16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin

  • rojane
  • 10:16 15 Cotmeh 2022
  • |
img
ÊLIH - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Vedat Ozer di du salan de 16 car hat binçavkirin û 12 doz derbarê wî de hatin vekirin. Polîs gefê li Ozer dixwin ku terka Êlihê bike. 
 
Vedat Ozer ciwanek 25 salî ye û ji Êlihê ye. Ji Sala 2015’an ve bi êriş û zextên polîsan ên sîstematîk re rûbirû maye. Ozer di sala 2015’an de hê dema zarok bû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Ozer cezayê xwe temam kir û di 29’ê cotmeha 2020’ê de ji hefsê derket.   Piştî ew ji hefsê derket di nav xebatên Meclisa Ciwanan a HDP’ê de cih girt. Ozer li Êlihê 7 caran hat binçavkirin, li Amedê 4 caran hat binçavkirin, li Stenbolê 3 caran hat binçavkirin, li Enqereyê jî 2 caran hat binçavkirin û di nava van 2 salan de bi giştî 16 caran hatiye binçavkirin. Heta niha ji îdiayên cuda derbarê Ozer de 12 doz hatine vekirin. 
 
Dosyeyên doza Ozer li Êlihê, Amedê, Stenbolê û Enqereyê li dadgehên cezayên giran disekinin û heta niha dadgeh van dosyeyên wek hev nekiriye yek. 
 
Ozer derbarê êrişên sîstematîk ên li ser xwe de axivî û diyar kir ku ew ê ji ber van binçavkirin, girtin û dozan paşve gavan neavêtiye, dê neavêje û dê li dijî gefa “vî bajarî biterikîne” ya polîsan jî paşve gavan neavêje. 
 
GEFA ‘PIYÊ XWE BIKIŞÎNE BER XWE’ LÊ XWARINE 
 
Ozer anî ziman ku di 12'ê adara 2022'an de di dema xebatên Newrozê de pêşiya wî bi wesayîteke spî hatiye birîn û got: “Piştî ku kar bi dawî bû ez diçûm malê. Wesayîtek spî rêya min birî. Sê kes derketin derve. Bi gotina 'Piyê xwe bikişîne ber xwe, van rojan pir bi çavê me dikevî’ gef li min xwarin. Di hundirê wesayîtê de dengê bêtelan dihat bihîstin. Dema min jê pirsî 'tu kî yî' gotin 'negirînge em kî ne’ bi porê min girtin û li ser min lêgerîn kirin û nasnameya min kontrol kirin. Der barê vê bûyerê de me serî li ÎHD û dozgeriyê da. Me daxuyaniyeke çapemeniyê da. Piştî wê rojê wan bêzar nekir lê hefteyek berê avêtin ser mala me û ji me xwestin ku em vî bajarî biterikînin.” 
 
GEFA KUŞTINÊ 
 
Ozer diyar kir ku di 7’ê cotmehê de polîsan bi ser mala wan de girtiye û gef li wan xwarine û wiha axivî: “Xwe di ser dîwar de avêtin û ketin baxçe. Dema diya min ji wan dipirsî ‘çi bûye, çi qewimî’ wan jî pirsa min kirine. Diya min ji wan re gotiye lawê min li Antalyayê ye. Gefa li diya min dixwin û dibêjin, ‘Wê kurê te were Êlihê, wî jî bigirin û vî bajarî biterikînin’. Diya min jî dibêje, 'Em bajarê xwe terk nakin, çi ji destê we tê bikin’. Polîs jî li ser vê yekê ji diya min re dibêjin, ‘dema tiştek bi kurê we û zarokên we bê, wê çaxê dewletê nekin berpirsiyar û bangî dewletê nekin’.  Di dawiyê de ji diya min re dibêjin, ‘zimanê te dirêj e, xwedî li zimanê xwe derkeve’ û derketine çûne.” 
 
‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’ 
 
Ozer diyar kir ku polîsan di serdegirtina 3’yê tebaxê de jî demançeyê xistine serê diya wî û wiha got: “Di nav polîsan de yekî digot, ‘lêde’. Dema min binçav kirin di rê de îşkence li min kirin. Em bi rewşek salên 90’î ku bihûrandiye re rûbirû ne. Berê gundên me vala dikirin, niha jî dixwazin me ji bajarên me derxînin. Lê ew her çiqas zextan bikin wê girêdana me ewqas zêdetir be. Me li ber tirsa we serî netewand. Em ê serê xwe netewînin jî. Çawa ku polîtîkaya salên 90’î bi kêr nehat wê ev polîtîka jî bi kêr neheyê. Em ê bajar, tax, axa xwe neterikînin. Wê zilm nikaribe me bêzar bike.” 
 
SERÎ LI ÎHD û SERDOZGERIYÊ DA 
 
Ozer têkildarî serdegirtinên mala wan û gefên kuştinê lê hatine xwarin serî li ÎHD’a Êlihê û Serdozgeriyaa Komarî ya Êlihê da û got heke tiştek were serê wî polîs berpirsiyar in. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

22/10/2022
14:00 Malbatên Windakiriyan aqubeta Aydemîr û Gumuş pirsîn
13:59 MKGP'ê kampanya 'Ji bo jinên rojnameger azadî' da destpêkirin
13:22 Ji PJAK’ê danezana ji bo şoreş û çareseriyê
13:21 HDP: Em xwedî li mîrateya Cegerxwîn derdikevin
13:04 Sancar: Divê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de rastî derkeve holê
12:54 Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye
12:15 Akbûlût serî li OPCW’ê da: Sûcên çekên kîmyewî lêpirsîn bikin
12:03 DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike
11:53 Malbata Şenyaşar: Dayik ji bo jiyaneke adil li ber xwe dide
11:21 Piştî hevdîtina bi parêzer re X-Ray li girtiyan tê ferzkirin
11:19 Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike
11:17 Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin
10:29 Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê
10:23 Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin
09:59 Xelke Amedê: Yê ku me înkar dike û çekên kîmyewî bikar tîne bila neyê Amedê
09:04 Hevserokê KNK'ê: Bijîşkên kurd divê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têxin nava liv û tevgerê
09:03 ‘Zimanê kurdî, prototîpa zimanên cîhanê ye'
09:02 Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin
09:01 ‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan'
09:00 Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2022'YAN
21/10/2022
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
22:10 Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dest pê kirin
21:12 8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:35 Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket
19:27 Li Geverê çalakiya ciwanan a li dijî çekên kîmyewî
18:36 Cegerxwîn li Amedê hat bibîranîn
18:09 Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:29 JinMa ji bo Nagihan û Jîna klîbek belav kir
15:41 Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
15:10 Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
15:06 Li Dîlokê 8 kes hatin berdan
14:16 Belge û nûveyên derheqê çekên kîmyewî de Erdogan diderewînin
14:15 Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin
13:41 Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
13:26 Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome
13:02 Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
12:53 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
12:36 Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin
12:35 18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn
11:59 Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e
11:53 Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere
11:46 Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî hatin belavkirin
11:39 Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin
11:14 Berwarî: Tişta ku nekarîn bi komployê ser bixin niha hewl didin bi çekên kîmyewî pêk bînin
10:58 Dr. Aken: Gelek delîl hene ku êrişên çekên kîmyewî pêk hatine
10:44 Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
10:23 Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir
10:19 Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba?
09:45 ‘Em ji bo zimanê xwe û nasnameya xwe her firsendê bi kar bînin'
09:04 Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye
09:03 Ji ber gotina ‘Siwar hatin peya çûn’ 11 roj cezayê hucreyê lê birîne
09:03 Dayikên Aştiyê: Barzanî û dewletên navneteweyî jî şirîkên vî sûcî ne
09:02 'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
09:02 Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir
09:02 Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî
09:00 Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN
20/10/2022
23:20 Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan
22:05 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kir: Em li dijî şer li ser dikê ne!
21:23 Malbatên Pirsûsê di meha 87'an a nobeda edaletê de li hev kom bûn
21:03 Tevgera Ciwanên Welatparêz êrişên kîmyewî şermezar kir
19:18 Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin
18:03 Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn
17:35 Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir
17:21 Bikaranîna çekên kîmyewî hat protestokirin: Yên bêdeng dimînin jî şirîkên sûc in
16:40 Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe
16:37 Bikaranîna çekên kîmyewî li Serhedê hat protestokirin
16:05 Konferansa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya xwe aşkera kir
16:04 Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
15:39 Serokwekîlên Koma HDP’ê bikaranîna çekên kîmyewî ji Akar pirsîn
15:32 Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe
15:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk didomin
15:07 Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin
15:04 Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:54 Hevserokên HDP’ê Serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
14:10 Êrişa bi çekên kîmyewî li pêşiya Parlamentoya Ewropayê hatin şermezarkirin
13:50 Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne
13:45 TAJÊ’yê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir
13:33 50 sal cezayê hefsê dan cerdevanê tecawizkar
13:31 Gunay: Divê saziyên pêwendîdar nebin şirîkê êrişên çekên kîmyewî
13:20 Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya
13:18 Instagramê manşeta ‘kîmyasalê’ ya Yenî Yaşamê qedexe kir!
13:16 Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn
13:01 Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin
12:56 Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin
12:31 Uca ji NY û OPCW’ê pirsî: Gelo Ewropayê destûra bikaranîna çekên kîmyewî daye Tirkiyeyê?
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn
11:22 Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir
11:19 Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
10:55 Taşdemîr: Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tûglûk dibin
10:37 Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye
10:36 Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin