Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin

  • rojane
  • 22:25 8 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Ewropayê bi hezaran kes daketin qadan û komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin ku demildest divê Ocalan azad bibe.
 
Di salvegera komploya navdewletî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat çêkirin, li gelek navendên Ewropayê hat şermezarkirin. Di çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê de îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: “Demildest ji bo Abdullah Ocalan azadî.”
 
DANÎMARKA
 
Kurdistaniyên ku li Kopenhagê, komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi meşekê protesto kirin. Kurdistanî ji qada Îsraîlê heta Parlamentoya Danîmarkayê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Apo gel e, gel vir e” û “Demildest ji bo Abdullah Ocalan azadî” hatin berzkirin. Li ber Parlamentoya Danîmarkayê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên hiqûqî yên navneteweyî hat kirin ku li dijî siyaseta Tirkiyeyê rabin. 
 
Di axaftinan wiha hat gotin: “Heta Serok Apo azad nebe, gelê kurd azad nabe.”
 
SWÎSRE
 
Di çalakiya li paytexta Swîsre Bernê de jî li ser şert û mercên tecrîdê hat sekinandin. 
 
Çalakî li ber avahiya Parlamentoya Swîsreyê hat lidarxistin û di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Kurdistanî ji gelek cihên Swîsreyê tevlî çalakiyê bûn û şoreşgerên enternasyonalîst ên Swîsreyî jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakgeran bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku Ocalan bi berxwedana xwe komployê pûç kiriye û hat gotin ku tecrîd û çar dîwar nikarin pêşî li ber Ocalan bigirin. 
 
Piştî axaftinan metna çapemeniyê ya bi almanî hatibû amadekirin hat xwendin.
 
HOLLANDA
 
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê jî meşek hat lidarxistin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan, daketin qadan. Di meşê de peyama Tevgera Jinan a ji bo şermezarkirina komployê hat xwendin. Di meşê de dirûşmeyên “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
Derya Dersîm a li ser navê Hevserokatiya DEM-NED’ê axivî, komplo û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û bal kişand ser rola hêzên navdewletî ya di komployê de. Li ser navê Înîsiyatîfa Rêbertiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Ciwanmêr Rojhilatî jî axaftinek kir. 
 
Di meşê de belavokên bi îngilizî û flamanî hatin belavkirin.
 
FRANSA
 
Li paytexta Fransa Parîsê jî bi pêşengiya TJK-F’yê ji bo protestokirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşek hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Girseya ku li qada Repûblîqûeyê hat ba hev, pankartên li ser “Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye” hatibû nivîsîn û wêneyên Ocalan hilgirtin.
 
Kurdistaniyên ku ber bi qada Stalîngradê ve dest bi meşê kirin, dirûşmeyên bi Fransî yên “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” berz kirin û komploya navdewletî şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bimire dewleta Tirk a faşîst” û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û TJK-F’ê belavoka têkildarî mijarê belav kir. Her wiha ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, îmze hatin berhevkirin.
 
Di çalakiyê de Hevserokên CDK-F’ê Xanê Akdogan û Abdullah Ulmez yek bi yek daxuyanî dan û gotin ku heta Rêberê PKK'ö Abdullah Ocalan azad bibe wê li qadan bin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.’
 
Li Marsîlyayê jî bi hezaran kes hatin ba hev û bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê, bi meş û mîtîngê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku ji Dragûîgnan, Montpellîer, Marîgnaneê hatin, saet di 14.00’an de li qada Canabîere a Marsîlyayê ber bi qada Vîeûx Portê ve meşiyan.
 
Di meşê de pankarteke mezin a bi Fransî li ser “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me ye” nivîsandî hat hildan. Girseyê, qetilkirina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir û dirûşmeyên "Bimire xiyanet" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. 
 
Çalakî, bi mîtîngê dewam kir. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin. Zozan Serhat ku li ser navê TJK-F’yê axivî wiha got: “Azadiya Rêber Apo, destpêka azadiya jinan e.’
 
Salvegera 24’an a komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê û li bajarên derdorê dimînin û dostên Kurdistaniyan ve hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ku saet di 18.00’an de li qada Charles de Gaûlles hatin ba hev, piştî deqeyek rêzgirtinê, bi dirûşmeyan komploya navdewletî şermezar kirin û dest bi meşê kirin. Dostên kurdan jî bi reng û dengê xwe tevlî meşê bûn. Belavokên bi fransî yên li ser komploya navneteweyî hatin belavkirin.
 
Kurdistanî û dostên wan ku tevlî çalakiya protestoyî bûn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimire Komploya Navneteweyî” berz kirin û li qada Charles de Gaûlles dest bi mîtîngê kirin.
 
Di axaftinên li qada mîtîngê hatin kirin de komploya navdewletî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Bi sekin û xwedîderketina gelê kurd a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya navdewletî hat pûçkirin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi pêkanîna tecrîda giran a li ser Rêbertiya Gelê Kurd û bi bikaranîna çekên kîmyewî rêgezên şer ên navneteweyî binpê dike. Bi polîtîkayên qirkirina siyasî, destkeftiyên kurdan ku bi berdêlên giran bi dest xistine, dike hedef. Heta tecrîd ji ser Rêberê Gelê Kurd ranebe û bi fizîkî azad nebe, em ê li qadan bin.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Sernavên din

14/10/2022
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin