antalya, Konya û Erziromê kirine. 
 
GIRTIYÊN KU HATINE SIRGUNKIRIN
 
OHD’ê ragihand ku Hasan Goksungur, Mûstafa Reşît, Erdal Laçîn, Huseyîn Torûnoglû, Yalçin Keskîn, Mehmet Ayçîçek, Abdûllah Hasan, Mûhammet Bablîs, Îdrîs Hasan, Abdûllah Demîr, Îzzettîn Sayan, Îzzet Îşgîl û Ahmet Îsmaîl sirgunî Girtîgeha Erziromê hatin kirin. Adil Abî, Turkmen Şahîn, Salîh Şîmşek, Kadîr Temel, Kemal Demîrbaş, Ahmet Bîlge sewqî Girtîgeha Antalyayê hatin kirin. Mehmet Yoldaş, Şafî Yildirim, Bedrettîn Kaya, Îzzettîn Sayan, Veysel Kûrt, Abdulkadîr Temel û Serdar Koç sirgunî Konyayê hatin kirin û Vedat Oruç û Abdo Şeyho (girtiyê nexweş) sirgunî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hatine kirin. 
 
DI DEMA SIRGUNAN DE MÛAMELEYA NEBAŞ
 
OHD’ê destnîşan kir ku di dema sirgunan de jî mûameleya nebaş li girtiyan hatiye kirin û ev tişt gotin: “Divê ji ber hemû binpêkirinên mafan ên li dijî hiqûqê yên yekîneya taybet a ji aliyê Wezareta Dadê ve ji bo qawişên girtîgehê lêgerîn bikin hatine peywîrdarkirin, derbarê berpirsyaran de kontroleke bi bandor a îdarî û edlî bê kirin. Ji ber vê yekê li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê pêk hatine di serî de Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê vedixwînin ser peywîrê.”
 
 

Sernavên din

25/10/2022
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN