Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin

  • rojane
  • 09:02 11 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Prof. Abbas Valî diyar kir ku çalakiyên li Îranê yên bi pêşengiya jinan, hîmê rejîmê hejandine û got ku ger ev çalakî bi ser bikevin dê hevsengiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi awayekî cidî biguherin. 
 
Serhildana gel a li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ku di 16’ê îlonê de ji aliyê “polîsên exlaqê” ve li Îranê hatibû qetilkirin, didome. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan ên Îranê, heya niha 19 jê zarok herî kêm 185 kes hatine kuştin. Prof. Abbas Valî, serhildan û çalakiyên gel ên li Rojhilat û Îranê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
‘GEL DOZA JIYANA BI HEV RE DIKE'
 
Valî da zanîn ku hemû xwepêşandan serhildaneke li dijî rejîmê ye û got ku gelên Îranê desthilatdariya rejîmê qebûl nakin û dixwazin pêkhateyeke nû ava bikin. Valî, diyar kir ku xwepêşandan li her derê belav bûne û wiha got: “Li gorî min ev rewş serhildaneke siyasî ye. Ev serhildan, serhildaneke ji bo dest ji dewleta îslamî berdin û dewletek nû ava bikin. Ji saziyên cemaweriyê heya bi saziyên olî, girseyeke rabûye ser pêyan heye. Di xwepêşandanan de ji hemû netewe û pîşeyan kes hene û dewleta îslamî naxwazin. Gelên li dora dirûşmên 'Jin jiyan azadî', 'Bimire komara îslamî', 'Bimire dîktator' û 'Em komara îslamê naxwazin' bûne xelek û daketine kuçe û kolanên Îranê, êdî dixwazin jiyaneke hevpar a azad ava bikin. Gel dixwazin li dora nasnameyeke hevpar kom bibin û bibin yek. Ev nasnameya hevpar, eniyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê kesên ku di eniya siyasî de cih girtine, baweriya xwe ya olî danîne aliyekî û dixwazin di civakeke azad de bijîn. Kesên ku niha li Îranê li dijî dîktator rabûne, xwe bi hebûna pêkhateyeke demokratîk tenê sînordar nakin. Di heman demê de ji bo hemû çand, etnîsîte û nasnameyên zayendî doza rêzgirtinê dikin."
 
‘ÇALAKIYEKE WIHA CARA EWIL TÊ KIRIN'
 
Bi domdarî Valî destnîşan kir ku çalakiyên tên kirin ne mîna çalakiyên berê ne û got ku li Rojhilata Navîn û li cîhanê cara yekeme rewşeke wiha rû dide. Valî, anî ziman ku hêzên rejîmê nikarin çalakiyan bitepisînin û got ku çalakî bingeha rejîmê hejandine. Valî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev çalakî, naşibin çalakiyên berê. Ji ber vê yekê hêzên rejîmê di çewisandina van çalakiyan de zehmetiyan dikişînin. Berê hêzên rejîmê çalakiyên bi vî rengî diçewisandin. Lê niha nikare çalakiyên rû dide bitepisîne. Di vir de dirûşmeya herî girîng û berbiçav, dirûşmeya ku ji bo jinan û tevahiya civakê doza azadiyê dike. Vê dirûşmeyê bingeha rejîmê hejandiye. Ji ber ku bingeha rejîmê li ser kolekirina jinê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê gel dixwaze vê rejîmê ji holê rake. Dixwaze jin û hemû civakê azad bibe. Dema em niha lê dinêrin, di çapemeniyê de berxwedana jinan li pêş e û ew pêşengiya civakê dikin. Ev serhildan, li Rojhilata Navîn yekta ye û heta niha tiştekî mîna vê serhildanê li cîhanê nehatiye dîtin."
 
‘PLANÊN HAMANEYÎ PÛÇ BÛN'
 
Di berdewamê de Valî anî ziman ku pêşengê olî yê Îranê Hamaneyî û hêzên rejîmê ji bo çalakiyên gel manîpule bikin çi ji dest wan tê dikin, lê gel berbayî lîstikên wan nakevin û ev tişt anî ziman: "Hêzên rejîmê, kurd û gelê belûc wekî cudaxwazan dihesibîne. Serhildana ku ji vê nasnameya hevpar derketiye holê, planên rejîmê pûç kirin. Gelên Îranê dirûşmên 'Kurdistan roniya me û çavê me ye' berz dikin. Plana rejîma Îranê ya li dijî vê jî ev bû; bi bombekirina partî û baregehên siyasî, dixwest wan mehkûmî xwe bike û her kesî çavtirsandî bike. Lê partiyên siyasî, pêşmerge û gerîla berbayî vê lîstika Îranê neketin û li bajêr serî li tu çalakiyên çekdarî nedan. Bi vî awayî planên rejîmê pûç bûn."
 
‘DÊ BIBE CIHÊ BANDORÊN MEZIN'
 
Valî diyar kir ku ger çalakiyên li Îranê bi ser bikevin dê bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn û dewletên cîhanê bikin û got ku dewleta Tirkiyeyê ji ber ku dizane dê ev çalakî bandoreke mezin li kurdên li Tirkiyeyê jî bike, rasterast piştgiriya dewleta Îslamî ya Îranê dike. Valî, axaftina xwe wiha qedand: "Heke ev serhildana li Îranê bi ser bikeve, wê bandoreke mezin li herêmê bike û hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne. Her wiha dê hevsengyên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê jî biguherîne. Pê re dê hevsengiyên li Sûriye, Iraq, Lubnan, Yemen, Erebistana Siûdî, Kendava Farsê û Îsraîlê jî biguherîne. Ji aliyê din ve hevsengiyên siyasî yên Amerîka, Rûsya, Çîn û rojavayê cîhanê jî dê biguherîne. Ev guhertin dê bandorek mezin li Tirkiyeyê jî bike û dê bîrdoziya îslamî ya li Tirkiyê jî biguhere. Ji ber ku li Tirkiyeyê bîrdoziyeke siyasî serdest e. Bala xwe bidinê rayedarên Tirkiyeyê li ber çalakiyên li Îranê radibin û piştgiriya rejîmê dikin. Heke ev serhildan bigihêje armanca xwe, wê bandoreke mezin li kurdên Tirkiyeyê bike. Ji ber ku ev mijar hemû bandoreke mezin li siyaseta Tirkiyeyê dikin û ji ber wê jî Tirkiye naxwaze dewleta îslamî hilweşe. Lê vê carê wê rageşî zêdetir bibe û ev çalakî ji yên berê bêtir cihê hêviyê ne." 
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

18/10/2022
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir