Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide

  • rojane
  • 08:56 29 Îlon 2022
  • |
img

AMED - Hevkariya Tifaqa Kurdistanî li dijî êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên kurd nerazîbûn nîşan da û hat diyarkirin ku Îran li dijî gelê kurd dijminatiyê dike û li dijî êrişan banga yekitiya kurdan hat kirin û hat xwestin qada navnetewî jî li ber êrişan rabe. 

 
Hevkariya Tifaqa Kurdistanê ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) , Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK – Bakur) û Partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiye pêk tê têkildarî êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û êriş şermezar kir. 
 
Daxuyaniya Hevkarya Tifaqa Kurdistanî ya bi sernavê “Em êrişên rejîma Îranê şermezar dikin” wiha ye: 
 
KUŞTINA JÎNA EMÎNΠ
 
“Li hemberî êrişan dem dema yekitî û tifaqa Kurdan e.
Li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê du hefte berê jina Kurd a bi navê Jîna Mehsa Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin û di encama wê de bi pêşengiya jinan li gelek bajar û navçeyan çalakiyên sivîl û demokratîk hatin û tên lidarxistin. Rejîma Îranê dixwaze van xwepeşendanên sivîl û demokratîk bi rêbazên tundiyê, bi kuştin û girtinê tepeser bike. Ev çalakiyên ku jin pêşengiya wê dikin heta niha li dinyayê gelek deng vedaye û olan daye. Rejîma Îranê guh nade daxwaza azadiyê ya jinan û gelan û her roj zext û zora li ser çalakgeran zêdetir dike.
 
DIJMINATIYA LI DIJÎ KURD NÎŞAN DIDE
 
Rejîma Îranê li bajarên Başûrê Kurdistanê yên wek Pirdê, Koyê, Zirdigeze jî hin êrişên asmanî pêk anî û di encama van êrişan de bi dehan welatî hatin kuştin û birîndarkirin. Bajarên ku sivîl lê dijîn bûn armanca van êrişan û xisareke mezin a mirovî derket meydanê. Êrişên rejîma Îranê berî her tiştî hemû rêgez û pîvanên navneteweyî û mafê serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê binpê dike. Ev êriş dijminahiya rejîma Îranê ya li hemberî gele Kurd û Kurdistanê bi awayekî aşkera nîşan dide.
 
LI DIJÎ ÊRIŞAN BANGA YEKITIYÊ 
 
Herêma me û cîhan her ku diçe ber bi gerînekeke şer û pevçûnê ve tê birin. Di encama vê berberiyê de her ku diçe aştî, ewlehî û aramiya herêmê di bin xetereyê de tê hiştin. Li aliyekî dewleta Îranê êrişî Herêma Kurdistanê dike, li aliyê din dewleta Tirk êrişî Başûr û Rojava dike. Li hemberî van êrişên dewletên herêmê ji her demê zêdetir pêdiviya gelê Kurd û gelên Kurdistanê bi yekitî, yekrêzî û tifaqê heye.
 
QADA NAVNETEWÎ BILA RÊ LI BER VAN ÊRIŞAN BIGIRE
 
Rejîma Îranê bi van êrişên xwe yên îro ve hem dixwaze pirên palpiştî, piştgirî û piştevaniyê yên di nava gelê Kurd û gelên herêmê de tê avakirin hilweşîne, hem jî aştî, aramî û îstîqrara herêmê xerab bike. Em wek Hevkariya Tifaqa Kurdistanê van êrişan bi tundî şermezar dikin. Divê demildest ev êriş bên rawestandin. Dîsa em bangî Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtîya Ereban û sazî û dezgehên navneteweyî dikin da ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û rê li ber van êrişan bigirin.
 
Em kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji malbatên wana re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”
 

Sernavên din

02/10/2022
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
17:49 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin