Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!

  • rojane
  • 10:37 1 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Piştî ku Suleyman Soylu Dilşah Ercan hedef nîşan da. Ferdên malbatê hatin binçavkirin. Polîsan di binçavan de ji malbatê pirsa, “keça we li ku ye” kirine û malbatê da zanîn ku polîsan zext li wan kiriye ku biçin ber avahiya HDP’ê. 
 
Di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polîsan a li taxa Denîz a bi ser navçeya Mezîtliya Mêrsînê ve êrişa bombeyî û çekdarî hat kirin. Polîsek di êrişê de hat kuştin û gelek polîs jî birîndar bûn. Piştî êrişê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kir ku Dilşah Ercan çalakiyê pêk aniye. Li ser vê hedefnîşandana Soylû, polîsan di 27’ê îlonê de bi ser malbata Ercan de girt û ba û dayika Dilşah Ercan, 3 kekê û wê û 3 xwişkên wê kirin binçavan. Ferdên malbata Ercan jî di nav de 22 kes roja 27’ê mehê hatibûn binçavkirin. Ferdên malbatê û 12 kesên din piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. 
 
Li emniyetê di binçavan de dîmenên kameraya ewleiyê bi ferdên malbata Ercan dan temaşekirin. Malbatê diyar kir ku kesên çalakî kirine yek ji wan jî ne Dilşah Ercan e û piştre ji bo DNA’yê xwîn ji bav û dayika wê hat girtin. 
 
Dayika Dilşah Ercan, M. E. Û xwişka wê E.E. ku hatin berdan tişta di binçavan de hatiye serê wan ji ajansa me re vegotin. 
 
POLÎSAN XWESTIYE MALBAT BIÇE BER HDP’A AMEDÊ 
 
Dayika Dilşah Ercan, M.E. diyar kir ku polîs ji çend mehan carek diçin mala wê 3u pirsa keça wê dikin û pirsên “li ku ye” jê dikin û ew jî dibêje 10 sal in xeber ji keça xwe negirtiye. M.E. destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye, “tu jî biçe Amedê li cem dayikan rûnê.” M.E. got polîsan jê xwestiye ew jî biçe ber avahiy HDP’a Amedê û tev li wan kesên li ber avahiya HDP’ê bibe. 
 
DI BINÇAVAN DE PIRSA ‘KEÇA TE LI KU YE’ HATIYE KIRIN 
 
M.E. anî ziman ku polîsan di binçavan de jê pirsa “keça te li ku ye?” kirine û gelek zext li wan hatine kirin û got: “Xebera me ji tu tişekî nebû. Polîsan bi ser mala me de girt û me kirin binçavan. Dema me birin emniyetê polîsan li nûçeyan temaşe dikir. Ji min re gotin, ‘keça te parçe parçe bûye, em nîşan te bidin?’ Di wê kêliyê de ez hîn bûm. Min qîr da. Min nizanibû, xebera me ji bûyerê nebû. Pişt re dîmenên kamerayan nîşanî me dan. Her ku min got ev ne keça min e jî wan bi israr got, ‘ev keça te ye’. Di binçavan de pirsên wek, ‘gelo tu cihê keça xwe dizanî?’ j imin kirin.”
 
DI BINÇAVAN DE TUNDIYÊ LI ZAROKA 16 SALÎ KIRIN 
 
Xwişka Ercan, E.E. a 16 salî ku du rojan di binçavan de ma wiha axivî: “Dema min birin emniyetê, ez li ser kursiyekî rûniştim. Polîsekî sîle li min da û got, ‘rabe ma ev der kursiyê bavê te ye?’ Kursî li erdê xist şikand. Qîr dikirin. Li ser hev digotin, ‘em ê te parçe parçe bikin’. Du rojan min bi tenê hiştin. Ez ditirsiyam lewma min parastin nekir. Her tim ji min pirsa ‘xwişka te li ku ye” dikirin. Min got nizanim û haya min jê nîne. Xebera min ji bûyerê jî nebû. Min li odeya komiser di televizyonê de dît ku bûyer pêk hatiye.” 
 
Hat zanîn ku malbat dê li dijî neheqiya li wan hatiye kirin doza tezmînatê ya madî û manevî veke. 
 
MA / Mukadder Akyol
 

Sernavên din

05/10/2022
12:10 Cihê avahiya şaredariyê dibistan tê çêkirin
12:08 Nûnera Taybet a NY’ê ya Iraqê: Divê tu cîran Iraqê weke milkê xwe nebînin
11:13 Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc
10:57 Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin
10:46 Kesên li Kadikoyê di protestoya Akarsel de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî
10:33 Plarforma Yekitiya Jinên Kurd bang li hikûmeta Başûr kir: Kujerên Akarsel bigirin û bidarizînin
10:16 Hakan Fîdan bi rayedarên Biryargeha Tirkmenan re hevdîtin kir
09:57 Hat îdiakirin li Amedê ciwanekî xwe kuştiye
09:28 Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir
09:06 Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne!
09:05 Girtiya nexweş a 70 salî nayê berdan
09:03 Dersimî dê ji bo parastina qadên xwe yên jiyanê mitîngê li dar bixin
09:02 Dadgehê îdia kir ku qedexeyên walîtiyê 'li gor hiqûqê' ne
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:21 Kesên di şermezarkirina Amedê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
04/10/2022
23:49 Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:00 Kujerên Nagîhan Akarselê hatin zevtkirin
20:02 Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin
18:41 'Dê çanda berxwedanê ya Nagihanê bi ronakbîriya jinê bidome'
17:35 Êrişa li hemberî endamên SES'ê hat şermezarkirin
17:12 Doza ‘muxalefetê’ ya Sebahat Tûncel hate taloqkirin
17:02 Dê qetilkirina Akarsel li 51 bajaran bê protestokirin
16:58 Jin daketin qadan: Nagihan sedema serhildana me ye
16:56 ‘Bi tecrîdê re civak bênefes tê hiştin’
16:23 Li Silêmaniyeyê êrişa bi SÎHA’yan
16:22 Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da hevşaredar Dîken
16:22 Siyasetmedarên binçavkirî hatin berdan
16:19 Danişîna doza Emîne Şenyaşar bi telefona mubaşîr hate qeydkirin!
16:18 Karkerê ku Serokê AKP’î ji kar derxist hewl da xwe bikuje
15:58 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 120’an de ye
15:50 MKGP: Dê pênûsa Nagihan Akarsel li erdê nemîne
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin