Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 3’yemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Gire Spî daxuyanî da û diyar kir ku dê herêmên dagirkirî ji dagirkeriyê rizgar bikin. Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî kir ku bi erka xwe rabin. 
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvgera êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ziyanê dide têkoşîna li dijî terorê û aloziya li Sûriyeyê hêj bêhtir kûr dike. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê heta niha polîtîkaya tirkkirinê li herêmê dimeşîne û ev tişt hatin parvekirin: “Ji vê mebest ew e ku desthilata osmanî vegerîne û plana Mîsak-î Mîllî vejîne. Dewleta tirk a dagirker bi rêya bazarên siyasî û leşkerî, bikaranîna komên terorîst û çeteyan, di şerê xwe yê li dijî gelan û pêkhateyan herêmê de hewl dide bingeha şerên navxweyî û etnîkî biafirîne û pêş bixîne ku mîna wê di dîrokê de kêm in. Di heman demê de hewl dide projeyên demokratîk ên bi armanca dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re, têk bibe. Bi vê mebestê jî Serêkaniye û Girê Spî dagir kir.” 
 
‘TIRKIYE BO ÇETEYAN HERÊMÊKE BIEWLE AVA DIKE’ 
 
Di berdewamê de Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta tirk bi rêya komên paramîlîter, li herêmê gendeliyê pêş dixe, gel qetil dike, diçewisîne, binesaziya herêmê dirûxîne, deverên dîrokî tune dike û wiha domand: “Bi vê yekê dixwaze dîroka herêmê, çanda wê û etnîkên wê yên resen ji holê rabibin. Di vê çarçoveyê de bi sedhezaran kes ji xaka xwe kirin û li şûna wan jî kesên biyanî û m malbatên çete û terorîstan bi cih kir. Bi taybet jî ev kes li bajar, navçe, bajarok û gundên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bicih kirin. Li herêmê sûcekî mezin ê guherandina demografyayê dike. Bi vê yekê dixwaze herêmên navborî bo çete û terorîstan bike herêmêke biewle.”
 
‘EM Ê HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIN’
 
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha bi dawî bû: 
 
“Weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 3’yemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de em diyar dikin ku dê di her qadê de têkoşîna xwe bihêztir bikin heta ku herêmên dagirkirî ji terora dewleta tirk û komên çete tên rizgarkirin.  Her wiha dê hesabê sûcên wan ên li dijî mirovahiyê bên pirsîn.  
 
DIVÊ KOALÎSYON Û RÛSYA DAWÎ LI DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BÎNIN
 
Heke ji nezelalbûna siyaseta navneteweyî bi taybet jî ji Trump nebûya, ev herêm nedihatin dagirkirin. Ji ber ku siyaseteke durû meşand û li ser esasê bazirganiya siyasî, rêgezên navneteweyî û pîvanên mirovî binpê kir. Gelê herêmê jî bedelên giran ên vê siyasetê da. Banga me ji bo civaka navneteweyî û bi taybet jî Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ew e ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin. Divê bi lez bikevin nava hewldanan û dawî li dagirkeriya dewleta tirk û bandora wê bînin. Di heman demê de divê helwesteke zelal rabe bikin. Her divê hêzên niştimanperwer, demokrat, gelê Sûriyeyê û civaka navneteweyî baş pê bizane ku heta dewleta tirk li herêmê be, dê îstîqrar û aramî neyê Sûriyeyê. Dagirkeriya dewleta tirk, xebatên navneteweyî yên li dijî terorê jî lawaz dike.”
 

Sernavên din

14/10/2022
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin