Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 14:08 9 Cotmeh 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi mebesta protestokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, li gelek bajaran meş û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin, di encama Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji Sûriyeyê hat derxistin. 24’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran bi çalakî û meşan hat protestokirin. Di meşên “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” ku bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tên lidarxistin de komplo hat lanetkiprin. 
 
QOSER 
 
Di vê çarçoveyê de li Qoser a Mêrdînê bi pêşengtiya DBP, HDP, TJA, TUHADFED û MEBYADER’ê meşek hat lidarxistin. Ji bo meşê, girse li Parka Ozmenê hat ba hev. Beriya meşê, gelek deverên bajêr bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin. Polîsan êrişî girseya li parkê kir lê tevî êrişê jî girse belav nebû, dirûma “Bijî Serok Apo” berz kir û dest bi meşê kir. Bi destpêkirina meşê re polîsan li kolanan barîkat danîn. Piştre jî di navbera Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û komeke polîsan de nîqaş derket. Di vê navberê de komekê li kolaneke din dest bi meşê kir. 
 
GUNAY BAL KIŞAND SER AZADIYÊ
 
Di dema meşê de girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştî meşê jî Hevserokê HDP’a Qoserê Mehmet Fatîh Ozturk axivî û komplo şermezar kir. Ozturk, banga rakirina tecrîda li ser Ocalan û xwedîderketina li têkoşîna azadî û demokrasiyê kir. 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku li dijî polîtîkaya tecrîdê, wan tu carî ji daxwaza xwe ya azadiyê paşdegav neavêtine û wiha domand: “Birêz Ocalan, mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e.” Di dema axaftinê de gelek caran gotinên Gunay bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat birîn. Gunay, bi domdarî got ku tu kes dê nekarî pêşî li daxwaziya wan a azadiyê bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesek nikare xwe li pêşiya milyon kesên bi daxwaza azadiyê bedel didin bigire. Çawa ku we di nava 24 salan de tevî her cureyên polîtîkayan jî nekarîbe li Îmraliyê encamekî bi dest bixin, dê îro jî bi bariyên xwe, bi tundî, zext, binçavkirin û girtinan gelê kurd bitirsînin. Çi dibe bila bibe em ê demokrasî û azadiyê bînin vî welatî. Ji ber ku niha hemû kes dibêje; ‘jin, jiyan, azadî.’ Ji ber ku îro hemû kes ber bi azadiyê ve dimeşe. An azadî an azadî.” 
 
DUNDAR: KOMPLO HAT PÛÇKIRIN
 
Parlamentera HDP’ê Pero Dundar jî destnîşan kir ku 9’ê Cotmehê tenê komployeke li dijî kurdan nîne û ev tişt anî ziman: “Bi komployê re xwestin ‘Şerê Sêyemîn ê Cîhanê’ bidin destpêkirin. Hêzên navneteweyî, Komploya 9’ê Cotmehê ji xwe re weke fînalek dîtin. Lê birêz Ocalan, bi sekn û têkoşîna xwe ev komplo pûç kir. Komplo, îro jî bi berxwedana Jîna Amînî hatiye pûçkirin. Ji hêla gelê kurd û ciwanên cîhanê yên îro ji bo Nagihan Akarsel rabûne ser pêyan ve hatiye pûçkirin. Heta ku tenduristî, ewlehî û azadiya birêz Ocalan tê mîsogerkirin jî dê gelê kurd li ber xwe bide.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû. 
 
LI BAZÎDÊ MEŞ
 
Bi heman boneyê, li Bazîdê jî bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), TJA, DBP, HDP û Meclisa Dayikên Aştiyê meşek hat lidarxistin. Girseya ku li ser Cehdeya Îsmaîl Beşîkçî kom bûyî, li vir daxuyanî da û piştre jî ber bi avahiya Rêxistina HDP’a Bazîde ve dest bi meşê kir. Di dema meşê de girseyê pankarta “Em li dijî komplo, tecrîd, pergala îşkenceyê ya li zindanan û terkkirina girtiyan a bo mirinê ber bi azadiyê ve dimeşin” vekirin.  Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk,  Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP’ê ya Mûşa Şevîn Coşkun û gelek welatî tev li meşê bûn. 
 
‘RÊYA DEMOKRASIYÊ LI ÎMRALIYÊ DERBAS DIBE’
 
Di daxuyaniya beriya meşê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, ji ewil Endama Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmehê de li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hatibû qetilkirin, bi bîr anî. Bi domdarî Ozturk bal kişand ser Komploya 9’ê Cotmehê û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 24 sal berê di encama komployeke navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Tecrîd, ev 24  sal in berdewam e. Xwestin bi rêya komployê rê li ber fikrên birêz Ocalan bigirein lê bi saya berxwedana xwe ya li Girava Îmraliyê ev hewldan pûç kir. Rêya aştî, demokrasî û azadiyê li Îmraliyê derbas dibe. Em, tecrîdê şermezar dikin. Em soz didin ku heta birêz Ocalan azad dibe jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
Tevî barîna baraneke zêde û astengkirinên polîsan jî girseyê ber bi avahiya HDP’a Bazîdê ve dest bi meşa xwe kir. Di meşê de dirûşmên “Bimre tecrîd, bijî aştî”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.  
 
Piştî meşê jî girse derbasî avahiya HDP’ê bû. 
 
LI RIHAYÊ MEŞA BI GIRSEYÎ
 
Rêxistinên DBP’ê û HDP’ê li Rihayê komploya 9’ê cotmehê li Qada Topçû ya navçeya Halîlîyeyê şermezar kirin. Girseya ku parlamenterên HDP’ê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî din av de li qadê ji aliyê bi sedan polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî astengiyê li qadê bi sedan kes kom bûn. Di çalakiya şermezarkirinê de bi kurdî û tirkî pankarta “Tecrîdê rakin deriyê Îmralîyê vekin aştiyê ava bikin” hate vekirin. Polîsan ji ber di pankarta kurdî de peyva “Îmraliyê” derbas dibû xwest dest deynin ser pankartê. Girseyê destûr neda polîsan û daxuyanî da. 
 
TAŞ: BILA OCALAN BIAXIVE
 
Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, bertek nîşanî komployê da û wiha got: “Armanca vê komployê tasfiye kirin bû. Birêz Ocalan ji bo ku alozî kûrtir nebe û ji bo çareseriyê komplo vala derxist. Komplo îro bi tecrîdê berdewam dike. Dema birêz Ocalan diaxive aramî tê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Ji vir û şunde tecrîd kûrtir kirin. 7 sal in aloziyek heye. Kesên ku aramî û aştî nexwestin ev yek kirin. Sedemê qeyrana aboriyê jî ev e. Dest ji van polîtîkayan berdin. Bila tecrîda li Îmraliyê demildest rabe. Bila birêz Ocalan biaxive. Bila pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bibe. Bi înkar û şer ev pirsgirêk çareser nabe. AKP çareseriyê pêşkeş nake. Heke deriyên Îmraliyê vebin wê çareserî pêk were. Wekî din rêyeke din nîne. We hemû rê ceribandin lê çareser nekirin. Bila gelên Tirkiyeyê vê bibînin. AKP ji bilî serweriya xwe tiştekî din nafikire.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî vîna me ne” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, girse dest bi Meşa Azadiyê kir. Polîsan di derketina qadê de pêşî li girseyê girtin. Girseya ku dorpêça polîsan şikand, ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ve meşiya. Di dema meşe de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana Îmraliyê” hate berzkirin. 
 
Polîsan êrişî meşa ku bi sedan kes tev li bûn kir. Di encama êrişê de welatiyên bi navê Hatîce Goktepe û Omer Kistak bi lêdanê hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe. Girseyê li dijî êrişê dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kir. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
CIZÎR
 
Li Cizîr a Şirnexê jî bi pêşengtiya DBP, HDP, TJA, MEBYA-DER, (MED TUHAD-FED) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê meş hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û gelek kes beşdarî meşe bûn.
 
Bêriya meşê gelek kolan û cehdeyê Cizîrê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Çalakvan, li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeya kom bûn û xwestin heya Cehdeya Dortyolê bimeşin. Lê belê polîsan êrişî girseyê kirin. Tevî hemû astengî û êrişan jî girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Kes nikare roja me tarî bike” û “Bijî Serok Apo”meşiyan.
 
‘KOMPLOGER NEÇARÎ TÊKÇÛNÊ NE’
 
Piştî meşê, girseyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî komplo, tecrîd, îşkenceya sîstematîk a li zindanan û li dijî terkkirina mirinê ya girtiyên nexweş, ber bi azadiyê ve dimeşin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP’ê yê Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr, da zanîn ku hêzên navneteweyî xwestin bi rêya komployê, Rojhilata Navîn di tarîtiyê de bihêlin û wiha got: “Ev komplo, 24 sal berê bi destê gelek hêzên navneteweyî û bi planên qirêjî li dijî birêz Ocalan hat pêşxistin. Lê birêz Ocalan bi fikr û sekna xwe ev komploya qirêjî pûç kir. Ji ber vê yekê jî îro ev komploye bi tecrîdê tê domandin. Bi girankirina tecrîdê re dixwazin komployê mayînde bikin. Ji ber ku gelek planên qirêjî li ser Rojhîlata Navîn hene. Dixwazin şerê kurd û tirkan derxînin. Ev kesên ku dixwazin di navbera gelan de şer û aloziyê derxînin, neçarî têkçûnê ne. Ev berxwedan, îro di şexsê kesên ku gotibûn ‘kes nikare roja me tarî bike’ de roj bi roj mezintir dibe. Em komploya navneteweyî şermezar dikin û heya tecrîd neyê şikandin jî dê nerawestin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
POLÎSAN LI EDENEYÊ ÊRIŞ KIR 
 
Di heman çarçoveyê de li Edeneyê jî bi pêşengtiya DBP, TJA, HDK û HDP’ê çalakî hat lidarxistin. Beriya daxuyaniyê, Parka Heykelî û avahiya HDP’ê ya Edeneyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û ketin û derketin hat astengkirin. Koma li avahiya HDP’ê kom bûyî xwest derkeve lê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Komê dema xwest ji avahiya partiyê derkeve, rastî êrişa polîsan hat. Di encama êrişa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Lê tevî êrişan jî girseyê li ber xwe da û li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş bertek nîşanî êrişa polîsan da û wiha got: “Ya ku polîs dikin, sûc e. Weke partiyeke siyasî, mafê me heye ku azadiya xwe bi kar bînin û daxuyaniyê bidin. Bi girtina pêşiya avahiya partiya me re hûn sûc dikin.” 
 
'MUXATAB OCALAN E’
 
Karakiş, bi domdarî anî ziman ku encamên komployê yên polîtîk û civakî îro hîn bêhtir berbiçav bûne û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan, xwedî fikrekî wisa ye ku îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî. Komploya li dijî birêz Ocalan hatiye pêşxistin, di heman demê de destwerdaneke lidijî veguherîna mezin a civakî û fikra jiyana azad e. Hedefgirtina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye. Ji hêlekê ve xwestin bi komployê re têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi temamî ji holê rakin û li hêla din jî berê gelan bidin hev û şerekî navxweyî derxînin. Lê belê birêz Ocalan bi saya îradeya çareseriya demokratîk a li Îmraliyê pêş xistî, hem komplo pûç kir û hem jî paradîgmaya jiyana nû afirand. Tevî tecrîda girankirî jî, muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd û sermuzakerevan, birêz Ocalan e. Em, komployê şermezar dikin û banga me ji bo hemû derdorên demokratîk ew e ku li dijî tecrîdê bikevin nava hewldanan.” 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya HDP’a Mêrsînê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ber bi azadiye ve dimeşin” hatibû vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de Rêveberê TUAY-DER a Çukurovayê Ergîn Altûntaş axivî û da zanîn ku bi komployê re hat xwestin ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tune bibe. Altûntaş, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li dijî rejîma tecrîdê paşdegav neavêjin û têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê hêj xurtir bikin.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistinê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Îzmîrê li Qada Basmaneyê li hev kom bûn û xwestin heta ber Sumberbankê meş li dar bixin. Lê belê polîsan meşê asteng kir û bi bariyeran girseyê dorpêç kir. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan bertek nîşanî polîsan da. 
 
Li ser astengkirina meşê, girseyê demek kin çalakiya rûniştinê li dar xist û pankart vekirin û dirûşmên ji bo dilsoziya bi Ocalan re berz kirin. Parlamenterên HDP’ê Serpil Kemalbay û Kemal Pekoz û rêveberên HDP’a Mûgla û Aydinê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. 
 
‘ÇARESERÎ BI AZADIYÊ PÊKAN E’ 
 
Piştî çalakiya rûniştinê Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk daxuyanî da û destnîşan kir ku çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e. 
 
Parlamenter Serpil Kemalbay û Kemal Pekoz jî axivîn û diyar kirin ku heta dawiyê ew ê li dijî komplo û tecrîdê têbikoşin. 
 
HEVSEROK HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Piştî daxuyaniyê girseyê xwest ber bi avahiya HDP’a Îzmîrê ve meş li dar bixe. Polîsan êrişî girseyê kir û hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û kesek navê wî/wê nehat zanîn hatin binçavkirin. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/10/2022
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin