Li Şengalê polîtîkayên şerê taybet ên PDK û Tirkiyeyê

  • rojane
  • 09:01 29 Îlon 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li Şengalê Tirkiye bi destê PDK'ê şerê taybet dide meşandin û wiha got: "PDK, vegera şengaliyan asteng dike û her wiha ciwanên ku di aliyê madî û exlaqî de qels in, sîxurtiyê li wan ferz dike."

 
Piştî peymana 9’ê Cotmehê ya 2021'ê ku bi piştgiriya Tirkiyeyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, êrişên li dijî Şengalê dest pê kirin. Li gel îmzekirina peymana ku vîna êzidiyan esas nagire xetereya li ser heremê dest pê kir û liv û tevger zêde bûn. Piştre ji aliyê hêzên Iraqê ve di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîwareki bi dirêjahiya xwe 250 kîlometre û bi bilindahiya xwe 3 metre û qalindahiya xwe 75 santîmetre hat lêkirin. Li gel van geşedanan êrişên Tirkiyeyê jî li ser herêmê zêde bûn. Bi piştgiriya hikûmeta Iraqê û hikûmeta heremî ku di pêkanîna peymanê de bi israr in, Tirkiyeyê di nava 2 salan de herî kêm 16 caran bi SÎHA'yan êriş birin ser Şengalê. Di van êrişan de 16 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
Îbrahîm Êzidî
 
'PDK PÊŞIYA VEGERAN DIGIRE'
 
Rojnameger Êzidî diyar kir ku PDK bi hevkariya Tirkiyeyê li heremê şerê taybet dide meşandin û got ku yek jî perçeyê polîtîkayên taybet astengkirina êzidiyên dixwazin vegerin Şengalê ye û wiha axivî: "Niha li Şengalê rêbaza polîtîkayên şer a li hemberî civaka êzidî hatiye guhertin. Ji bo tunekirin û bêîradekirina êzdiyan plan hatibû kirin. Ji ber ditin ku bi şer, bi çek û gefa nikarin îradeya civaka êzidî tune bikin, niha bi şerê taybet ev pêngav û plan pêk tên. Piştî Artêşa Îraqê êriş bi ser hêzên YBŞ û YJŞ'ê û Asayîşa Êzidîxanê û li hemberî îradeya civaka êzidî bi ser neketin, êdî ev şer derbasî qonaxek din bû ku ew jî şerê taybet e. Bi şerê taybet dixwazin êzidiyan koçber bikin û Şengalê ji êzidiyan xalî bikin. Ev armanca DAÎŞ’ê jî bû."
 
Rojnameger Êzidî destnîşan kir ku PDK li Şengalê li pey dek û dolaban e û got ku ji bo vir têkeve bin kontrola wan çi ji destê wan tê dikin. Êzidî anî ziman ku lê belê gelê êzidî li hemberî PDK’ê û hevakarên wê bi sekneke berxwedêr sekiniya û rê li ber gelek planên wan girtine. Êzidî wiha domand: "PDK ji îradeya êzidiyan ditirse. Ji bo êzidî nemînin û koçberî derve bibin niha PDK’ê berê xwe daye Şengalê û êzdiyan. Di mehên borî de biryar hatibû dayîn ku hemû wargehên koçberan bên girtin û koçber vegerin ser malên xwe. Heta niha ji van wargehên koçberan, li ya li Duhokê 123 hezar kes hene. Her wiha 103 hezar kes jî koçberî derve bûne. Êzidiyan ku vegeriyana Şengalê jî di ser 150 hezarî re bûn. Di van rojan de jî careke din vegera ji bo Şengalê dest pê kiriye. Lê PDK dixwaze wargehên koçberan vala bike. Şûna ku wan bişîne Şengalê, deriyê koçberiyê daye ber wan û li ser civaka êzidî şerê taybet  dimeşîne. Şengalê wekî herêmeke neewle nîşan dide û di ragihandinên xwe de giranî dide koçberiya êzidiyan. Ev di demeke bi hezaran ciwanên Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna xizmetên sereke û mûçeyan koçî derve dikin, lê PDK behsa wan nake."
 
'PLANA WAN EW E KU GEL MIHTACÎ XWE BIKIN'
 
Êzidî anî ziman ku PDK bi buhakirina mazot û benzînê dixwaze gel mecbûrî xwe bike û got: "Li Şengalê rewşa ewlehiyê baş e û pirsgirêk rû nadin. Lê PDK û dewleta Tirkî a dagirker bênavber bi hev re kar dikin û ji bo valakirina Şengalê, keşfan dikin. Dema derfet bi dest wan dikeve jî bombardûmanê dikin. Armanca yekê ya wan bombardûmanan jî ew e ku herêmê vala bikin. Û li Şengalê pêşiya koçberiyê vekin. Eger em nêzîkatiyên Iraqê jî binirxînin, niha planeke Iraqê jî heye. Dixwazin Şengalê di warê aborî de jî bixin bin kontrola xwe. Mînaka vê jî, niha li Şengalê aloziya benzîn û mazotê dest pê kiriye. Ne bi erêkrina hêzên ewlekariya Îraqê be, ne mafê tu kesî ye ku mazot û benzînê bikire û bifiroşe. Ev bûye sedem ku karê bi sedan kesî bê sekinandin û her  kes xwe biavêje ber lingên dewletê. Em di wê baweriyê de ne ku wê Rêvberiya Xweser vê ji Îraqê re qebûl neke. Ji ber ku Îraq ev plan tenê li Şengalê daye destpêkirin. Heger em mînak bidin; Mûsil û Tilafer ne wekî Şengalê ne, herkes azad e û dikare bazirganiyê bike."  
 
'SÎXURTIYÊ FERZ DIKIN'
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî da zanîn ku Tirkiye li herêmê bi destê PDK'ê polîtîkaya sîxurtiyê dide meşandin û wiha dom kir: "Ev planên ku li ser Şengalê tên meşandin mirov nikare derî êrişên li ser Mexmûr û Rojavayê binirxîne. Ji ber ku li van herêman îradeya gel pêş ketiye û hêza yekemîn a xwedî li van herêman derketiye gerîla bûye. Lê li ser herêmê şêwazê êrışan tê guhertin. Li Şengalê planên şerê taybet lı gori herêmên din zêdetir e. Li ser wan ciwanên ku di aliyê madî û exlaqî de qels in sîxurtiyê ferz dikin. Ev ciwan jî ji bo berjewedniyên xwe çi kar ji wan bê xwestin dikin.Ev karê sîxurtiyê bi taybet ji aliyê PDK’ê ve li Şengalê tê birêvebirin. Heya niha civaka êzidî û bi taybet ew kesên li derdora PDK’ê ne nizanin ku PDK wan li dijî civaka wan dide şixulanidn. Yan jî dizanin û bi zextê PDK’ê ew tên şixulandin. Mirov dikare bibêje ku PDK’ê bi rêya wan kesên nêzî xwe dixwaze êzidiyan bera hev bide. Ev karê ku PDK dike jî daxwaza dewleta Tirkî ya dagîrker e."
 
DEVERÊN HATINE BOMBEBARANKIRIN
 
Li Şengalê ji sala 2020'an vir ve deverên ku hatine bombebarankirin wiha ne:
 
* Tirkiyeyê di 15’ê çileya 2020’an de li gundê Dîgurê yê bajaroka Sinûnê ya Şengalê êreşeke hewayî pêk anî.
 
* Di 8’ê mijdara 2020’an de bi SÎHA'yan gundê Barê yê navçeya Xanesorê ya Şengalê hat bombebarankirin. Di bombebaranê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 30’yê hezîrana 2021’ê de Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk (SÎHA) derdora Kampa Serdeşt a Çiyayê Şengalê bombebaran kir.
 
* Di 1’ê tîrmeha 2021’ê de SÎHA'yan li nêzî Wargeha Şehîd Nazê ya li Çiyayê Şengalê wesayîteke sivîlan hedef girt. Di êrişê de zirar gihaşt wesayîta sivil. Di êrişê de kuştî û birîndar çênebûn. 
 
* Di 16’ê tebaxa 2021’ê de li navenda Şengalê li Bazara Kevin a Şengalê êrişek pêk hat. Di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
 
* Di 2’yê îlona 2021’ê de balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Barê yê Şengalê bombebaran kirin.
 
* Di 7’ê kanûna 2021’ê de li navçeya Xanesorê ya Şengalê SÎHA’yên Tirkiyeyê li dijî wesayîtekê êrişek pêk anî. Di êrişê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da.
 
* Di 11’ê kanûna 2021’ê de balafirên şer ên Tirkiyeyê Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kirin.
 
* Di 21’ê çileya 2022'yan de li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê di êrişa SÎHA’yên Tirkiyeyê de 2 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 2 jê jî birîndar bûn.
 
* Di 15'ê hezîrana 2022'yan de avahiya Meclîsa Gel a Sînûnê bi SÎHA'yan hedef hat girtin û qirtasiyeyek a li bazarê bû hedefa êrişên SÎHA'yan. Xwediyê dikanê Xidir Şivan Naso û neviyê wî Salih Xidir Naso jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî bi giranî birîndar bûn.
 
* Di 15’ê hezîrana 2022’yan de SÎHA'yên artêşa tirkî baregeha YBŞ'ê ya Şengalê bombebaran kirin û di êrişê de 6 endamên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di 29’ê tebaxa 2022’yan de SÎHA’yên Tirkiyeyê li gundê Behrewa yê Şengalê êrişî wesayîtekê kirin. Di êrişê de 2 kes birîndar bûn.
 
* Di 11’ê îlona 2022’yan de li gundê Behrewa yê Xanesorê ya Şengalê wesayîtek ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve 2 caran hat bombebarankirin.
 
* Di 23’yê îlona 2022’yan de SÎHA’yê êrîşî navenda bajaroka Til Izer a Şengalê kir. Di bomberdûmanê de malek xisar dît.
 
* Bajarokê Sinûnê yê Şengalê ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyeyê ve 2 caran hat bombebarankirin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/10/2022
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
17:42 Abdulhamît Balik piştî 30 salan ji girtîgehê derket