Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin

  • rojane
  • 09:00 18 Cotmeh 2022
  • |
RIHA - Ferît Şenyaşar diyar kir ku îdianameya ku piştî 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin kêm e û got ku divê Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz wekî bersûc bê darizandin.
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê didome. 
 
Dosyeyên dozê yên têkildarî qetilkirina ferdên malbata Şenyaşar, wekî dosyeya "kargehê" û "dosyeya "nexweşxaneyê" hatibûn dabeşkirin. Di çarçoveya dosyeya li kargehê de li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza hatibû birîn. Biryara ku di 2'yê nîsana 2021'ê de 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê ve hatibû dayîn, hê li îstinafê ye. 
 
Her wiha piştî 4 sal û 4 mehan jî îdianameya der barê dosyeya "nexweşxaneyê" de hat amadekirin. Di dosyeya nexweşxaneyê de ji ber qetilkirina Hecî Esvet Şenyaşar û Adil Şenyaşar û ji ber birîndarkirina Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar jî hatiye xwestin ku li 19 kesan ceza bê birîn. 
 
Ferît Şenyaşar ku tevî dêya xwe Emîne Şenyaşarê 589 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, têkildarî îdianameyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Şenyaşar diyar kir ku ew ji Ajansa Anadolûyê (AA) bi îdianameya der barê dozê de hesiyane û got ku îdianameya ku piştî û 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin hin pirs li wan peyda kiriye. Şenyaşar ragihand ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê yê wê demê îfadeya nêzî 80 kesî girtiye û wiha got: "Dema em piştî ew qas rojî em lê mêze dikin îfadeya 76 kesan hatiye girtin. Hemû delîl 4 sal û 4 meh berê hatine berhevkirin. 4 sal û 4 mehan îdianame nehat amadekirin. Di vê navberê de 10 dozgerên dosyeyê guherîn. Ev dozger di 4 sal û 4 mehan de tiştek nekirin. Komkujî di heman rojê de hat kirin, lê rabûn wekî dosyeya kargehê û nexweşxaneyê dabeş kirin. Dozgerê ku dosya kirine du beş, paşê hat terfîkirin. Divê ev her du doz bibin yek. Wekî du dosyeyan dabeşkirina wan bêhiqûqîtî ye."
 
‘DIVÊ YILDIZ Ê AKP'Î BÊ DARIZANDIN'
 
Bi domdarî Şenyaşar destnîşan kir ku divê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî wekî bersûc bê darizandin û ev tişt anî ziman: "Yildiz ê AKP'î jî li kargehê û nexweşxaneyê bû. Dayika min Yildiz ê AKP'î li nexweşxaneyê dît. Polîsên ku hewl dan pêşî li ber êrişan bigirin, bi hêza siyasî ya Yildiz ê AKP'î hatin astengkirin. Hin kesan bihîstiye ku Yildiz ê AKP'î gotiye 'Terorîst in, em ê hemûyan bikujin.' Ger parlamenter ne li nexweşxaneyê bûna, dê komkujî çênebûna. Serberpirsê komkujiya li nexweşxaneyê parlamenter Yildiz e. Ji bo şêwirmendê Yildiz ê AKP'î û biraziyên wî ku di îdianameyê de gotine ji serê bûyerê heta dawiya bûyerê ew li cem Yildiz bûne, du caran cezayê muebeda giran tê xwestin. Lê di îdianameyê de der barê Yildiz ê AKP'î de hevokek jî nîn e. Nedaxilkirina Yildiz ê AKP'î ya nava îdianameyê nîşan dide ku ferzkirina pêkanînên siyasî dewam dikin. Ger darizandineke adilane hebûya, li holê sûcê li hemberî mirovahiyê heye û hatiye tespîtkirin ku gava ev sûc hatiye kirin parlamenter jî li wir bûye. Ger darizandineke adil çêbibe, divê der barê parlamenter de fezlekeyekê ji meclisê re bê şandin. Yildiz ê AKP'î kiryarê vê bûyerê ye û divê bê darizandin."
 
'DÊ TÊKOŞÎNA JI BO EDALETÊ BIDOME'
 
Şenyaşar bibîr xist ku wan bi du daxwazan dest bi Nobeta Edaletê kiriye û wiha domand: "Dozê bi awayekî derhiqûqî kirin du beş. Ev şîroveya hevpar a hemû hiqûqnasan e. Di doza der barê kargehê de 37 sal û 9 meh ceza li birayê min Fadil Şenyaşar hat birîn. Van rojan em li bendê ne biryarek bê dayîn. Em hêvî dikin ku ev biryar ji bo yekbûyîna her du dosyeyan be." 
 
Di berdewamê de Şenyaşar diyar kir ku Nobeta Edaletê ya ku di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin didome û axaftina xwe wiha qedand: "Dema min û dayika xwe dest bi vê nobetê kir me got, heya daxwazên me bên qebûlkirin dê bidome. Bi têkoşîna me hin gavên hiqûqî hatin avêtin. Em ji bo dosyeya der barê nexweşxaneyê de doza darizandineke adil dikin û em dixwazin birayê min (Fadil Şenyaşar) bê berdan. Divê birayê min demildest bê berdan. Doza der barê nexweşxaneyê de hat vekirin. Doz hê li dadgehê berdewam e. Em ê nobeta xwe bidomînin. Heta birayê min azad bibe dê têkoşîna me bidome. Di encama têkoşîna me de hin gav hatin avêtin. Li hemberî vê yekê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î jî li ser medyaya dijîtal wêneyekî birayê min belav kir û malbata me kir hedef. Berê jî ev wêne belav kiribû û bêbextî xistibûn stuyê malbata me. Ew wêne fotomontaj e. Tu sûcî di xwe de nahewîne û ji bo vê li ber destê me biryara darazê heye." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

22/10/2022
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn
11:22 Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir
11:19 Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
10:55 Taşdemîr: Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tûglûk dibin
10:37 Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye
10:36 Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin