Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin

  • rojane
  • 16:48 18 Cotmeh 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne. Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin. 
 
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) têkildarî bandora çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk li dijî Herêma Federal a Kurdistanê bi kar tîne dîmenek parve kir. 
 
Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku di nava 6 mehên dawî de Tirkiyeyê herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexe bi kar anîne.  Di meha cotmehê de Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) anî ziman ku delîl hatin bidestxistin û xwest lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.
 
Yek ji deverên ku artêşa tirk lê çekên kîmyewî bi kar tîne jî herêma Werxelê ya Avaşînê ye. ANF’ê, têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî yên li vê qadê dîmenên nû parve kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku komeke leşkerên tirk tên ser tunelên şer ên herêma Werxelê, çend leşkerên ku werîs li nava wan girêdayî berdidin ber derê tunelan. Piştî ku leşkeran çekên kîmyewî yên ku di destê wan de bûn avêtin deriyê tunela şer, bi lez û bez dûr ketin.
 
XAZÊN BÊBÊHN Û BIBÊHN
 
Ji endamên YJA Starê Zîlan Mêrdîn ku yek ji kesên mudaxeleya ewil li endamên HPG’ê yên rastî êrişên çekên kîmyewî hatin e û wiha qala bûyerê kir: “Li tunelên şer ên Werxelê şerekî pir dijwar û bênavber heye. Hema bêje her roj dijmin bi bombeyên tund li deriyên tunelên şer teqînên mezin pêk tîne. Di heman demê de xazên kîmyewî yên bêbêhn/bibêhn û xazên îsotê yekser an jî bi hev re bikar tîne. Ji ber ku bi teqînan re di nava hev de çêdibe, bi rastî çi diqewime nayê fêmkirin.
 
Heval Baz û Helbest jî bi heman awayî di rojên cuda de rastî êrişa çekên kîmyewî hatin. Piştî teqîna mezin çêbû, me ji hevalan agahî negirt. Heval gihiştin wan û birin cihekî ewle. Hevalên din ên çûn û van hevalan anîn, tevdirên xwe girtin û çûn. Wan got ku her çend ji teqînê bêhnên cuda yên teqemeniyê hebûn jî, bêhna çekeke kîmyewî ya pir cuda ji wan nehat, lê xazeke gewr a qalind li hawirdorê hebû."
 
BANDOR LI REHIKAN KIR
 
Bi domdarî Mêrdîn diyar kir ku dema du endamên HPG’ê ji çekên kîmyewî bandor bûne, ketin hundir, yekem nîşaneya bîrkirina hişî dîtine û wiha domand: “Li bîra wan ne dihat, hevala Helbest pêşî hişê wê çûbû, dû re tevgereke bê kontrol û mîna ku dîn bûye dikeniya. Paşê ji ser hişê xwe çû. Û şehîd bû. Axaftin û tevgera hevala Helbest bê kontrola wê derdiket pêş. Xaza çeka kîmyewî bandor li pergala rehikan kiribû, karê fîzyolojîkî yê normal yê laşê wî tepisandibû û têk biribû. Heval, ji nişka ve gelek şa dibe û dikeniya; ew rewşek nenormal bû, ku di psîkolojiyê de jî wekî 'oforî' tê pênasekirin û ji ber çeka kîmyewî ya ku rû bi rû maye pêşketiye. Ji ber ku hevala Helbest fermandarekî pêşeng bû ku em ji zû ve nas dikin û di demên asayî de ti carî tiştên wiha nedikirin.
 
Em dizanin ku çekên kîmyewî yên ku dibin sedema bandorên bi vî rengî di destê dewleta tirk de ne û ji çekên kîmyewî yên bi vî rengî re dibêjin 'xaza sinêrê' û 'Sîxûrê Bêbandorkirina Pergala Laş'. Tabun, soman û sarîn wekî çekên kîmyewî bikar tînin. Her çend 'Sîxûrê Bêbandorkirina Pergala Laş' di hawirdora vekirî de ne kujer bin jî, dema ku li hundirê ronahiyek tund werin derxistin ew dikarin kujer bibin. Weke ku ji navê vê çeka kîmyewî jî tê fêmkirin; lê belê armanca wê ew e ku pergala rehikê û vîna kesên li aliyê din têk bibe û ji şer derkeve.”
 
‘TIŞTEK NEDIHAT BÎRA WÎ’
 
Di berdewamê de Mêrdîn anî ziman ku heman bandor li ser endamê HPG’ê Baz jî hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku hevalan xwe gihandin wî û ew anîn, tiştek nedihat bîra wî. Hişê wî ne li serê wî bû. Helwestên mîna dînbûyî nîşan dida. Rewşa wî li gorî ya hevalê Helbest girantir bû. Ne li ser hişê xwe bû. Em nizanin bê çend deqeyan, çend cûre çekên kîmyewî bandor li wî kir. Dema ku hevalan xwe gihandin wî ji xwe li erdê bû. Me dest bi destwerdana destpêkê kir.
 
Hevalê Baz bi zorê nefes digirt. Bandoreke giran li hilmstandina wî bûbû. Mîna ku di dîmenan de tê dîtin ku zêde xwê dida û diricifî. Bi vê yekê bedena wî ya bi jehrê ketibû hewl dida jehrê biavêje. Ji ber ku dema mirovek bi jehrê dikeve, mekanîzmaya parastinê ya bedenê mirovan dikeve dewrê, jehrê bi xwezî û xwedanê hewl dide biavêje derve. Ji ber vê yekê dikeve nava krîzê. Hevalê Baz zehmetî dikişand ku hilmê bistîne, di dema hilmstandinê de dikir xure xur û bêhn lê diçikiya."
 
JI BER KÎMYASALÊ ŞEHÎD BÛN
 
Mêrdîn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevalên Baz, Helbest û Demhat Têkoşîn ji ber êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li gel me şehîd bûn. Bi derfetên kêm ên li ber dest, me hewl dan destwerdanê bikin lê belê mixabin nekarîn hevalan rizgar bikin. Dijmin her carê li cihên cuda bi rêbazên cuda, bi cureyên cuda yên kîmyewî êrişan dike. Ew kêlî bi serê me ve hat û hîn jî bi serê me ve tê. Niha jî heman êrîş li hemberî me tê kirin û em li ber xwe didin. Gelek hevrêyên me li çeperên şer bi fedaîtî li ber xwe didin. Bila her kes zanibe; her şehadet kîn, hêrsa me, baweriya me, îradeya me mezintir dike. Ji bo ax û bîranîna şehîdan em ê teqez bi ser bikevin.”
 

Sernavên din

25/10/2022
16:31 Rojnamegereke din jî hate binçavkirin
16:25 Şaxa OHD’a Dîlokê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:12 Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn
15:48 Nobeta Edaletê didome: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:47 Rojnamegeran li dijî binçavkirinan banga ‘helwesta hevpar’ kirin
15:42 Bûldan: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:23 Dadgehê daxwaza ‘raporeke din a pisporan’ red kir
15:15 DÎSK Basin-Îş: Em dizanin ku dê nekarin çapemeniya azad bêdeng bikin
15:11 Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî!
15:01 Sancar: Binçavkirina rojnamevanan parçeyek plana bêdengkirina çapemeniyê ye
14:49 Rojnamegerên jin: Dê nekarin serî bi me bidin tewandin
14:34 Dê li pêşiya NY'yê çalakiya li dijî kîmyasalê bê lidarxistin
14:31 Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin
14:31 Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
14:21 Rêveberiya Xweser: Di êrîşa dewleta tirk de 2 welatî şehîd bûn
13:59 DFG: Çapemeniya azad paşve gavê naavêje
13:41 Polîsan hewl da serê rojnamevanên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin bitewînin
13:40 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
13:27 OHD’ê lêpirsîna derheqê endama xwe de ji AA’yê hîn bû
13:19 Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine!
13:09 Deriyê şantiyeya tûnela ku Erdogan digot ‘tê çêkirin’ hatiye qiflekirin!
12:05 ‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’
12:00 11 rojnameger hatin binçavkirin
11:57 Rêxistinên rojnamegaran bertek nîşan dan: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:51 Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin
11:23 Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin
11:03 Li Mêrsînê 13 kes hatin binçavkirin
11:00 Parêzer Ulku Şahîn: Bi serdegirtina malan re hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin
10:54 Gef li girtiyên ku sirgûnî Alanyayê hatine kirin, hat xwarin
10:53 Di serdegirtinên malan de rojnamevan îşkence kirin
10:42 Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin
10:41 Pitika rojnamevan Zemo Aggoz 4 saet in birçî ye!
10:02 Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin
09:47 Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê
09:41 Krîza aborî li mehseran jî da
09:36 Dîrokzan Ûlûgana: Li dijî kurdan 'rejîma qirkirinê' tê pêkanîn
09:03 Tenduristiya girtiyê ku her du destên wî tune ne xirab dibe
09:02 Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
09:02 Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye!
09:00 ‘Daxwaza Suphanê min welatek û jiyanek azad bû’
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:40 Li Amedê panela 'Berawirdiya Varyantên Memê Alan'
07:45 Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê
24/10/2022
22:37 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:24 Girtiyan li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kir
22:01 Girtiyê nexweş Dûrmaz hat berdan
19:22 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê
18:54 Çopdankên beriya mîtînga Erdogan hatibûn rakirin hê jî nehatine bicihkirin
17:01 Dozger ji bo Almas heman ceza xwest
16:09 Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin!
16:00 Ji berhevkarên folklorê sê pirtûkên nû
15:39 Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:33 Beştaş: Zîhniyeta Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û ya AKP-MHP’ê heman zîhniyete
15:12 Dayikek din jî bêyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da
14:29 Rapora girtîgehên Erziromê: Tecrîd roj bi roj girantir dibe
14:22 Şewata li quntara Amanosê derketî didome
14:04 MÎT’ê dereweke din kir
13:06 Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike
13:03 Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin
12:53 Zabiteyan pankarta Malbata Şenyaşar desteser kir: Dozger aciz e!
11:18 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Katalonyayê
10:59 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:52 Parêzer Turan ku rastî êrişa nîjadperest hat: Em ê dev ji berzkirina ‘jin, jiyan, azadî’ bernedin
10:50 Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne
09:03 ‘Dewleta tirk ji ber têk çû kîmyasalê bi kar tîne’
09:03 Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
09:02 Ciwanên cizîrî: Bi mihrîcanê ne moral pişavtin tê armanckirin
09:01 Yuksekdag: Heta ku mifteya Îmraliyê neyê vekirin wê pêşeroja welat jî miftekirî be
09:01 Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN
23/10/2022
23:53 Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin
23:37 ‘Em ê dengê yên din çawa bibihîsin?’
19:18 Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
18:45 Ji bo pirtûka ‘Cemîle’ bernameya îmzeyê hate lidarxistin
17:33 ‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
16:58 Sancar: Desthilatdarî ol û baweriyan îstîsmar dike
16:32 Erdogan li Amedê bo girseya derve anî axivî û HDP hedef nîşan da
16:23 Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
15:43 Bayindir ji bo çekên kîmyewî bang li hikûmeta Iraqê kir: Soza xwe bi cih bînin
15:12 Li Amedê dorpêça ji bo Erdogan: Bi hezaran kes ji derve anîn Amedê
14:36 Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
14:28 Li Rihayê berteka hevpar: Bila têkildarî kesên çekên kîmyewî bikaranîn lêpirsîn bê destpêkirin
13:57 Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket
13:30 Erdheja Wanê di sala 11’an de ye: Divê tespîta rîskê bê kirin
13:13 Di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî çekên kîmyewî dan: Nebin şirîk
12:42 Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin
11:42 Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir
11:41 Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat
11:34 Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im
11:26 Ciwanan desteserkirina maskeyan bi bîr xistin: Tu sînorên xiyaneta PDK'ê nînin
10:54 Malbata Şenyaşar: Dayik ne li benda merhemeta we ye, daxwaza edaletê dike
10:45 OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike
10:08 Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin
10:02 Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin
09:26 Sarioglû yê OHD'î: Helwesta CPT'yê piştrast dike ku tecrîd komployeke navdewletî ye
09:01 'Em encax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin OPCW'yê'
09:01 Dayik û bavê Helbest Koçerînê: Divê gelê kurd rabe ser pêyan
09:00 Li 31 deverên Bestayê dar tên birîn
09:00 Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN