Hevşaredar Fîdan: Li Şaredariya Silopiyayê qeyûmtiya fiîlî tê pêkanîn

  • rojane
  • 09:02 6 Cotmeh 2022
  • |
ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdanê diyar kir ku serdan, bername û çalakiyên wan ji aliyê polîsan ve tên krîmînalîzekirin û der barê wan de lêpirsîn tên vekirin. Fîdan, destnîşan kir ku qeymeqamtî karbidestiyê xesp kiriye û got ku xizmeta xwe di bin pêkanînên “qeyûmtiya fiîlî" de dikin. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 jê bajarên mezin 65 şaredarî bi dest xistibûn. Ji van şaredariyan tenê 4 şaredariyên navçeyan û 2 yên bajarokan 6 şaredarî man.Yên qeyûm tayinî wan nehatine kirin jî bi pêkanînên "qeyûmtiya fiîlî" re rû bi rû ne. Ji van şaredariyên HDP'î yek jî Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ye. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan anî ziman ku ji roja ku şaredarî bi dest xistine heya niha bi pêkanînên "qeyûmtiya fiîlî" re rû bi rû ne. 
 
Fîdan, bi bîr xist ku ewilî di sala 2016'an de qeyûm tayinî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine kirin û wiha got; "Gelê me got 'Em ê careke din hilbijêrin. Saetekê be jî dê vîna me bê ser kar' û di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de cardin em hilbijartin. Ji 6 şaredariyên qeyûm tayinî wan nehatine kirin yek jê jî Şaredariya Silopiyayê ye. Dibe ku qeyûm tayinî şaredariyên me yên din hatibin kirin, lê şaredariyên me yên qeyûm tayinî wan nehatine kirin jî bi qeyûmtiya fiîlî re rû bi rû ne. Di van şert û mercan de xizmetê dikin." 
 
JI BER ÇÛNE SER GORAN LÊPIRSÎN HATIYE DESTPÊKIRIN
 
Bi domdarî Fîdan diyar kir ku serdanên wan jî ji aliyê polîsan ve tên krîmînalîzekirin û wiha domand: "Di dînê îslamê de, di roja cejnan de serdana goristanan pîroz e. Em bijarteyên gel di her cejnê de serdana goristanên xwe dikin û ji bo miriyên xwe dua dikin. Em li vir cejna welatiyên xwe pîroz dikin. Lê belê ev yek ji aliyê polîsan ve tê krîmînalîzekirin. Bi hinceta van serdanan der barê me de lêpirsîn hatin destpêkirin. Der barê mijarê de gazî me kirin û îfadeya me hat girtin. Pirs hatin kirin ka çima em çûne ser goristanan. Me jî diyar kir ku em îradeya gel in û em her tim li her derê bi gelê xwe re ne. Polîsan hewl da serdana me manîpule bikin. Piştî girtina îfadeyan salek bi şûn de vê carê mufetîş şandin. Mufetîş îfadeya nivîskî xwest. Me jî îfade jê re şand. Em hê jî li benda encamê ne."
 
TÛRNÛVAYA FÛTBOLÊ
 
Di berdewamê de Fîdan diyar kir ku bernameyên şaredariyê jî ji aliyê polîsan ve tên lêpirsînkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bernameyeke din a ku veguheriye lêpirsînê tûrnûvaya fûtbolê ye ku me ew ji bo ciwanan li dar xist. Em 3 sal in li dijî tiryak û fihûşê tûrnûvaya fûtbolê ya kevneşopî organîze dikin. Her êvar bi hezaran ciwan beşdarî vê tûrnûvayê bûn. Di dema tûrnûvayê de polîs hatin qada çalakiyê û dîmenên gel girtin. Îsal, bi taybetî dema ku lîstikvanên jin daketin qada fûtbolê polîsan xwest lîstikvanan di GBT'ê re derbas bikin. Ev pêkanîn hem zîhniyeta li dijî şaredariya me hem jî ya li dijî jinan eşkere dike."
 
Adalet Fîdan anî ziman ku herî dawî şaredarî di 4'ê cotmehê rastî zextan hatiye û got ku Walîtiya Şirnexê ji bo "şahiyekê" li dar bixe, bêyî destûrê ji şaredariyê bixwaze, qada şaredariyê bi kar aniye. 
 
BÊTEHEMÛLIYA JI BO RENGÊN MOR-SPÎ
 
Fîdan anî ziman ku Silopiya "bajarê jinan" e û got ku ew xizmeta xwe jî di vê çarçoveyê de dikin. Fîdan, ragihand ku piştî di hilbijartinê de bi ser ketine bi gelê navçeyê re biryar dane ku avahiyan bi rengê mor û spî boyax bikin û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku mor rengê jinan e. Lê qeymeqamtî jî hewl dide avahiyê bi rengê sor û spî boyax bike. Dema me li sedema wê pirsî, gotin rengê mor û spî wekî rengê partiya siyasî dibînin. Rengê jinê krîmînalîze dikin. Armanca wan a sereke jêbirina rengê jinê ye. Feraseta ku rengê mor ji wan avahiyan derdixe û feraseta ku duh li Silêmaniyê Nagihan Akarsel qetil kir heman feraset e."
 
‘EM HÊZA XWE JI GEL DIGIRIN'
 
Fîdan bi lêv kir ku tiştên tên kirin qeyûmtiya fiîlî û xespkirina vînê ye û wiha bi dawî kir: "Em ji bo xizmeta gel bikin hatine. Înîsiyatîfa van saziyan di destê me de ye. Qeymeqamtî gava qadekê bi kar bîne, mecbûr e destûrê bistîne. Lê bêyî ku guh li rêveberiya şaredariyê bikin, li gorî xwe hereket dikin. Neesasgirtina rêveberiya şaredariyê tê wateya neesasgirtina îradeya welatiyên Silopiyayê. Bi vî awayî dixwazin mesafeyekê deynin navbera şaredariyê û gelê me. Lê tevî hemû astengiyan jî gelê me her tim li cem me ye. Çawa ku 3 sal û nîv in me paş de gav neavêtiye û em xizmetê xwe didomînin, ji niha û pê ve jî em ê wisa bikin. Em ê her sibeh ne di navbera 08.00-17.00'an de, em ê 24 saetan xizmeta gelê xwe bikin."
 
MA / Omer Akin 

Sernavên din

09/10/2022
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in