Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê

  • rojane
  • 16:20 8 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku çavê wî yê rastê ji sedî 95 nabîne. Înîsiyatîfê got ku girtiyê nexweş ji bo emeliyatê naşînin nexweşxaneyê. 
 
Endamên Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Endamên înîsiyatîfê di hefteya 422’yan de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin. Di çalakiyê de gelek parastvanên mafên mirovan amade bûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin. 
 
‘ÇAVÊ WÎ YÊ RASTÊ JI SEDÎ 95 NABÎNE’
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Umît Can Akbulut di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku Demîr, ji sala 1996’an heta niha di girtîgehê de ye. Akbulut, bi domdarî wiha got: “Di vê pêvajoya girtîgehê de tenduristiya wî xerab bû û pirsgirêka wî ya herî mezin jî ya çavan e. Demîr, di nameya xwe de dibêje ku çavê wî yê rastê ji sedî 95 nabîne û nayê tedawîkirin. 3 sal berê ji çavê xwe yê çepê emeliyata kataraktê bûbû. Li ser çavê wî yê çepê qirêjî heye lewma bijîşk gotiye ku divê bi lazerê bê paqijkirin. Lê dema piştre dîsa diçe nexxweşxaneyê, bijîşkeke din jê re dibêje ku hewce nake. Heta niha ji bo çavê xwe 6 caran anjiyo bûye. Li gorî agahiyên dawî yên malbata wî; êdî nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Ji bo emeliyata lezgîn sewqa wî bo Enqereyê derketiye, heke neyê emeliyatkirin dê çavê wî kor bibe û dermanên wî bipere ne. Tevî biryara sewqkirinê jî nahêlin biçe nexweşxaneyê.”
 
‘DÊ PIŞTÎ EMELIYATÊ FELC BIBÎ’
 
Bi domdarî Akbulut diyar kir ku li gel nexweşiyên çav, her wiha nexweşiyên kronîk ên weke bronşît,  reflûya mîde û ulserê jî hene û wiha bi dawî kir: “Ji ber sendroma rûviyan a îrrîtabl, nexweşiya wî ya hemoroîd a hundir heye. Di her du çokên wî du menuskus heye. Nexweşê prostatê yî û gelemperî di testên PSA’yê de pileya wê zêde derdikeve. Heta niha 3 caran biyopsî kiriye. Ev 6-7 sal in dermanan bi kar tîne. Di guhan de vertîgo û çingîn hene û guhên wî baş nabihîsin. Her wiha fetqa stû heye û dema ji Boluyê bo emeliyatê dişînin Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê, bijîşk jê re got; ‘dê piştî emeliyatê felc bibî.’ Lewma nehat emeliyatkirin. Ji ber fitqa stû, gelek caran êşên giran dikişîne. Her wiha sînûzît û êşa serî ya kronîk didome. Ji bo apneya xewê 3 û neqla raçînkên pidiyên diran randevû dabû lê bêyî ku were tedawîkirin, tenê derman hatin nivîsandin. Di sala 2016’an de Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşehîrê rapora ji sedî 41 astengdariyê da, sewqî ATK’ê hat kirin û ATK’ê jî got; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Divê Demîr di zûtirin demê de bê emeliyatkirin. Divê sewqî ATK’ê bê kirin û şert û mercên guncav ên tedawiyê bên amadekirin.” 
 

Sernavên din

14/10/2022
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin