Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn

  • rojane
  • 13:16 8 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED -  Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn ku di sala 1994'an de li Dêrsimê ji aliyê leşkeran hatibû revandin û windakirin. 
 
Xizmên Windakiriyan ên Amedê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 713'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Xizmên Windakiriyan û endam û rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê di çalakiyê de amade bûn. Girseyê wêneyên kesên ku hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez hat pirsîn ku di 14’e cotmeha sala 1994’an de li navçeya Xozat a Dêrsîmê hatibû revandin û windakirin. 
 
LEŞKERAN JI MALÊ DERXISTIN Û REVANDIN
 
Çîroka Nazim Gulmez ji aliyê Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Jiyan Ormanli ve hat xwendin. Ormanli, Bi lêv kir ku Gulmez dema hatiye windakirin, 61 salî û bavê 9 zarokan bû. Bi domdarî Ormanli anî ziman ku Gulmez debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikir û serpêhatiya wî wiha vegot: “Di 13’e cotmeha sala 1994’an de leşkerên Tugaya Herêma Alî Bogazi li gundê wan Taşitliyê dest bi êrişê kirin. Di êrişe de keyayê gund û şeniyekî gund hatin binçavkirin û ber bi êvarê ve hatin berdan. Du roj piştî bûyerê di 15’ê cotmehê de, leşkeran dîsa erişî gund kirin. Di êrişê de bi ser gelek malan de girtin û piştre xaniyên şêniyan şewitandin. Leşkeran, Gulmez jî ji malê derxistin û bi hinceta ku rêberiyê jê re bike bi xwe re birin. Nazim Gulmez û keyayê gund li ber çavên şeniyên gund neçar dimînin ku bi leşkeran re biçin. Ji wê rojê û şûnde êdî tu agahî ji Gulmez nehatin girtin.” 
 
TEVÎ EW QAS SALAN JÎ ENCAMEK NEHAT GIRTIN
 
Di berdewamê de Ormanli da zanîn ku hevjîna Gulmez aqûbeta hevjîne xwe ji serbazê leşkeran dipirse û wiha pê de çû: “Serbazê lêşkeran jê re dibêjê, ‘Heta demekî bi me re man û piştre jî me berdan. Em jî niha li wan digerin.’ Piştî vê gotinê jî hevjîna Gulmez serî li Serdozgeriya Xozatê da. Serdozgeriya Hozatê der barê serlêdanê de biryara ‘bêpeywiriyê’ da. Piştî vê biryarê jî hevjîna Gulmez serî li Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpêtê da. Lê tu encam ji dosyayê derneketin. Serdozgeriya leşkerî agahiyê dide malbatê ku dosya şandine Dadgeha Ewlekariya Neteweyî (DGM) a Meletiyê. DGM’a Meletiyê jî bi hinceta ku dosya nakeve ber berpirsyariya wan, dîsa li Serdozgeriya Xozatê vegerand. Malbata Gulmez ku bi rêyên hiqûqî tu encam bi dest nexistin, di 26’ê adara sala 2016’an de bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî bi hinceta ku di dosyayê de li gorî sînorê dema 6 mehan nehatiye tevgerîn, dosya qebûl nekir." 
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakiya xwe bi dawî kir. 
 

Sernavên din

12/10/2022
15:54 Li Geverê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
15:48 Kadîr Kaplan piştî 30 salan hat berdan
15:33 Dadgehê biryar da ku ‘şahidên nepen’ li gorî usûlê nehatine guhdarîkirin
15:13 Girtî Suphan Çabuk li Girtîgeha Kalkandereyê hat qetilkirin
15:04 Beştaş: Sefîr li xwe mikûr hat ku Nagihan Akarsel înfaz kirine
15:04 Rojnamevan Ataman ê di hucreya yek kesî de tê girtin: Ez bi zorê nefesê digirim
14:56 Li Girtîgeha Dîlokê 4 girtî hatin sirgunkirin
14:51 Li Qoserê polîsan ji bo DEDAŞ’ê êriş kir: Kesek birîndar bû
14:35 Cenazeyê Akarselê ber bi Silopiyayê ve bi rê ket
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin