Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome

  • rojane
  • 13:51 8 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL – Cemîl Kirbayir 42 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin. Kekê Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir bertek nîşan da ku doz ket ber demborînê û wiha got: “Encama dozê çi dibe bila bibe, em ê dev ji doza Cemîl Kirbayir bernedin.” 
 
Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta windakiriyan û darizandina kujerên wan, her hefteyê bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê, di hefteya 915’an de çalakiya xwe online kir. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn ku di 13’ê îlona sala 1980’an de li gundê Okçu yê Erdexanê li mala xwe hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
Daxuyanî, ji hêla Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî, da zanîn ku malbatê di 25 rojên binçavkirinê yên Kirbayir de pêdiviyên wî bi cih anîne û wî jî ji malbatê re nivîsa “tiştên we şandin gihiştin ber destê min” şand. Bi domdarî Yolerî wiha got: “Malbat, di 8’ê cotmehê de çû navenda binçavkirinê û wan jî ji malbatê re got; ‘kurê we firar kir û êdî ji bo pirsîna wî neyên vêderê.’ Serlêdanên bav Îsmaîl Kirbayir û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bêencam man. Ji wê rojê ve tu agahî ji Cemîl nehatin girtin. 
 
Komîsyona Lêgerînê ya Meclisê têkildarî mijarê bi gelek şahidan re, bi xebatkarên emniyet û MÎT’ê yên wê demê re hevdîtin kirin. Raporeke ji 350 rûpelan amade kir. Di raporê de tê gotin ku Cemîl Kirbayir di îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî jî ji hêla kesên bûne sedema mirina wî ve hatiye tunekirin. Bi vê yekê re bi awayekî fermî hat qebûlkirin ku Cemîl di bin çavan de hatiye windakirin. Komîsyonê her wiha li Serdozgeriya Komarê ya Qersê gilî kir. Lê belê vê desthilatdariyê cisaret nekir ku bi sûcên li dijî mirovahiyê re hevrû bibe. 
 
EM Ê DEV JI DAXWAZA EDALETÊ BERNEDIN
 
Banga me li rayedarên dewletê yên soz dayîn Dayika Berfo ew e ku sozên xwe pêk bînin. Em dixwazin ku xwedî îradeyeke wisa bin ku aqûbeta Cemîl Kirbayir aşkera bikin, faîl û berpirsyarên di Rapora TBMM’ê de cih digirin bên darizandin. Çend sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Cemîl Kirbayir û windakiriyên din bernedin.”
 
‘GENERALÊN CÛNTAPARÊZ JI DESTÊ ME GIRTIN’
 
Piştre jî kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir axivî. Kirbayir, wiha got: “Piştî ku generalên cûntaparêz di Darbeya 12’ê Îlonê de dest danîn ser rêveberiya welêt, birayê min ji destê me hat girtin. Birayê min tevî 17 hevalên xwe, hefteyekê li 247’emîn Lîwaya Peyadar a Goleyê hat ragirtin. Hefteyek piştre birin mala çavdêriya leşkeran a girêdayî 9’emîn Parartêşê ya Qersê. Di 7’ê cotmehê de em çûn serdana wî. Wê demê me nedikariya rû bi rû hev bibînin. Me bi rêya pusulayê pêdiviyên wî pêşwazî dikirin. Dema di 7’ê cotmehê de cilên xwe şandin, pusulayek nivîsandibû û wiha digot; ‘Ez ê baş im, pirsgirêk nîne.’ Di 8’ê cotmehê de ez li Goleyê memûr bûm. Bavê min got Cemîl firar kiriye û li malê lêgerîn hatiye kirin. Min ji bavê xwe re got; ‘Cemîl duh li wê derê bû û sax bû. Cihekî zor û zehmet e û kesek nikare jê bireve. Xuyaye ku Cemîl kuştine. 
 
JI BO BIRAYÊ MIN GOTIN ‘FÎRAR KIRIYE’ Û EZ JÎ HATIM SIRGÛNKIRIN 
 
Ji rojan, çarşem bû. Min demildest rapor girt û çûm Qersê. Ji ewil çûm mala çavdêriyê ya ku min lê dîtibû. Ji min re gotin Cemîl li emniyetê ye. Çûm emniyetê û wan ji min re gotin li mala çavdêriyê ye. Careke din hatim mala çavdêriyê. Min ji wan re got ku fikarên min hene û dixwazim bibînim. Rayedarekî payebilind lênûs vekir û bi pênûsa sor şerha ‘nehat anîn’ da. Ji bo min jî got; ‘birayê te li vir nîne.’ Dema ez çûm emniyetê jî ji min re gotin; ‘wî anarşîstî firar kir.’ Li ser vê yekê me serî li gelek cihan da. Dema min aqûbeta wî dipirsiya, hatim sirgûnkirin. Bi vê yekê xwestin ku kesek aqûbeta birayê min nepirse. 
 
DI RAPORÊN MECLISÊ DE CIH GIRT 
 
Em tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Di encama têkoşînê de Serokkomar Tayyîp Erdogan bi Dayikên Şemiyê re hevdîtin kir. Li wir soz da dayika min. Li meclisê komîsyonek hat avakirin. Komîsyonê di rapora xwe de aşkera kir ku birayê min di 8’ê cotmeha 1980’an de ji hêla peywirdarên fermî yên dewletê ve hatiye rapirsîn, bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û cenazeyê wî jî ji hêla van rayedaran ve hatiye tunekirin. 
 
Em tev li dozê bûn. Doza 12’ê Îlonê 30 sal piştre dest pê kir. Heke mijara behsa xeberê demborîn be, wê demê 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê çima qebûl kir ku em mudaxil bibin? Darbeya 12’ê Îlonê bû sedema mirina Cemîl Kirbayir. Madem ku ev darbe hat darizandin û demborîn tune ye, çima aqûbeta Cemîl Kirbayir bi sedema demborînê hat tunekirin? Ya ku me diêşîne jî ev e. Encama wê çi dibe bila bibe, em ê dev ji doza Cemîl Kirbayir û windakiriyên din bernedin. Em ê dev ji kêla gora Dayika Berfo anku ji Qada Galatasarayê bernedin. Dê têkoşîna me bidome.” 
 

Sernavên din

12/10/2022
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin