Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan nexşerêyê diyar dike

  • rojane
  • 11:30 6 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE – Hevberdevka Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan Derya Aydin da zanîn ku ji bo birêxistinkirina têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan dê di 8-9’ê cotmehê de konferansa xwe li dar bixin û wiha got: “Em ê hewl bidin rêbaza herî rast diyar bikin.” 
 
Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan di sala 2020’an de hat avakirin û di nava du salan de 8 panel li dar xistin. Înîsiyatîfê, di 10’ê nîsana sala 2021’an de bi sernavê “Li Tirkiyeyê tundiya li dijî miriyan” dest bi panelan kir û bi panelên “Êrişên baweriyên cuda yên li dijî cenaze û goristanan”, “Hiqûqnas rêzgirtina bo miriyan û edaletê”, “Di çapemeniyê de cihê tundiya li dijî miriyan”, “Di çarçoveya Saziya Tipa Edlî de rêzgirtina bo miriyan û edalet”, “Panela Şîngirtin, Hafize û Polîtîkayê”, “Axaftina li ser Zayenda Civakî ya Tundiya ser Bedenên Mirî” û “Tecrûbe û Şahid: Malbat Tundiya li Dijî Miriyan Vedibêjin” bi dawî bûn. 
 
Înîsiyatîfê, di encama nîqaşan de dê di 8-9’ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê li dar bixe. Dê di encama nîqaşan de deklarasyonek bê amadekirin û diyar bike bê ka înîsiyatîf nexşerêyeke çawa deyne pêşiya xwe. 
 
MIJARÊN KONFERANSÊ
 
Konferans dê du rojan bidome bi ser navên “Li Tirkiyeyê tundiya piralî ya li dijî miriyan”, “Etîk, hiqûq û (nekro)polîtîka”, “Şînên nehatine girtin û tecrûbeya têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan”, “Di cîhanê de têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan: Tecrûbeyên navneteweyî” û “Înîsiyatîfa Rêzgirtina bo Miriyan û Edaletê: Divê çi were kirin û çawa bê kirin?”  nîqaş bên kirin. 
 
Hevberdevka Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan Derya Aydin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
Derya Aydin, da zanîn ku înîsiyatîfa wan bi beşdariya sazî û kesayetên cuda yên li dijî tundiya ser miriyan bi awayekî piralî dixebitin hatiye avakirin û wiha got: “Tundiya li ser miriyan û têkoşîna li dijî wê ji zê ve heye. Li Tirkiyeyê jî ev demekî dirêje ev têkoşîn tê kirin lê tundiya ser miriyan di qada cemaweriyê de zêde nayê axaftin. Ji salên 90’î ve li dijî kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didan, tundî dihat kirin. Nahêlin malbat şîna xwe bigirin, cenazeyan di morgan de dihêlin, encamên DNA’yê dernakevin û li goristanên bêkesan tên veşartin. Em bûn şahid ku cenaze li erdê tên kaşkirin. Cenazeyên jinan bi tazî hatin teşhîrkirin. Anku tundiyeke piralî heye. Di salên 90’î de malbatan cenazeyên zarokên xwe li serê çiyayan, li rex rûbaran digirtin û defin dikirin. Ji sala 2015’an ve cenaze û goristan dîsa bûn hedefa êrişan. Goristan hatin bombebarankirin. Di sala 2016’an de li Cizîr û Sûrê tundî li cenazeyan hat kirin. Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Sûrê, neçar man ku ji bo wergirtina cenazeyên xwe nobet bigirein. Mînaka herî dawî jî mînaka Hakan Arslan e.”
 
‘EM DIKARIN ÇI BIKIN?’
 
Bi domdarî Aydin ev tişt anî ziman: “Piştî ku cenaze ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û tundiya li dijî miriyan zêde bûyî, em ji bo bersiva pirsa ‘li dijî vê tundiyê em dikarin çi bikin’ derketin rê. Tundiya li dijî bedenên mirî, tundiyeke pir mezin e. Dixwazin sembola kesê hatiye kuştin li wir tune bikin. Dixwazin bandora sembola berxwedana ya wî kesî ya li ser civakê tune bikin. Mirovek di nezera we de ji bo armancekê jiyana xwe feda dike û hûn wî dibînin. Heke hûn piştgiriyê nedin jî jê re rêz digirin. Di mirinên polîtîk de mirov xwe hîn bêhtir berpirsyar dibîne. Dixwazin vîna civakê têk bibin û kesê hatiye kuştin di hafîzeya civakê de tune bikin. Înîsiyatîf di vê çarçoveyê de hat damezirandin û panel hatin lidarxistin. Me xwest bi rêya van panelan, vê mijarê di qada cemaweriyê de bi hûr û kûr biaxivin û kesên li dijî tundiyê bînin ba hev. Hêj niha jî li dijî goristanên ermen, suryan, kurd, elewî û êzidiyan êriş tên kirin.”
 
DÊ DEKLARASYON BÊ RAGIHANDIN
 
Aydin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Wanê qeyûm, li ser goristana ermenan daşir çêkir. Li dijî şîna LGBT’iyan de cihêkariyeke meizn heye. Mela û mirîşo naxwazin cenazeyên wan bişon. Carnan malbat xwedî li cenazeyan dernakevin. Ji bo panelan eleqeyeke mezin hebû. Bi vê rêyê me kesên eleqedar û kesên di vê mijarê de têdikoşin anîn ba hev. Konferansa me ya ku dê di dawiya hefteyê de bê lidarxistin, konferansa damezirîner û rêxistinkirinê ye. Em dixwazin nîqaş bikin bê ka dê înîsiyatîf çawa bidome û nexşerêyeke çawa diyar bike. Bi konferansê mebesta me ew e ku tevî hemû pêkhateyên xwe nîqaşan bikin, nexşerêyekê diyar bikin û sazûmaniyeke hevpar ava bikin. Gelo dê bibe weqf an komele? Ev nîqaş dê were kirin. Dê di dawiya konferansê de delarasyonek bê ragihandin û biryara dawî di wê deklarasyonê de bê diyarkirin. Banga me li her kesî ew e ku tev li konferansê bibin.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

09/10/2022
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in