‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’

  • rojane
  • 10:24 11 Cotmeh 2022
  • |
STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî cezayên disiplînê yên li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine birîn wekî êrişekê li dijî şexsê Ocalan, fikrên wî û gelê kurd bi nav kir û got ku serdana CPT'yê fikarên civakê ji holê ranekirine. 
 
Ev 18 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayên girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din re bi hincetên wekî "cezayên disiplînê" û qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. Ji ber vê bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) 775 parêzer û bi sedan parêzerên ji Ewropa û Rojhilata Navînê ji bo dawî li tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bê û hevdîtin bi Ocalan re bên çêkirin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabûn. Lê wezareta tirkî heya niha tu bersiveke erênî nedaye. 
 
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî di 3'yê cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û di vê serdanê de çûye Îmraliyê jî. 
 
Hevserokê OHD a Şaxa Stenbolê Gurkan Îsteklî, tecrîda li Îmraliyê, cezayên disiplînê yên tên birîn û serlêdanên li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hatine kirin û serdana CPT'yê nirxandin. 
 
TECRÎD Û ŞER
 
Îsteklî anî ziman ku armanca komploya navdewletî ya ku 24 sal berê bi destê hêzên navdewletî li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin jiholêrakirina daxwaza ji bo azadiyê ya gelê kurd bûye û got ku polîtîkayên tecrîdê yên bêhiqûqî ku bi salan e li ser Abdullah Ocalan tên pêkanîn, rasterast girêdayî polîtîkaya şer a desthilatê ye. Îsteklî bibîr xist ku 18 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin û got ku ev bi tu awayî bi hiqûqê nayê îzahkirin. 
 
DAXWAZA MILYONAN
 
Îsteklî destnîşan kir ku bidawîbûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li seranserê cîhanê daxwaza bi milyonan kesî ye û wiha got: "Tenê kurd doza azadiya Ocalan nakin. Polîtîkaya tecrîdê êdî li seranserê cîhanê olan daye. Tecrîda niha li Îmraliyê tê kirin, berdewama komployê ye. Bêdengiya sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê jî tê wateya ku piştgiriya vê komployê dikin. Ji lew re ev dewlet ji bo Tirkiye hukmên wan peyamanên ku îmzeya wê li binî ye pêk bîne, bi rihetî dikarin zorê bidin Tirkiyeyê. Lê heya niha Tirkiye bi tu helwestên wiha re rû bi rû nemaye."
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ YÊN BÊHINCET
 
Îsteklî, diyar kir ku cezayên disiplînên yên bêhincet ên li Abdullah Ocalan tên birîn, derhiqûqtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cezayê disiplînê yê tê dayîn çi dibe bila bibe, ev cezayên disiplînê nikarin pêşî li ber hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re bigire. Hevdîtina bi malbatê re tê qedexekirin, nahêlin mafê xwe yê telefonê bi kar bînin. Lê ji bo van qedexeyan tenê sedemekî jî nîşan nadin. Heta biryar nayên ragihandin jî. Piştî serlêdanên parêzeran derdikeve holê ku biryar êdî teqez bûne. Hewl didin bi cezayên disiplînê weke sepaneke hiqûqî nîşan bidin. Dibêjin ‘em dikarin rê li ber hevdîtina bi Ocalan re vekin lê cezayên disiplînê hene’ û bi vê yekê hewl didin weke hiqûqî nîşan bidin. Em van sepanan qebûl nakin.” 
 
DI 18 MEHAN DE 12 CEZAYÊN DISIPLÎNÊ 
 
Di berdewamê de Îsteklî got ku “dewlet di vê mijarê de niyetxerab e” û ev nirxandin kir: “Dibe ku birêz Ocalan hikûmxwar be lê ev yek berpirsyartiya dewletê ya li hemberî mafên birêz Ocalan ji holê ranake. Dewlet, di asta yekemîn de ji mafên birêz Ocalan berpirsyar e. Divê bê zanîn ku ev cezayên disiplînê raste rast êrişeke li dijî şexsê birêz Ocalan, daxwazên azadiyê yên gelê kurd û fikrên Ocalan e. Gelo ma birêz Ocalan di hucreya xwe de dikare çi bike ku di nava 18 mehan de li pey hev 12 cezayên disiplînê lê hatine birîn? Heke em nasnameya siyasî ya birêz Ocalan bidin aliyekî jî, mirovekê ku 70 saliya xwe derbas kiriye, dikare çi bike ku 12 cezayên disiplînê lê werin birin? Madem ku hûn cezayên disiplînê didin, wê demê hûn neçarin ku sedemên wê jî destnîşan bikin.” 
 
BO CÎHANÊ BÛ HÊVÎ
 
Bi domdarî Îsteklî bal kişand ser daxwaza hevdîtinê ya parêzerên ji çar aliyên cîhanê û wiha derbirî: “Di serdemeke ku modernîteya kapîtalîst gelan ditepisîne, dikuje û qir dike de nêrînên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê, girîngiya wî zêdetir dike. Ev pêşniyarên wî yên ji bo çareseriyê, bo gelên bindest bûne hêvî. Rewşa Ocalan a li Îmraliyê, ‘rewşeke hiqûqî ye’ lewma jî bala parêzerên cîhanê dikişîne. Berpirsyariya ewil dikeve ser milê parêzeran. Ji bo Ocalan, ji çar aliyên cîhanê parêzeran serlêdana hevdîtinê kir. Ev yek, di heman demê de tê wateya xwedîderketina li nêrînên wî.” 
 
‘EM NEÇARIN OCALAN BIBÎNIN’
 
Îsteklî, da zanîn ku 775 parêzerên OHD’î ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezerata dadê dabûn û ev agahî parve kirin: “Erênî yan jî neyînî, heta niha tu bersiv nehatine dayîn. Wezaret, di vê mijarê de bi hiqûqa xwe nake. Em bi xerabiyeke birêxistinkirî re rû bi rû ne. Em dibînin ku dewlet bi zîhniyeta çetetiyê tevdigere. Weke parêzer em di çarçoveya mafên xwe yên hiqûqî de serlêdanan dikin. Heke me serlêdaneke wiha kiribe, wezaret jî mecbûre bersivê bide. Wezareta dadê êdî qanûnên xwe nas nake. Ev yek jî fikarên me zêdetir dike. Em neçarin ku Ocalan bibînin. Daxwaza me daxwazeke hiqûqî, insanî û exlaqî ye.” 
 
SERDANA CPT’YÊ YA ÎMRALIYÊ 
 
Têkildarî serdana CPT’yê ya li Îmraliyê jî Îsteklî ev nirxandin kir: “Balkêş e ku di demekî nêzî salvegera komploya navneteweyî de çûn serdanê. Mirov dikare bibêje bi vê serdanê gotin; ‘erê rast e me ev komplo kir lê em dişopînin.’ Ji ber ku di polîtîkaya tecrîdê de ev 24 sal in tiştek neguherî. Ne CPT’yê, ne Konseya Ewropayê û ne jî saziyeke din ji bo vê mijarê hewldanek nekir. Ev jî tê wê wateyê ku tecrîdê dipejirînin. Ne tenê pejirandin lê dibêjin ku em aliyekî vê polîtîkayê ne. Heke CPT hewce nebîne, em ê nekarin heta 6 mehên din ji Ocalan agahî bigirin. Ji vê serdanê tenê agahiya Tirkiyeyê heye û tu wateya vê yekê bo me nîne. CPT’yê nekarî fikarên civakê ji holê rake.”
 
RÊYA RAKIRINA TECRÎDÊ 
 
Îsteklî, pergala hiqûqê ya li Îmraliyê weke “çalereş” a her tiştekî dadiqurtîne pênas kir û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî her tiştekî, ji bo hevdîtin û têkilîdanîna bi Îmraliyê re dê çalakî, xwepêşandan û hewldanên me yên hiqûqî bidomin. Tecrîda li ser birêz Ocalan êdî sînorên hiqûqê derbas kiriye. Lewma em parêzer dê hewl bidin vê tecrîdê teşhîr bikin. Ji bo vê jî divê hemû kes li dijî tecrîdê dengê xwe bêhtir bilind bike.” 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

18/10/2022
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê