Endama DÎB'ê Davûtoglû: Tifaqa Ked û Demokrasiyê bijardeyeke sêyemîn e

  • rojane
  • 09:01 29 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Endama Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Nesteren Davûtoglû diyar kir ku deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo avakirina komareke demokratîk deklarasyoneke bi hêz e û got ku ev tifaq bijardeyeke sêyemîn a hêvîder e.
 
Olana deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji bo pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareseriyan di xwe de dihewîne û bang li girseyên berfireh dike, dewam dike. Di deklarasyonê de ku peyamên têkoşîna hevpar û berfirehkirina tifaqê hatine dayîn, têgînên wekî demokrasî, aştî, azadî, wekhevî, edalet û kedê derketin pêş. Endama Lijneya Koordînasyona Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DIB) Nesteren Davûtoglû deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê nirxand.
 
Davûtoglû anî ziman ku ew çûne Navenda Kongreyê ya Halîçê ku deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê lê hat eşkerekirin û ji nêz ve ew şopandine û got ku beşdarbûn, eleqe û coşa li wir cihê kelecaneke mezin bû. Davûtoglû wiha axivî: “Gava min gav avêt hêwanê, min ew yekitî, serdestiya sor, adaptasyona sirûdan û rîtma wan kirin ku dilê min bike gupegup. Çar pêkhateyên DÎB'ê di nava Tifaqa Ked û Demokrasiyê de ne. Bi dîtina min, deklarasyona ku hatiye eşkerekirin pir berfireh e. Tifaq; li ser têgînên wekhevî, azadî û edaletê sekinîbû. Bilêvkirina van têgînan tê wateya jiyaneke mirovî. Ji ber vê yekê deklarasyon metneke pir hevdem bû."
 
Davûtoglû li ser naveroka deklarasyonê jî sekinî û got ku du xalên wê yên girîng hene. Davûtoglû destnîşan kir ku ya yekê lêhûrbûna wê ya li ser newekheviya di dabeşkirina dahatê de û wiha domand: “Çarçoveya ku di deklarasyonê de hatiye xêzkirin tam naverasta pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Bi aboriyê dest pê kir û li ber xizaniyê rabû. Ji ber vê yekê pir girîng û bibandor bû. Ji ber ku di hin xebatên me de jî, ez rastî hin kesan hatim ku di sarinca wan de kartolek jî tune ye û a din a rojê nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê." 
 
Nesteren Davûtoglû
 
Davûtoglû bilêv kir ku Tifaq demildest divê bêedaletiya di dabeşkirina dahatê de çareser bike û ev tişt anî ziman: "Heya dabeşkirina dahatê çareser nebe dê tu tişt çareser nebe." 
 
ÇARESERKIRINA MESELEYA KURDÎ
 
Bi domdarî Davûtoglû destnîşan kir ku yek ji xalên duyemîn ên girîng ên deklarasyonê jî çareseriya meseleya kurdî ye. Davûtoglû anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê heye û meseleya kurdî û demokrasiyê bi hev ve girêdayî ne û wiha dewam kir: "Ez pirsgirêka kurdî wekî pirsgirêkeke pir girîng dihesibînim, lê ez dibînim ku bi sivikayî nêzî wê dibin û di çaçroveyeke neteweyî de li ser disekin. Ez wiha difikirim ku dê ev helwest ji wextê me bixwe. Bi ya min dema di çaçroveya feraseta wekhevî û welatê hevpar de nêzîkatiyek hebe, dê ev mesele çareser bibe. Mesela çima mirovek nikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî baixive? Nasnameya xwe çawa pênase biek, ew e. Yanî kes nikare nasnameyeke din li kesine din ferz bike." 
 
ÊDÎ DIVÊ DIJMINATIYA LI HEMBERÎ KURDAN BIQEDE
 
Di berdewamê de Davûtoglû diyar kir ku li ser banga DÎB'ê li dijî polîtîkayên şer ên desthilatê komîsyona "rabûneke demokratîk a aştiyane" hatiye avakirin û got ku meseleya kurdî bi zext, operasyonên derveyî sînor û tundiyê çareser nabe. Davûtoglû di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Berî her tiştî divê dest ji vê feraseta zordariyê bê berdin. Desthilat her ku hêz qels dibe, berê xwe dide tundiyê. Em DÎB difikirin ku divê ev pirsgirêk li dor maseyê gav bi gav bi rêbazên demokratîk çareser bibe. Me pêvajoya çareseriyê dît ku bi kêrî her kesî hat. Di detshilata AKP'ê de belkî tişta herî baş tenê pêvajoya çarseriyê bû. Lê ji heq wê derneket. Bi samîmî û duristî nêz nebû. Ew çû, lê ger cardin pêvajoyek çareseriyê çê bibe, vê carê divê bi aştî, wekhevî û hezkirinê be. Ji lew re wekhevî ne tiştekî ku mirov pê qaneh nebe. Û kurd bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn. Niha divê cardin li hev kom bibin û dest pê bikin. Bi feraseteke nû û xwestekek nû em dikarin bi hev re biryarê bidin ka em ê li welatekî çawa bijîn û çawa bi ser bikevin. Êdî ev dijminatiya li hemberî kurdan bi dawî bibe.”
 
JIN DI NAVENDA TIFAQÊ DE NE
 
Davûtoglû anî ziman ku roj bi roj qetlîamên li ser jinan zêde dibin û li hemberî vê polîtîkayên pêşîlêgirtinê nayên pêkanîn û got ku jin di navenda Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin. Davûtoglû wiha domand: “Di vî warî de jin li pêş bûn. Li dijî polîtîkaya jinan a desthilatê, di mijara pêşîlêgirtina li kuştina jinan de xalên girîng hatin bilêvkirin. Yanî, di warê li dijî tunekirina ekolojî û xwezayê, li dijî rantê û kapîtalîzmê, pirsgirêka jin, ciwan, karker, girtîgeh, kesên LGBTI+ û sîstema edaletê de deklerasyoneke pir xurt e. Em piştgiriya wê dikin, em jî di nava vê bangê de ne. Em çareseriya pirsgirêkan di tifaqê de dibînin."
 
DIBE KU LI TIRKIYEYÊ BIBE BIJARDEYEKE SÊYEMÎN
 
Davûtoglû diyar kir ku tê xwestin ku civaka Tirkiyeyê di nava Tifaqa Miletê û Tifaqa Cumhûrê de bê asêkirin û got ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê bibe bijardeya sêyemîn a Tirkiyeyê. Davûtoglû ev nirxandin kir: "Niha li Tirkiyeyê girseyeke mezin a bêbiryar heye. Ev girse dizane ku ew ê li kîjan aliyî cih negire, lê bêbiryar e ku dê li ku cih bigire. Ji ber ku li Tirkiyeyê yên li dora demokrasiyê bûn yek, nikaribûn yekîtiyeke tekûz ava bikin ev girse bê bijarde ma. Lê niha HDP gav bi gav xwe bi gelên Tirkiyeyê da naskirin û nîşan da ku ew alîgirê ked û azadiyê ye. Bi ya min ferqa herî sereke jî ev e. Ez wisa difikirim ku ev tifaq dê tenê di teoriyê de nemîne û dê enerjiyeke baş li pratîka jiyanê bar bike. Di warê teorîk de baş li ser hem halên wê hatiye sekinandin. Jiyaneke hevdem hatiye pênasekirin. Her wiha gava em lê mêze dikin êdî tiştekî ku desthilat bide vî gelî nemaye. Lewma li ber Tifaqa Ked û Azadiyê firsendeke mezin heye. Heger xewnên xwe, fikirên me bi projeyan vebêje şansekî wê yê pir mezin heye.”
 
Davûtoglû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku deklarasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo avakirina komareke demokratîk deklarasyoneke bi hêz e û got ku ev tifaq bijardeyeke sêyemîn a hêvîder e.
 
MA/ Esra Solîn Dal 

Sernavên din

02/10/2022
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin