Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin

  • rojane
  • 14:35 28 Îlon 2022
  • |
img
AMED - STO’yiyan diyar kir ku derheqê qetilkirina Ceylan Onkol de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û bang li Tirkiyeyê kirin ku kesên berpirsyariya wan di kuştina zarokan de hene tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin. 
 
Komîsyona Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Hêviyên Rengbireng, Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî (Şhuder) û Weqfa Koçberiyê bi boneya salvegera qetilkirina Ceylan Onkol li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Endamên Komeleya Jinan a Rosayê û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Amedê Eylul Ozgultekîn di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku zaroka 12 salî Ceylan Onkol di 28’ê îlona sala 2009’an de dema li mezraya Xanbaz a Taxa Şenlîk a Lice ya Amedê pezê xwe diçêrand, di encama topa hawanê ya ji herêma leşkerî hatiye avêtin jiyana xwe ji dest daye. Ozgultekîn, diyar kir ku malbata Onkol 15 deqe piştî çûyîna cihê bûyerê agahî dane dozgerî û Qereqola Abaliyê û wiha domand: “Tevî vê yekê jî cenazeyê Ceylanê 6-7 saetan li erdê ma. Dozger û bijîşkên ku dê otopsî bikira, bi hinceta ku ewlehiya canê wan nîne neçûn cihê bûyerê û malbat neçar ma ku parçeyên keça xwe bi destê xwe kom bikin û bibin Qereqola Abaliyê. Otopsiya Ceylanê jî li baxçeyê vê qereqolê hat kirin. Li ser fermanê, wêneyên cihê bûyerê jî ji hêla melayê gund ve hatin kişandin. Serokatiya Daîreya Laboratuarê ya Polîsên Krîmînalê derheqê mirina Ceylanê de raporek amade kir û got ku dibe mûhîmatekê req bibe sedema mirina Ceylanê.”
 
‘RAPOR BOMBEAVÊJÊ NÎŞAN DIDIN’
 
Ozgultekîn, bi domdarî rapora alternatîf a ji hêla ÎHD û Prof. Dr. Umît Bîçer ve hatiye amadekirin bi bîr xist û got ku di raporê de tê destnîşankirin ku Onkol di encama madeya teqemeniyê de jiyana xwe ji dest daye û dibe ku ev made ji bombeavêjê hatibe avêtin. Ozgultekîn, diyar kir ku dozgerê demê yê ku lêpirsîn didomand di 4’ê nîsana 2013’an de derheqê gumanbarên bûn sedema mirina Onkol ku qet nehatine dîtin de bi sûcdariya “peywira xwe xerab bi kar anîne” lêpirsîn daye destpêkirin lê ev lêpirsîn jî bi bêteqîbatê bi dawî bûye. Ozgultekîn, axaftina xw wiha domand: “Di heman demê de dozgeriyê di 30’ê nîsana 2014’an de di dosyaya lêpirsînê de diyar kir ku muhîmat neguhêr e û nayê zanîn bê ka di demên berê de ji hêla kê ve hatiye avêtin. Bi vê hincetê jî biryara ‘lêgerîna daîmî’ da û dosya girt. Her wiha DMME’yê jî di vê biryara de binpêkirin qebûl nekir.” 
 
'DI 10 SALAN DE 228 ZAROK HATIN QETILKIRIN’
 
Di berdewamê de Ozgultekîn bi bîr xist ku mîna dosyayên din ên ku gumanbar hêzên ewlekariyê, di dosyaya Onkol de jî ji ber ku faîl hêzên ewlekariypê ne, lêpirsîneke bêalî û bibandor nehatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîtîkaya necezakirinê bênavber didome. Mixabin piştî kuştina Ceylanê jî gelek zarokên din hatin kuştin. Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Amedê ku di 2021’an de parve kir; di navbera salên 2011-2021’an de li herêmê herî kêm 228 zarokan ji ber sedemên hêzên ewlekariyê û yên cuda jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku derheqê hêzên ewlekariyê de lêpirsîn nayên vekirin û nayên cezakirin, binpêkirinên li dijî zarokan roj bi roj zêdetir dibin. Banga me li dewletê ew e ku li gorî hemû peymanên neteweyî û navneteweyî tevbigere. Kî dibe bila bibe, berpirsyarê mafê jiyanê yê hemû zarokan jî dewlet e. Divê Tirkiye li gorî Peymana Mafên Zarokan a NY’yê tevbigere û berpirsyariyên xwe pêk bîne. Di çarçoveya berpirsyariyên xwe de; divê di mijara qetilkirina zarokan de li cem zarokan cih bigire û faîlên wan tespît bike û pêvajoyeke lêpirsîna bibandor îdarî û cezaî bide destpêkirin.”
 

Sernavên din

02/10/2022
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê
18:15 Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn
17:53 Li Hezoyê qeza: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn