Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn

  • rojane
  • 09:02 28 Îlon 2022
  • |
img
RIHA - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdehiyê, li 4 hezar û 700 dibistanan bi 878 hezar xwendekaran dest pê kir. Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rohat Salih Xelîl got ku zarok bi zimanê zikmakî perwerde dibin.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdehiyê ya 2022-2023’yan di 18’ê îlonê de dest pê kir. Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 700 dibistanan 878 hezar xwendekar perwerdeyê dibînin. Li dibistanan xwendekar bi zimanê kurdî, erebî û suryanî perwerdeyê dibînin û îsal dersa Îslam û Êzidiyatiyê jî li mufredatê hat zêdekirin.
 
Her wiha li hin navçe û gundan jî ji ber êrişan bi hezaran xwendekar nikarin biçin dibistanê. 
 
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rohat Salih Xelîl anî ziman ku metirsiya herî mezin a li ser herêmê êrişên dewleta Tirkiyeyê ye. Xelîl diyar kir ku lê tevî hemû metirsiyan jî ew bênavber amadekariyên xwe yên perwerdehiyê didomînin û heya niha di gelek qadan de amadekariyên xwe temam kirine û bi vî awayî dest bi perwerdehiyê kirine.
 
PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Xelîl der barê polîtîkayên xwe yên perwerdehiyê û mufredatê de ev tişt gotin: “Li gorî pergala me her zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê dibîne. Di perwerdehiyê de pergala dibistana seretayî, navîn û amadeyî wiha ye; Dibistana seretayî ji refa 1'ê heta 6'an, dibistana navîn ji refa 7'an heta 9'an û ya amadehiyê jî ji refa 10'an heta 12-an e. Her wiha dibistanên me yên amadekariyê jî hene. Li dibistanên amadekariyê di warê mîmarî, tenduristî, çandinî û bazirganiyê de perwerde tê dayîn. Xwendekarên me yên amadehiyê li gorî puanên xwe diçin zanîngehên Rojava, Rojhilat û Kobanê. Ji refa 1'ê heta 3'yan xwendekarên me bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Piştî wê jî heta ku ji dest tê bi erebî û kurdî perwerdeyê dibînin. Ji xeynî vê piştî refa 5'an dersên îngilîzî jî hene."
 
MAMOSTE JÎ TÊN PERWERDEKIRIN
 
Bi domdarî Xelîl anî ziman ku di salên borî de li dibistanan tenê perwerdehiya ziman dihat dayîn û hefteyê tenê 3 ders dihatin dayîn.  Xelîl da zanîn ku di sala 2014'an de bi vekirina saziyên fermî yên perwerdeyê re perwerdeya bi rêkûpêk dest pê kiriye. Xelîl, diyar kir ku mamoste jî bi awayekî taybet tên perwerdekirin û wiha domand: "Mamosteyên me yên li dibistanên rejîma Sûriyeyê xwendine hene. Ew beşdarî perwerdeya dibistanên Rêveberiya Xweser dibin. Mamosteyên me, ji bo dibistanê derseke baş bidin li dibistanên havînê hatin perwredekirin. Mamosteyên ku her sal zanîngehê diqedînin jî a din a salê li dibistanan dest bi perwerdehiyê dikin."
 
Di berdewamê de Xelîl da zanîn ku şaxên perwerdeyê li ser beşên zanistî û wêşeyî hatine dabeşkirin û got ku dersên wekî bîrkarî, kîmya, fîzîk, dîrok, erdnîgarî, jîneolojî (zanista jinan), zanistên civakî, olî, îngilîzî, kurdî, erebî, muzîk, perwerdehiya bedenî û wênesaziyê hene. Xelîl, anî ziman ku bi taybet ew li Kantona Cizîrê beşdarî xebatên perwerdeyê bûye û wiha pê de çû: "Li vir 2 hezar û 229 dibistan û 230 hezar xwendekar dest bi sala perwerdehiyê ya ewil kirin." 
 
ÊRIŞ
 
Xelîl daxuyand ku li dibistanan pirsgirêkên maddî hene û got ku ji ber ku li hin dibistanan amûrên perwerdehiyê, av û ceryan tune ne ev yek bandorê li perwerdehiya zarokan dike. Xelîl, destnîşan kir ku êriş û gefên li hemberî herêmê jî bandorê li perwerdehiyê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo me pirsgirêka herî mezin êrişên Tirkiyeyê ne. Li bajarên ku niha di destên Tirkiyeyê de ne, dibistanê bûne qadên xebatê yên MÎT'ê û leşkeran. Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê gelek xwendekar ji wan deran koçî bajarine din kirin. Lê ji bo ev xwendekar ji perwerdehiyê nemînin çi ji destê me tê em dikin. Belê, dibe ku hejmara xwendekaran zêde be, lê ev yek perwerdehiyê asteng nake. Kesên ji deverên ku Tirkiyeyê ew dagir kirin reviyan, li kampên Serêkaniyê, Waşokanî û Newrozê dimînin. Li van kampan gelek xwendekar hene. Ji bo ji perwerdehiyê nemînin em rojê 3-4 caran diçin wan tînin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

02/10/2022
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike
10:43 Berhem Salih: Divê rê li ber êrişên Tirkiyê û Îranê bên girtin
10:37 Polîsan di binçavan de xwestiye malbata Dilşah Ercan biçe ber avahiya HDP’ê!
10:08 Li Girtîgeha Kayseriyê pêkutiya li ser girtiyan zêde dibe
09:40 AYM’ê derbarê desteserkirina nameya girtî de biryara ‘binpêkirinê’ da
09:15 Li Mêrsînê 28 kes hatin berdan
09:04 Bavê Hakan Arslan: Heke gelê me tev li Mîhrîcana Sûrê bibe wê ev carek din me bikuje
09:03 Malbatên girtiyên nexweş: Divê rojeva ewil a meclisê girtiyên nexweş be
09:02 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dikare pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike'
09:00 ‘Em ê bi hunera xwe li dijî êrişên li ser ziman û çanda kurdî li ber xwe bidin'
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/09/2022
23:36 Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû
23:30 Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin
21:35 Odeya Bijîşkan a Enqereyê 'Xelata Çapemeniyê' da ajansa me
20:54 Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan
20:08 Biradost careke din hat bombebarankirin
19:21 'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin'
17:18 Li Gundikêmelê şahiya jinan
16:46 Doza Kobanê taloqî 3’yê cotmehê hat kirin
16:40 Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn
15:59 Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir
15:54 Başaran: Gelên ku li Îranê azadî û guhertinê dixwazin silav dikim
15:54 Swêdê ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
15:53 KCD, DBP û HDP’ê bi mîrê êzidiyan Mîr Hazim re hevdîtin kir
15:27 Malbata Çelîk ku cerdevana lawê wan kuştibû: Bi vî cezayî kujeran parastin
14:42 Ji bo piştgiriya bi gelê Îranê re dê li 120 navendên cîhanê çalakî bên lidarxistin
14:39 Sancar: Guhertina îktidarê tenê têrê nake
14:31 Rejîma Îranê îşkence li zarokan kir ku di televîzyonê de bibêjin ‘hêzên derve em xapandin’
14:28 Di doza Hevşaredar Esmez de biryara berfirehkirina teqîbatê hate dayîn
13:28 Zarokê ku rastî nijadperstiyê hat, hatiye derbkirin
13:28 Li Êlihê 9 binçavkirî hatin berdan
13:09 Îranê dîsa êrişî başûrê Kurdistanê kir
13:08 Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
12:18 Danişîna Yuksekdag û 6 parlamenteran hat taloqkirin
12:07 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Malbata Şenyaşar: Ji ber edalet nîne zilm berdewam dike
11:53 Li Gimgimê cerdevanekî gundî gule baran kirin: 2 kes hatin kuştin kesek birîndar bû
11:42 Binpêkirinên mafan ku DFG’ê weşand hatin astengkirin
11:37 Rojnameger Mohammadî û helbestvan Borzooî li Îranê hatin girtin
11:35 Taşdemîr: ‘Jin jiyan azadî’ bû sembola polîtîk a sedsala 21’emîn
11:30 Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne: Divê kurd bêdeng nemînin
11:18 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe’
11:13 Ji bo tehliyeya Balaç banga lezgîn: Êdî saniye jî girîng in
10:36 ‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’
10:04 Li Kabîlê teqîn çêbû: 19 kes mirin 27 kes birîndar bûn
09:58 Xwendekara îranî: Jinan şoreş da destpêkirin
09:55 Soylû parastina Mezîtliyê kir: Ajokarê teqsiyê teşhîs kir!
09:32 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
09:04 Li qadên leşkerî yên Çelê qirkirina daran
09:04 Rojnamevan Emer: PDK ji bo dagirkirina herêmê aliyê Tirkiyeyê digire
09:03 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de deşîfrasyona 281 qeydên dengan hat teblîxkirin
09:02 Ji bo 'keça manewî' ya Erdogan klîma bi dîwarê avahiya dîrokî vekirine
09:01 Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş
09:00 412 hunermend û wêjevanan ji bo berxwedana li Îranê daxuyaniya piştgiriyê dan
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2022'YAN
29/09/2022
22:48 Li Amedsporê 156 hezar TL cezayê pereyî hat birîn
22:18 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
21:32 HDP'ê li Amedê xwarina piştevaniyê da
21:11 'Pergala ji tayê porê jinê bitirse dawiya dawî dê hilweşe'
20:45 Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin: Ya hat kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye
20:12 Der barê Guzelê de îdianame hat amadekirin
19:16 Rapora ATK'ê ya Balaçê ji Dozgeriya Înfazê re hat şandin
18:55 Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
18:49 Malbata Dilşah Ercanê hat berdan
18:33 Li Mîhrîcana ŞanoWanê lîstika 'Dek û Dolabên Scapen'ê