‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'

  • rojane
  • 09:16 9 Cotmeh 2022
  • |
img

RIHA - Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku 3 sal berê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn dagirkirin, mirov nikare behsa ewlehiyê bike û wiha got: "DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkbirin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike." 

 
Bi ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 3 sal derbas bûn ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike hatibûn dagirkirin. Ji roj ev bajar hatine dagirkirin ve sûcên wekî revandin û qetilkirina mirovan, xesp, destdirêjî û guherandina demografiyê tên kirin. Ev bajarên ku veguherîne baregehên hêzên paramîlîter ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dibin cihê xetereyek mezin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de 429 welatî hatine qetilkirin û zêdetirî 450 hezar welatî hatine girtin û revandin.
 
Li Girê Spî zêdetirî 100 hezar kes û li Serêkaniyê jî zêdetirî 200 hezar kes ji Serêkaniyê hatine koçberkirin. Ji Tirkiyeyê jî 6 hezar penaber li Girê Spî û zêdetirî hezar û 800 DAIŞ'î jî tevî malbatên xwe li Serêkaniyê hatine bicihkirin. 
 
Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'SIVÎL HEDEF HATIN GIRTIN'
 
Evîn Cuma bibîr xist ku di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re 3 sal derbas bûne û got ku piştî dagirkeriyê li herêmê gelek guhertin çêbûne. Cûma anî ziman ku bi deh hezaran kes neçar mane dest ji axa xwe berdin û wiha got: “Piraniya kesên neçar man koç bikin kurd in. Ji destpêka êrişên dagirkeriyê ve, êrişên hovane li dijî gel tên kirin. Çekên giran hatin bikaranîn û di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin. Di êrîşan de welatiyên sivîl bi zanebûnî hedef hatin girtin. Ên nekuştin jî ew koçber kirin û dest danîn ser erdên wan û xaniyên wan. Kesên ku nexwestin dest ji malên xwe berdin hatin revandin û bi fîdyeyeke zêde hatin berdan. Jiyana li her du bajaran jî pir zehmet e. Kesên ku tên girtin û revandin rastî îşkenceyê tên. Bi qasî ku me tespît kiriye di 3 salan de zêdetirî 450 hezar kes hatine girtin û revandin."
 
'DAIŞÎ ANÎNE VAN DERAN'
 
Evîn Cûma da zanîn ku hin kesên ku li herêmê hatine desteserkirin di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin û wiha got: “Kesên tên girtin li gorî qanûnên Tirkiyeyê tên darizandin û cezakirin. Gelek kes bi cezayê muebbedê hatine cezakirin. Niha nêzî 400 hezar kesên ji Serêkaniyê û Girê Spî ji malên xwe dûr, di şert û mercên zehmet de li kampan dimînin. Armanca vê zilmê ji bo guherandina demokrafiyê ye. Li şûna xwecihên van deran malbatên çeteyên DAIŞ'ê hatin bicihkirin. DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkbirin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike." 
 
Evîn Cûma anî ziman ku kesên ev her du bajar xistine destê xwe car carinan ji ber "payêkirina xenîmetê" bi hev dikevin û wiha domand: "Di van pevçûnan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Tirkiye, bi armanca 'avakirina qadeke ewle' dagirkeriya xwe parast li bara hêzên navneteweyî. Lê ne mimkun e ku mirov li van derena behsa ewlehiyê bike. Ji bo kesên ku li vê herêmê hatin bicihkirin gelek gund hatin avakirin." 
 
Cûma bi lêv kir ku tiştên li herêmê diqewimin li ber çavên hêzên navneteweyî pêk tên û wiha got: “Hêzên garantor ên li herêmê ji bo tiştên diqewimin deng ji xwe dernaxin. Qîma xwe tenê bi raporan tînin. Çendî binpêkirinên mafan ên li herêmê hatine raporkirin û sûcdariya Tirkiyeyê hatiye belgekirin jî heya niha tu ceza nehatiye dayîn. Ji bo gelên herêmê vegerin ser axa xwe û bi awayekî ewle bijîn, divê Tirkiye ji herêmê bê derxistin."
 
'JIN HEPSÎ MALÊ HATIN KIRIN'
 
Evîn Cûma destnîşan kir ku Serêkaniyê û Girê Spî beriya dagirkirinê ji bo jinan bajarine bibandor bûne û xwe bi xwe bi rê ve dibirin û wiha got: “Jinên ku xwe bi rê ve dibirin rastî îşkence, revandin û destavêtinê hatin. Gelek jinên di girtîgehan de hatin girtin mirin. Feraseta DAIŞ’ê jinê ji her aliyê jiyanê dûr xistiye. Dixwazin jinê cardin bikin kole û wan hepsî malê dikin. Nahêlin jin di qada sivîl de bên xuyakirin, ev hatiye qedexekirin." 
 
BANG LI GELAN KIR
 
Evîn Cûma bang li welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û wiha got: “Tirkiyeya ku êrîşên wê yên li ser herêmê didomin, ji bo êrişine nû gefan dixwe. Qebûlkirina dagirkeriyeke nû ne pêkan e. Divê her kes tirsê deyne aliyekî û li ber xwe bide. Dagirkirina axa mirov tê wateya mirina mirov. Divê kes nehêle herêm ji mirovan bê xalîkirin. Divê her kes bi hev re li dijî êrîşan rabe û bitêkoşe. Divê her kes li dijî şerê taybet xwe amade bike. Ger gel yekgirtî be, dê kes nikaribe wan bi darê zorê ji axa wan derîne."
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

14/10/2022
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin