Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye

  • rojane
  • 09:00 29 Îlon 2022
  • |

WAN - Parêzer Baran Bîlîcî diyar kir ku di lêpirsîna der barê avêtina gundiyan ya ji helîkopterê de biryareke veşarî ya yekalî di dewrê de ye û got ku ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî ve li meclîsê eşkerekirina naveroka dosyeyê peyamek e. 

 
Li navçeya Şax a Wanê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatibûn binçavkirin û paşê ji helîkopterê hatibûn avêtin. Piştî avaêtina ji helîkopterê bi demekê Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû û Şîban jî bi giranî birîndar bûbû. Di vê bûyera navborî re 2 sal derbas bûne, lê belê lêpirsîn hê jî wekî xwe yê berê ye. Biryara veşarî ya li ser lêpirsînê 2 sal in didome. Li gel hemû belgeyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) ew eşkere kirin û îfadeyên şahidan jî pêvajoya hiqûqî nehatiye xebitandin. Parêzerê dozê Baran Bîlîcî wisa difikire ku ev doz jî dê wekî dozên din bi bêcezatiyê bi dawî bibe. 
‘PÊŞIYA HEQÎQETÊ TÊ GIRTIN'
 
Parêzer Bîlîcî bilêv kir ku qet nizanin bê ka der barê lêpirsînê de çi tê kirin û wiha got: "Biryara veşarî nahêle em xwe bigihînin dosyeyê. Me hevdîtin bi dozgerê dosyeyê re kiribû, lê ji me re tiştek negot. Em niha nizanin bê rewşa wê çi ye. Gava dozeke edlî an jî siyasî be dozger demildest lêpirsînê didin destpêkirin û ji bo cezakirinê îdianameyê ji dadgehê re dişînin. Lê du sal in ev dosye nehatiye vekirin. Ev jî nîşan dide ku naxwazin tiştên bebriçav derkevin holê û hincetek neheq didin ber me. Em baş dizanin ku dixwazin pêşiya heqîqetê bigirin. Di vê dosyeyê de delîl û îfadeyên şahidan hene. Heya niha daraz diviyabû serî li agahiyên şahidan bidana. Lê gava wext di ser re derbas bibe agahiyên şahidan jî bêbandor dibin. Gava dem di ser re derbas bibe ew agahî jî texrîb dibin." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Bîlîcî destnîşan kir ku di dosyeyên der barê herêmê de gava kiryar hêzên ewlehiyê bin tim û tim polîtîkayeke bêcezatiyê di dewrê de ye û wiha domand: "Em di vê dosyeyê de jî bi polîtîkayeke wiha re rû bi rû ne. Berê digotin 'hesasiyeta têkoşîna li hemberî terorê' û ji bo rayedarên eskerî biryarên beraetê didan. Niha jî dixwazin vê dosyeyê bi derengî bixin û bi vî awayî biryarekê bidin. Ev yek, awayekî din ê bêcezatiyê ye ku datînin ber me. Hûrguliyên dosyeyê hemû diyar in û bi amûrên teknolojîk gelek tişt hatine tespîtkirin. Lê dîsa jî dosye nehatiye vekirin. Ev yek dibe cihê mexdûriyeteke mezin û bêbaweriya ji bo edaletê. Em parêzer ne xerîbê van tiştan e, lê gava dozger bi rehaveta 'pêvajo didome' tevbigere, ev nayê qebûlkirin." 
 
'SOYLÛ EŞKERE KIR KU EW ALÎGIR E'
 
Her wiha Bîlîcî bal kişand ser axaftina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî ku li meclisê kiribû û wêneyên têkildarî roja bûyerê nîşan dabûn. Bîlîcî wiha axivî: "Parêzer û malbat nikarin xwe bigihînin dosyeyê, lê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû naveroka dosyeyê parve dike. Ev yek jî, li gor me nîşan dide ku dê dosye bi awayekî neyînî bi dawî bibe. Ew belgeyên li meclîsê hatin eşkerekirin peyamek bûn. Peyamek wisa dan; 'Bila bê zanîn ku em li pişta vê dosyeyê ne.' Wezîrê Karên Navxweyî tim digot dîmen hene, lê me di dosyeya derbarê Osman Şîban de ku bi endamtiya rêxistin hatibû vekirin, dît ku tu dîmen tune ne. Ew daxuyanî bi temamî manîpulasyon bû û peyamek bû. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî em bawer nakin ku rayedarên eskeriyê bên darizandin." 
 
BIRYAREKE YEKALÎ
 
Bi domdarî Bîlîcî diyar kir ku li holê biryareke veşarî ya yekalî heye û wiha pê de çû: "Ji bo çi em dibêjin yekalî? Ji lew re li aliyê din ê dosyeyê Wezareta Karên Navxweyî heye. Anku Wezîrê Karên Navxweyî diçe dosyeyê li meclisê eşkere dike, lê em aliyekî vê dosyeyê bi tu awayî nikarin xwe bigihînin vê dosyeyê. Mixabin ev biryara veşarî tenê me eleqedar dike." 
 
Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet divê vekole û eşkere bike ku li wir çi qewimiye û ev tişt anî ziman: "Daraz jî divê bandorê ji tu kesî negire û bi vî awayî bûyerê vekole." 
 

Sernavên din

02/10/2022
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn