Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya

  • rojane
  • 09:05 28 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dervîş Kilinç ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket wiha got: "Mirov piştî 30 salan ji nav çar dîwaran derdikeve û li hemberî xwe cîhaneke cuda dibîne. Ji jiyana civakî dûr û xwe di nava valahiyeke pir mezin de hîs dike."
 
Di salên 1990’î de li Tirkiyeyê bi sedan siyasetmedarên kurd hatin girtin. Kesên hatin girtin piranî jê cezayê mûebbedê li wan hat birîn. Ji van kesan yek jê Dervîş Kilinç e. Kilinç, di sala 1992'yan de li navçeya Silopiyayê bi hinceta "endamê rêxistinê ye" hat girtin û cezayê mûebbedê lê hat birîn. Kilinç di 30 salan de li Şirnex, Amed, Kandira, Bartin û Trabzonê di girtîgehê de de ma. Dervîş Kilinç ku herî dawî di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê de bû û demek berê ji girtîgehê derket ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa rojên xwe yên girtîgehê kir.
 
'MIN KEYFXWEŞÎ Û XEMGINÎ BI HEVRE JIYA'
 
Kilinç anî ziman di 30 salan de ew di gelek girtîgehan de ma ye û wiha got: "Ez di sala 1992'yan de li navçeya Silopiyayê hatim girtin. Piştî ku hatim girtin, ez anîm Girtîgeha Şirnexê. Piştre ji vir em birin Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê. Ez sal û sê mehan li wir mam. Piştî ku cezayê min hat erêkirin, ez sirgûnî Bartinê kirim. Ez 9 salan di Girtîgeha Bartinê de mam. Piştî ku li wir jî 9 salan mam, ez sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hatim kirin. Piştî Kandirayê jî ez anîm Şirnexê. Li Şirnexê 9 mehan mam û piştre sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê kirim. Ez nêzikî 2 salan jî li wir mam. Piştre dîsa ez sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Amedê kirim. Piştî saleke min temam bû, ez sewqî ya Tîpa D'yê kirim. Herî dawî jî ez sewqî Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê kirim."
 
Kilinç destnîşan kir ku piştî 30 salan derketina ji girtîgehê mirov xemgîn dike û wiha domand: "Mirov ji ber ku hevalên xwe li pişt xwe dihêle mirov xemgîn dibe. Mirov kêfxweşî û xemgîniyê bi hev re dijî. Mirov piştî 30 salan ji nava çar dîwaran derdikeve û li hemberî xwe cîhaneke cuda dibîne. Ji jiyana civakbûnê dûrketî, mirov dikeve valahiyeke pir mezin. Piştî 30 salan, her tişt bi mirov xerîb tê. Ev jî ji mirov re hin astengiyan derdixîne. Ev jî demkî ye, derbas dibe. Bê şik civak guheriye, mirov guherîne, jiyan guheriye. Ya ku ji mirov re biyanî û dûr tê jî ev e. Ev bandorê li ser mirov çêdike. Lê heta demekê wê ereniyê bi xwe re bîne. 30 salan gelek tişt bi xwe re birin. Dem lazim e ku ji bo mirov bielime derve."
 
TIŞTA HERÎ ZÊDE JÊ BANDOR BÛYE
 
Bi domdarî Kilinç bi lêv kir ku tişta ku herî zêde ji wî re zehmet hatiye ew e ku hevalên xwe yên nexweş li dû xwe hiştiye û wiha pê de çû: "Dema ez ji girtîgehê derketim û gava yekem avet, tişta ku herî zêde bandor li min kir ew bû ku li ber deriyê girtîgehê kesî ku min pêşwazî bike tune bû. Kesek pê nehesandibûn û ji ber wê jî kesek nehatibû. Ez ji wê bandor bûm. Di girtîgehê de min herî zêde bêriya cihê ku lê hatim dinê û zarokatiya xwe dikir. Ew çar diwar tu caran jı bîra min naçin. Diwareke hişk e û hûn di nav de ne. Herî zêde ew bandorê li mirovî dike. Mirov ji mafê jiyaneke wisa ya herikbar dûr e, ev bandorê li mirovî dike. Lê belê ereniyên wê jî çêdibin."
 
Di berdewamê de Kilinç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehê jî û ev tişt anî ziman: "Li gel me hevalek hebû qurçikeke wî jê kiribûn. Ew bi xwe jî penceşêr bû. Dihat tedawîkirin. Lê diviyabû ku mirovê wiha bihatana berdan. Ji me re carna pirsgirêk derdixistin. Dema em dibirin revîrê digotin, 'devê xwe vekin.' ji ber vê pêkanînê jî hevalan têdawî red dikir. Ev ji tedawîkirinê re dibû astengî. Pêwîst bû ku ew hevalên nexweş bihatana berdan. Lê dewlet naxwaze ew bên berdan. Girtiyên nexweş di mijara xwarinê de jî rastî gelek astengiyan tên. Gelek heval hene ku nikarin rabin ser pêyan û pêwistiyên xwe yên şexsî pêk bînin."
 
'ME TIŞTEK NEDIBIHÎST'
 
Kilinç da zanîn ku ew ji amûrên ragihandinê bêpar hatine hiştin û wiha derbirî: "Ne rojname ji me re dihat ne jî me dikarî radyoyê guhdar bike. Tiştek tune bû. Tenê ew rojnameyên ku propagandaya dewletê dikirin ji me re dihatin. Di wan 2 salên li Girtîgeha Amedê de me nedizanî ku li Tirkiyeyê çi diqewime. Ne ji derve ne jî ji hûndir me qet tiştek nedibihîst. Ji ber ku derfet tune bû. Tenê FM radyo hebû."
 
Kilinç wiha domand: "Ger li Tirkiyeyê guhertin û veguhertinek çêbibe, ev jî wê bi lingê aboriyê çê bibe. Ji ber ku aboriyê gel asteng kiriye. Di hêla çandî, civakî û hûnerî de bandora xwe ya neyînî li ser civakê çêkiriye. Ev jî dibe sedema guhertin û veguhertina desthilatdariyê. Yek ji nirxandinên me jî li ser rol û mîsyona muxalefetê bû. Heger muxalefet rol û mîsyona xwe bilîze û berjewendiyên civakê bide berçavên xwe wê bikaribe bibe desthilatdar. Lê divê serî de yek bin. Lê mixabin muxalefeta rola xwe dilîze û xwedî bandor e û di gelek aliyan de guhertinan çêdike û siyaseta Tirkiyeyê diguherîne nakin nav xwe. Heger ew çênebe bêguman wê di muxalefetê de qelsbûn çêbibin û ne pêkan e ku guhertineke şenber derkeve holê." 
 
'HEWLEDAN QELS IN'
 
Di berdewamê de Kilinç bal kişand ser çalakiyên ku ji bo berdana girtiyên nexweş tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo girtiyên nexweş gelek bangawazî hatin kirin, lê mixabin ew nehatin berdan. Çalakî û hewldanên ji bo girtiyên nexweş tên kirin têr nakin. Ji bo hevalên nexweş hewledanên ku hatin kirin pir qels in. Komeleyên Mafên Mirovan, baro û saziyên dîtir divê girtiyên nexweş di rojevê de bihêlin û ji bo berdana wan di nava hewledanan de bin. Lê bêguman heta ev hikûmet hebe hin guhertin zehmet in."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

02/10/2022
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan