Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye

  • rojane
  • 09:00 8 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hevkariya hêzên herêmî û global hatiye çêkirin û wiha got: "Li pişt vê komployê gelek dewlet hene."
 
Bi ser komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 24 sal derbas bûn. Li gel vê 19 meh in tu xeber ji Ocalan nayên girtin û serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê parêzer Cemal Demîr, komploya navdewletî nirxand.
 
‘A HATIYE KIRIN DARBE YE'
 
Demîr bibîr xist ku komplo ne ji aliyê hêzên herêmî, ji aliyê hêzên mezin ên global ve bi awayekî organîzeyî hatiye kirin û wiha got: “9’ê Cotmeha 1998’an lingê yekemîn ê komployê bû. Di 15'ê Sibata 1999'an de Ocalan anîn Tirkiyeyê. Vê komployê wekî komploya gladyoyê dihesibînin, lê ev tiştekî ji  gladyoyê wêdetir e. Dibe ku hêzên herêmê di vê komployê de cih girtibin, lê di çarçoveya planên hêzên global de pêk hatiye û li pişt wê gelek dewlet hene. Îro her çi qas dewletên ku tev li komployê bûne li aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdî bin jî, lê şaşiyeke mezin kirin ku ev dê wekî lekeyeke reş têkeve nava rûpelên dîrokê. Ji ber ku ev komplo derbeyek bû li hemberî mafê jiyana bi hev re, wekhev û azad. Ev komploya ku di odeyên tarî de û li pişt perdeyan hat nîqaşkirin û hat pêkanîn, nehiştiye meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Bandora Ocalan a li ser gelên Rojhilata Navîn hesabên hêzên global serûbin kiriye. Lewma serî li rêbazeke neexlaqî ya bi vî rengî dan."
 
‘TECRÎD, BERDEWAMA KOMPLOYÊ YE'
 
Di berdewamê de Demîr bilêv kir ku polîtîkaya tecrîdê ya bi awayekî sîstematîk li ser Ocalan tê pêkanîn, berdewamiyeke komployê ye û wiha domand: "A rast, komplo destpêka polîtîkaya tepisandinê ya li dijî kurdê azad bû. Polîtîkaya tecrîdê dewama komployê ye. Ji lew re ji bo komplo bi ser biketana diviyabû dengê birêz Ocalan bihata tepisandin û pêwendiya wî ya bi derve re bihata qutkirin. Ev tişt her çi qas li dijî destûra bingehîn a Tirkiyeyê be jî, lê ev di çarçoveya navneteweyî de jî xwe dide der. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di navbera 20-29'ê îlonê de çûbû Girava Îmraliyê. Bi baweriya min CPT bandorek cidî li tecrîda li ser Ocalan dike. Ji ber ku CPT'yê ev pêkanînan kirine tiştekî rûtîn. CPT di wextê xwe de serdanên xwe eşkere nake. Divê CPT tecrîda li Îmraliyê bi awayekî eşkere parve bike. Divê Tirkiyeyê bi awayekî cidî hişyar bike. Her wiha divê saziyên navneteweyî jî ji bo bidawîkirina vê tecrîdê bang bikin. Heta niha CPT'yç tiştekî wiha nekiriye. Lewma mirov dikare bi rihetî bibêje ku tecrîda girankirî berdewamiya komploya navdewletî ye.”
 
‘HELWESTA ÎMRALIYÊ KOMPLO PÛÇ KIR'
 
Bi domdarî Demîr anî ziman ku helwesta Ocalan planên hêzên global û polîtîkaya komployê ya ku dixwestin di odeyên tarî de pêk bînin pûç kiriye û ev tişt anî ziman: "Armanceke din a hêzên global a ji Sûriyeyê derxistina Ocalan ew bû ku gelên Rojhilata Navîn bera hev bidin. Lê birêz Ocalan bi helwest û perspektîfa xwe ya li Îmraliyê komplo pûç kir. Birêz Ocalan dizanibû ku armanca komploya navdewletî ew e ku gel bi hev bikevin û şer bê gurkirin. Lewma birêz Ocalan di aştiyê de israr kir."
 
Demîr di dawiyê de destnîşan kir ku ji bo tecrîd bê şikandin divê gelên Rojhilata Navîn bi hev re bitêkoşin û bang li CPT'yê û civatên mafên mirovan ên Ewropayê kir ku peywira xwe bi cih bînin. 
 

Sernavên din

14/10/2022
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
18:02 Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin!
17:07 Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin
16:56 Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
16:42 Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere
16:24 Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan!
16:08 Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî
16:07 Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin
15:34 Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin
15:30 Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin
15:16 Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike
14:56 Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike
14:45 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş
14:11 Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn
13:59 Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû
13:50 Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin
13:40 Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:56 Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê
12:50 Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin
12:49 Buldan: Ev welat neçarî AKP-MHP’ê nîne
12:36 Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin
12:10 ‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin
11:48 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî ‘qanûna sansûrê’ da: Tu astengî nikarin xwe li pêşiya heqîqetê bigirin
11:38 Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê
11:36 Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin
11:26 ‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin
11:05 Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir
10:30 Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
10:04 Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû
09:54 Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake
09:04 Dayikên Cizîrê: Dê çawa li ser hestiyên zarokên me bireqisin?
09:03 Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin
09:03 Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin!
09:01 Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir
09:00 ‘Ji ber ku budçe ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye'
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:52 Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir
13/10/2022
23:59 Rojnamevan Babat û Arslan hatin berdan
20:55 Welatî di kevneşopiya 300 salî de hatin cem hev
20:33 Bijîşkan êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP‘ê Eksîk şermezar kir
19:30 Xala 29'an a 'Qanûna Sansurê' hat qebûlkirin
19:23 Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin
19:15 Letîf Reşîd bû serokkomarê Iraqê
18:24 Alaya AKP'ê bi Birca Keçikê daliqandin!
16:34 Nagihan Akarsel bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ hat oxirkirin
16:30 Fehîme Poyraz: Dewlet kujerê keça min diparêze
16:29 Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
16:17 Rojnameger Babat û Arslan hatin binçavkirin
16:12 Li Geverê di bin çavan de lêgerîna tazî û îşkence li jinan hat kirin
15:54 KESK: Bi ‘Qanûna sansûrê’ dixwazin qeyd û bendan li azadiya ramanê bixin
15:54 Xêro Abbas dê tev li mîhrîcana muzîkê ya bi sponsariya qeyûm nebe
15:42 Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
15:06 Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya
15:01 Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê
14:46 Êrişa polîsan kir ku xelkê Qoserê dakeve kolanan
14:29 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: CPT’yê fikarên me zêdetir kirin
14:07 Li dijî ‘qanûna sansûrê’ kampanya #SusmakYok hat destpêkirin
13:59 Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
13:42 Xebatkarê HDP’ê ku bi êrişê re rûbirû ma hat darizandin
13:42 SOHR: 17 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
13:41 Malbata Akarsel cenaze wergirt û ber bi gund ve kete rê
13:31 Serokê AKP’î û birayê xwe ji ber rantê şer ketin!
13:17 ÎHD’ê xwest têkildarî qetilkirina Çabûk lêpirsînek bi bandor bê destpêkirin
12:55 Çabûk li Pasûrê bi girseyî hat definkirin
12:55 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
12:40 Yildirim a Dadgeha Bilind cezayê wê erê kirî nehat berdan
12:37 Malbatên girtiyan bertek nîşan dan: Gelo ma li vî welatî mirovatî nema ye?
12:17 Giliyê dozgerên dixwazin Nobeta Edaletê asteng bikin ji HSK’ê re hat kirin
12:12 Rojnameger Bariştiran cara duyemîn beraet kir
12:01 Cezayê disiplînê li 4 jê rojnameger 36 jinên ketin greva birçîbûnê hat birîn
11:38 Akarsel dê li gundê xwe bi girseyî bê oxirkirin
11:29 Maça Amedspor-Belediyespora Sêwazê ji ber Erdogan hat taloqkirin
11:22 Ji bo Rojnameger Canozer 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
11:09 Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike
10:40 Li Girtîgeha Bolûyê pirtûk, lênûsk û cilên girtiyan hatine desteserkirin
10:34 Ji bo nûçeya me ya ‘Fermandarê leşkergehê ji ber îstîsmarkirina zayendî ya 15 leşkeran hat girtin’ biryara astengkirinê
10:17 Newroz Ehmed: Tirkiye naxwaze DAIŞ tune bibe
09:54 17 sal li pey şopa heqîqetê…
09:25 Cenazeyê Akarsel dê piştî otopsiyê li gundê wê bê definkirin
09:18 Bi govend û awazên xwe coş dide her çalakiyê
09:06 Kiryarên 14 kesên li Nisêbîn û Qoserê jiyana xwe ji dest dan nehatine lêkolînkirin
09:05 Wezaret tazmînata ku daye kesekî din niha ji girtiyekî dixwaze
09:03 'Divê her kurd gava çû malê tirkiya xwe deyne aliyekî'
09:02 Balik ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Min di girtîgehê de xwe nas kir
09:01 Li Şirnexê di 22 mehên dawî de 27 kesan xwe kuştiye
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'YAN
02:14 Cenazeyê Suphan Çabuk ji ATK hate girtin
12/10/2022
20:50 Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê didome
19:57 Heyeta HDP'ê hevdîtin bi CPT'yê re kir
18:46 Akarsel li Wanê hat bibîranîn
18:31 Cenazeyê Akarselê ber bi Konyayê ve hat birêkirin
18:21 Beriya hatina Erdogan Girtîgeha Amedê hat valakirin
17:13 Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
17:01 Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
16:53 Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihişt Silopiyayê
16:32 Şahidê nepen tev li danişîna parêzerên Abdullah Ocalan nebû
16:17 Derheqê 6 kesên tev li Nobeta Edaletê bûn de doz hat vekirin
16:12 Ji ÎHD’ê rapora 3 mehan: 29 serlêdanên Îmraliyê hatin redkirin
16:09 Malbata Şenyaşar wê di roja 600’an de bi 600 parêzeran re bang bike
16:09 Gefa ‘bi bêdengî veşêrin’ li malbata Nagihan Akarsel hat xwarin