Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî êrişa ser parlamenterên HDP’ê da û wiha got: “Di bingeha êrişa hovane ya ser Habîp Eksîk û hevalên me de, dijminatiya li hemberî kurdan heye. Ji têkoşîna gelê kurd ditirsin lewma ewqas bi hovane êriş dikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe ya meclisê de rojevên heyî nirxand. Sancar di serî de bertek nîşanî êrişa li dijî parlamenter Habîp Eksîk û Saît Dede û bêdengiya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop da. 
 
Bi domdarî Sancar, Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê bi bîr xist û wiha got: “Bi sedhezaran mirov hedef hatin girtin û bi sedan kes bi hovane qetil kirin. Ez her 104 kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî biminet bi bîr tînim. Em û gelê me baş pê dizane bê ka kê rê li ber vê komkujiya DAIŞ’ê vekir û hebûna xwe li ser aloziyê didomand. Piştî komkujiyê, li Tirkiyeyê rejîm hat guherandin. Rejîmên faşîzan, li ser xwîn û komkujiyan tên avakirin. Bi polîtîkaya şer û tundiyê tên avakirin.  Bi vê komkujiyê jî ev yek mebest kirin. Piştî vê komkujiyê jî komkujiyên din hatin kirin û êrişên xwe domandin. Hewl dan bi tirsê civakê dîl bigirin.”
 
 ‘TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ HEWLDANEKE WÊREK E’
 
Sancar, bi domdarî wiha got: “Hewla wan ew bû ku bi rêya tirsê gel bêdeng bikin û rêya xwe bidomînin. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin. Daxwaza sereke ya meşa 10’ê cotmehê aştî bû. Em baş dizanin ku ev desthilatdarî ji peyva aştiyê nefret dike. Têkoşîna herî bibandor a li dijî rejîmên faşîst, têkoşîna aştiyê ye. Ji ber ku li ber rabûneke dilwêrek a li dijî polîtîkaya komkujî û xwînê ye. Lewma dema em qala aştiyê dikin, mebesta me têkoşîneke xurt a li dijî rejîma faşîst e. Dema destilatdar hewl dide rejîma xwe ava bike, her wiha hewl dide hafizeyeke nû ava bike. Dixwazin çîroka xwe binivîsin, hafizeya berê jê bibin û hebûna xwe wisa bidomîne. Ya ku divê em jî bikin ew e ku li dijî vê hewldanê derkevin. Têkoşîna aştiyê, kevneşopiyeke kevnare yê vê erdnîgariyê ye. Niha dixwazin vê hafizeyê tune bikin. Dixwazin koka têkoşîna li dijî kedxwarî û talanê tune bikin. Dixwazin hafizeya şer û tundiyê ava bikin. 
 
FIKRIYATA HDP’Ê MEZIN DIBE
 
Serbest e ku rê li ber komkujiyan vekin lê bîranîna wan komkujiyan qedexe ye. Armanca wan a ji vê ew e ku civakê bi polîtîkaya şer terbiye bikin. Lê belê li dijî wan em hene. Heta ku em li ber xwe bidin, fikriyeta HDP’ê jî mezintir dibe û rêxistiniya HDP’ê berfirehtir dibe. Sedema hêrs û dijminatiya wan a li hemberî me jî ev e. Tevî hemû êriş û dorpêçan jî em li ser pêyan e û xwedî îradeyeke xurt in. Lewma jî ditirsin û her roj êrişên xwe zêdetir dikin. 
 
JI TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DITIRSIN
 
Êrişî nûnerên gel kirin. Parlamenter derb kirin û lingê hevalê me Habîp Eksîk ji 3 cihan şikandin. Ji gotinên şahidan û dîmenên di destê me de diyar dibe ku êrişeke plankirî ye. Ji îradeya xurt a li dijî polîtîkayên dijminatî û şer ditirsin û ev jî wan bêhtir har dike. Dijminatiyeke wan a bingehîn heye ku bi vê dijminatiyê xwe li ser pêyan digirin. Ew jî dijminatiya li dijî kurdan e. Sedema bingehîn a êrişa hovane ya li dijî Habîp Eksîk û hevakên me yên din, tirsa ji vîna gelê kurd û têkoşîna wan e. 
 
DI POLÎTÎKAYA TUNDIYÊ DE TU SÎNORAN NAS NAKIN
 
Lê belê bi tu êrişên xwe nekarîn me bidin tirsandin û me ji têkoşînê dûr bixin. Dê nekarin jî. Her êrişa wan, nîşaneya rizîbûna wan e. Her ku êriş dikin bêhtir têk diçin. Çiqas êriş bikin jî em xwedî wê hêzê ne ku wan bidin sekinandin. Ev hêza me, hêza milyonan kesan e ku em hewl didin bibin nûnerên vîna wan. Ev hêz, înada gelê kurd ê serî natewîne ye. Di dijminatî û polîtîkaya tundiyê de tu sînoran nas nakin. 
 
CIVAKA TUNDIYÊ AVA KIRIN
 
Vê desthilatdariyê, civaka tundiyê ava kir. Heke hunermend li ser dikê rastî êrişan bên û bên kuştin, sedema vê ew e ku kujer pişta xwe bi desthilatdariyê germ dikin. Qetilkirina Onur Şen û bi hezaran jinan, nîşaneya herî şênber a vê civaka tundiyê ye. Em, hêviya bi milyonan kesan e ku naxwazin di nava civakeke wiha de bijîn. Li dijî desthilatdariya ku dixwaze pêşeroja ciwanan dîl bigire û bêhêvî bike, tekane vebijêrk in.
 
Polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêkan, rê li ber kûrkirina polîtîkayên şer vedike. Her ku ev polîtîka kûr dibin, dizî, çetetî û birçitî zêdetir dibe. Weke 7 sal berê, em îro jî dibêjin aştî, ked û demokrasî. Ya ku dê van pêk bîne jî HDP û têkoşîna hevpar a gelan e. Destilatarî, polîtîkayên tundiyê li derveyî welat jî bi rêyên cuda mayînde dike. Bi vê rêbazê hewl dide desthilatdariya xwe mayînde bike. Divê em tevek vê zîhniyeta ku sûîqestên li derveyî sînor weke mafê xwe dibîne, baş nas bikin. Qetilkirina Nagihan Akarsel û Denîz Poyraz, encama heman zîhniyetê ye. Xizanî û birçîtiya vî welatî jî encama vê polîtîkayê ye. Lewma em ji şer û kexwariyê re dibêjin na. 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BU MUZAKEREYAN PÊKAN E 
 
Me berê jî gotibû ku girîngtirîn taybetiya vê desthilatdariyê, dijminatiya kurdan e. Weke sedema hebûna xwe dibîne. Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje; ‘pirsgirêka kurd tune ye.’ Zîhniyeta ku neçareseriyê ferz dike jî ev zîhniyet e. Têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê jî didome. Em careke din dibêjin ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurd, muzakere, guftûgo û bingeha siyasetê ye. Ji bilî vê tu rêyên din dê me ber bi welatekî demokratîk ve nebe. 
 
ÊRIŞ BÛYEREKE JI RÊZÊ NÎNE
 
Lewma jî divê em li dijî vê desthilatdariya ku gel neçarî tundiyê dike, têkoşîna ked û demokrasiyê hîn xurtir bikin. Banga me ji bo hemû mazlumên vî welatî ne. Werin di vê rêyê de hevrêtiya me bikin û em bi hev re vê desthilatdariyê bidin sekinandin û vê pergalê biguherînin. Em xwedî wê hêzê ne. Êrişa li dijî hevalê me Habîp Eksîk, êrişeke ji rêzê nîne. Wezîrêke sûcan heye ku hewl dide vê êrişê biparêze. Kesê ku divê herî dawî biaxive, her carê hewl dide sûcên xwe veşêre. 
 
BANG LI AKP’IYAN KIR
 
Banga min ji bo kesên piştgiriyê didin AKP’ê ye. Gelo di demekê ku zîhniyeteke wiha qirêjî, gemar, tawanbar, çete û her cureyên sûcan li wezareta karên hundir serdest, wijdana we qet naêşe? Ma hûn vê yekê hêjayî xwe dibînin? Dizanim ku hûn jî aciz in. Lê hûn bê vebijêrk nînin, ew vebijêrk jî HDP ye, tifaqa HDP’ê û têkoşîna hevpar e. 
 
DAXWAZA HEMWELATIYA WEKHEV
 
Niha bernameyên elewiyan radigihînin. Ev desthilatdarî bi tu awayî daxwaza hemwelatiya wekhev a elewiyan esas nagire. Hewl dide bi polîtîkaya sedeqeyê encamekî bi dest bixe. Niha jî hewl didin qeyûman tayînî saziyên elewiyan bikin ku encama kedeke mezin in. Lê em baş dizanin ku civak û gelê elewî van rastiyan baş dibîne û xwedî wê vînê ye ku van lîstika pûç bike. Tekane daxwaza elewiyan heye ku ew jî hemwelatiya wekhev e. Divê hûn cemxaneyan weke perestgeh qebûl bikin. Divê tu ne qeyûman lê derfetê bidî ku ew xwe bi xwe birêve bibin. Dê rê bidî ku ew bi vîna xwe saziyên xwe sererast bikin. Nexwe hûn dixwazin elewiyan têxin bin kontrola xwe. Banga me ji bo civaka me ya elewî ew e ku mil bidin milê me û em bi hev re têbikoşin. 
 
DÊ JI MAKEQANÛNA DARBEYÊ XEABTIR BE
 
Niha jî nîqaşa makeqanûnê heye. Divê em xwe ji makeqanûnên darbeyê rizgar bikin. Di vê mijarê de herî zêde me amadekarî kirine. Heke bi rastî jî hûn bixwazin makeqanûneke azadîxwaz û demokratîk çê bikin, wê demê divê hûn şert û mercên demokratîk û azad ava bikin. Dê li pêş çavên her kesî parlamenteran derb bikî, fezlekeyan bidin pey hev û devê me tevan girê bidin û piştre jî bibêjin; ‘werin em makeqanûnê nîqaş bikin.’ Makeqanûneke di van şert û mercan tê çêkirin, dê ji makeqanûna darbeyê xerabtir be. 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR
 
Ji bo ku em bikarin xwe ji vê makeqanûna darbeyê xelas bikin, divê mutabaqata herî berfireh a civakî bê avakirin. Heke beriya paqijiya rê em bikevin nava nîqaşên makeqanûnê, dê hêj di gava ewil de pê li mayinê bikin. Em ji bo nîqaşên jidil ên bo makeqanûneke nû amade ne lê ji ewil divê mayinên di rê de bên paqijkirin. Banga me ya ji bo civak û muxalefetê ev e; wer in em bi hev re li ser paqijiya vê rêyê li hev ibkin. Bila muxalefeta siyasî û civakî vê rojevê li xwe bigire û rê nedin van hewldanên vala yên desthilatdariyê. Heke em ji bo demokrasî, aştî û kedê bên ba hev, dê hemû hewldaên desthilatdariyê pûç bibin. 
 
HEWLDANÊN WE VALA JI BER KU DÊ TÊK BIÇIN 
 
Desthilatdarî di mijara aboriyê de jî heman tiştan dike. Ji bo xapandina civakê paketên nû radigihînin. Qaşo dê krediyên erzan bidin esnafan. Heke esnaf gelek bi xema we bin, wê demê bêfaîz krediyê bidin. We esnaf xistiye vî halî? Ka we digot faîz heram e? Ka we digot em faîz dadixînin? Bi milyonan esnaf perîşe bûye lê hûn hêj ta serî li fêlbaziyê didin ku benqe hîn bêhtir qezenc bikin. Dibêjin; ‘bi qasî ji destê me tê em çavkaniyên welêt talan bikin, heke em bi ser kevin dê bedela wê gel bide û heke em têk biçin jî dê bo desthilatdariya nû xerabeyekê bihêlin.’ Em baş di ferqa vê de ne. Lê em xwedî wê tecrûbeyê ne ku van planên we pûç bikin. Hewldanên we vala ne ji ber ku hûn dê têk biçin. 
 
QANÛNA DEZENFORMASYONÊ 
 
Jixwe di zextên xwe de sînoran nas nakin û tevahiya çapemeniyê xistin bin kontrola xwe. Dixwazin bi qanûna sansûrê re çendek derdorên muxalîf jî bêdeng bikin da ku dengê civakê neyê bihîstin. Qanûneke bi navê dezenformasyonê anîne. Bi rastî jî hûn bixwazin li dijî dezenformasyonê têbikoşin, weke karê destpêkê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê bigirin. Heke we ev sazî ji holê rakir, ev dê bibe gava ewil a parastina gel a ji derew û agahiyên xelet. Ciwan, jin, bawerî, elewî, kurd û hemû derdorên ku dixwazin xwe ji vê pergala qirêjî rizgar bikin divê em hêzên xwe bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin û rejîmê biguherînin. Tekane alternatîfa rasteqîn a vî welatî, fikriyata HDP’ê ye.” 
 
 

Sernavên din

18/10/2022
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir