Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn

  • rojane
  • 21:36 10 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Bi sedan kesên ku bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li Kadikoyê kom bûn gotin, dê hesab ji kujeran bipirsin.
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê, ji bo kesên ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin bibîr bînin, li Kolana Rihtimê ya Kadikoyê daxuyanî dan. Ji xeynî rêxistinên civaka sivîl, parlementer, xwendekar, ciwan, hiqûqnas û jin jî di nav de bi hezaran kes tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
BI BERZKIRINA DIRÛŞMEYAN MEŞIYAN
 
Qada ku daxuyanî lê hat dayîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Çendî polîsan astengî dan ber girseyê jî, bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyan çûn qadê. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeyên "10'ê Cotmehê jibîr neke, nede jibîrkirin", "Kujer DAÎŞ, hevkar AKP", "Şehîd namirin", "Ji şer re na, aştî", "Dê ciwan hesab ji kujeran bipirsin" û "Şehîdên şoreşê nemirin" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Dê ked bi ser bikeve! Dê demokrasî bi ser bikeve! Dê aştî bi ser bikeve" û "Me di salvegera 7'an de Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê jibîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hatin vekirin. 
 
Bi hezaran kes deqeyekê rêz girtin jib o kesên hatine qetilkirin. Di dema rêzgirtinê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Paşê navê kesên hatin qetilkirin yeko yeko hatin bilêvkirin. Gava nav hatin bilêvkirin, girseyê bi yek dengî got "dijî". 
 
‘EM NE PARASTIN, KUŞTIN'
 
Li ser navê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Faîk Delî, bavê Dîcle Delî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, axivî. Delî  wiha got: “7 sal derbas bûn. Êvara 9’ê Cotmehê em bi sed hezaran kes ber bi Enqereyê ve meşiyabûn, ji bo em pêşî li ber aloziya serdestan a li welêt bigirin. Ez jî bi keça xwe ya hêja Dîcleyê û hevrêyên xwe re beşdarî meşê bûbûm. Em heta gihiştin Enqereyê rastî gelek astengiyan hatin, me her tim îtîraz kir. Çawa ku rê ji me re vekirin, rê li ber kujerên DAÎŞ'î jî vekirin. Ji rêyeke bi hezar kîlometreyan dûr wisa bi rihetî hatibûn. Ji bo me bikujin, kemîn danîbûn. Peywira polîsên dewletê ew bû ku me biparêzin, lê mixabin wiha nekirin."
 
BERPRISÊN KOMKUJIYÊ
 
Delî bibîr xist di teqînê de 103 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku fermana "paqijkirinê" hatiye dayîn. Delî wiha domand: "Bi fîşekên plastîk û gazê êrîşî me kirin. Gelek hevalên me ji ber madeyên kîmyewî yên ku hêzên ewlehiyê li dijî me bi kar anîn jiyana xwe ji dest dan." Delî destnîşan kir ku 600 metre dûrî qadê nexweşxane hebûye, lê ambulans piştî teqînê bi nîv saetî hatiye. Delî bibîr xist ku piştî komkujiyê der heqê kesên sax filitîne û malbatên wan de lêpirsînên bêhiqûqî hatine destpêkirin û wiha got: “Nehiştin ne bi rihetî cenazeyên xweveşêrin ne jî şîna xwe deynin. Bi ser de bi lêpirsînan û cezakirinê gef li malbatên me xwarin."
 
Delî bilêv kir ku berpirsên sereke yên vê bûyerê Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê, MÎT, Midûriyeta Giştî ya Polîsan û Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ne û got: "Paya wan di vê komkujiyê de heye." 
 
‘DÊ GEL AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATÎ'
 
Delî anî ziman ku wan nikaribûye hevrêyên xwe biparêzin û got: “Em soz didin we, dê alaya we ya têkoşînê tu carî nekeve erdê. Me alaya we ya têkoşînê ya ket erdê hilgirt û em ê bilind bikin. Kasim Guler ê ku wekî emîrê DAÎŞ'ê yê Tirkiyeyê hat tayînkirin, di danişînê de li xwe mikur hat. Got, do dema êrişêN DAÎŞ'ê yên li ser Rojavayê de, di bin çavdêriya hêzên dewletê de gelek caran hatine Tirkiyeyê û ji vir çûne Sûriyeyê. Hela em ê mêze bikin dê ji niha û pê ve çawa bibe."
 
Delî di dawiya axaftina xwe de wıha got: "Êşa me jî û hêrsa me jî pir mezin e. Lê baweriya me ya ji bo demokrasiyê jî gelekî mezin e. Gel dê aştiyê bînin vî welatî." 
 
Delî bi xwendina helbesteke Orhan Kota dawî li axaftina xwe anî. 
 
Gava Delî helbest xwend bi hezaran kesî dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Biji biratiya gelan” û "Dê hesabê 10'ê Cotmehê bê pirsîn" berz kirin. 
 
Daxuyanî bi çepik, tilîliyan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

Sernavên din

18/10/2022
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir