Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber

  • rojane
  • 11:29 23 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê HDP’ê Serhat Eren redkirina îtîrazên têkildarî “nivîs û pêvekên’ ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo doza girtinê şandine nirxand û wiha got: “Dewlet di dosyaya girtinê de ji burokratên xwe heta miduriyeta polîsan bi temamî bûye seferber.”
 
Doza Girtina HDP’ê ku bi pêşkeşkirina îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di 21’ê hezîrana 2021’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bilind (AYM) ve hatibû qebûlkirin, didome. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, lêpirsîna ku parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzelê hatibû rakirin û lêpirsîna têkildarî parlamenterê HDP’ê yê berê Behçet Yildirim hatiye vekirin jî weke delîl pêşkeşî dozê kir. 
 
HDP’ê têkildarî “delîlên pêvek” ên AYM’ê qebûl kirin, di 26’ê tîrmehê de parastina ku ji daxwaz û îtîrazan pêk tê da. AYM’ê jî di 20’ê îlonê de daxwazên HDP’ê red kirin û biryara wext da ku ji bo HDP di nava 30 rojan de parastinê bide. Lê biryar hêj teblîxî HDP’ê nehatiye kirin. 
HDP’ê xwestibû ku dozên derbarê wekîla Amedê ya girtî Semra Guzel û parlamenterê berê Behçet Yildirim de ku weke delîl hatine nîşandan bên derxistin û endamê AYM’ê Kenan Yaşar ji ber ‘îhsas-i rey’ ji dozê were vekişandin û doz were betalkirin. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqî û Mafên Mirovan Serhat Eren, redkirina îtîrazên têkildarî nivîs û pêvekên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve hatine pêşkeşkirin ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
DELÎLEKE NÛ NÎNE
 
Eren, destnîşan kir ku belgeyên ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind pêşkeşkirine delîlên pêvek nînin encam dikarin bibin “nivîs û pêvek” û ev rewş wiha vegot: “Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dema bixwaze nikare ji doza girtinê ya didome re belgeyekê bişîne. Me di îtîraza xwe de jî diyar kir ku ev nivîs û pêvek dikarin bibin mijara îdianameyeke nû. Divê bibe mijara îddîanameyeke din, lê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nikare îddîanameyeke din jî bide, ji ber ku di dozeke dewam dike de divê delîleke nû hebe, ku 'delîleke din' an jî 'îdîanameyeke zêde' were derxistin an jî peşkeş kirin. Ji ber ku delîleke nû nîne ev yek nikare ji bo lêpirsînên Yildirim û Guzel were sepandin. Dema îdianameya girtinê tê amadekirin, ya heyî dosyaya lêpirsînê ye. Piştî vekirina dosyayê ji ber tişta ku derkeve holê nikare weke delîl bê nirxandin jî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nikare vê bike îdianameya zêde.”
 
Eren, da zanîn ku dema îdianame li AYM’ê hatibû redkirin û îdianameya nû hate şandin jî ev dosyaya lêpirsînê hebû û wiha berdewam kir: “Lê Dadgeha Bilind nekir mijara îdianameyê. Esas dema AYM’ê jî ji me re belge şandin, ji vê re penase kirineke hiqûqî nekir û weke ‘nivîs û pêvekên wê’ şandibûn. Heke hûn di çarçoveya darizandina ceza de bidarizînin ji bo her belgeya bikeve dosyayê divê penasekirinek hebe.”
 
DAXWAZA DOZGER YA PAŞVEÇÛNÊ
 
Eren, bi lêv kir ku tenê endamê AYM’ê Kenan Yaşar têkildarî dozê tespîtek kiriye vê tespîtê baweriya bi bêalîbûn û serbixwebûna Yaşar têk dibe, ji ber vê yekê bi hinceta ku “îhsas-i rey” kiriye, daxwaz kirine ku paş ve bê kişandin û got: “Endamê AYM’ê Yaşar esas bi vê tespîtê têkildarî esasa doza girtinê fikra xwe vedibêje.” Eren, anî ziman ku texmîn dikin nivîs û pêvekên têkildarî wextê zêde yê 30 rojan hatiye dayîn de hatine şandin têkildarî nivîs û qeydên deng ên kurdî ne.
 
SEFERBERIYA DEWLETÊ YA GIRTINÊ 
 
Eren, destnîşan kir ku komploya doza girtinê ya li dijî partiya wan di 5 rûpelên Nîşeya Agahdarkirina Şaxa TEM’ê ku Doza Kobanê de hatin ji bîr kirin de derketin holê. Eren diyar kir ku bi tena serê xwe 'Nîşeya Agahdarkirinê ya Şaxa TEM'ê' jî nîşaneyeke çawa ye ku saziyên hiqûqê ji wezîfedarên îstîxbaratê re, ji dozgerên herêmî heta komîteyên dadgehê di doza girtinê ya der heqê partiya wan de hatiye vekirin de dixebitin û got: “Di rewşeke ku bi tenê di bin wezîfeya Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind de ye ji dadgeriyê heta dozgerên herêmî her kes vê dozê dimeşîne. Di dawiyê de jî serdozgeriya herêmê lêpirsîna Semra Guzel û Behçet Yildirim ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re dişîne. Tevî ku îdîaname ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye kirin jî, dozgerên herêmî li dijî HDP’ê ketin nava hewldanên dîtina delîlan û dîtina dosyaya lêpirsînê. Peywîra Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind wan girtiye ser xwe. Di doza girtinê de dewlet bi giştî ji burokratên xwe heta miduriyeta polîsan seferber bûye. Ji ber vê yekê, bi darazê, miduriyeta polîsan û dozgerên herêmî re hewl tê dayîn HDP bê girtin.” 
 
REWŞA AYM’Ê DILRIHETKER NÎNE
 
Eren da zanîn ku beriya niha têkildarî ku Îrfan Fîdan ê weke endamê AYM’ê hate hilbijartin jî ji şandeyê bê vekişandin îtîrazên xwe pêşkeşkiribûn lê ev daxwazên wan hatin redkirin û ev tişt gotin: “Fîdanê dema ku wek dozger, serdozger û cîgirê serdozger kar dikir, îmzeya wî heye û 49 lêpirsînên ku di îdianameya girtinê de cih digirin hene. Di rastiyê de yek ji rêgezên bingehîn ên hiqûqê ye. Eger di dema lêpirsînê de hûn dozger an jî dadger bin, di dema dozgeriyê de hûn nikarin di mekanîzmaya biryardayînê de cih bigirin. Nerazîbûnên me yên li hemberî vê yekê hatin redkirin. Di îhsas-ı Rey de îtîraza me ya li hemberî Kenan Yaşar jî wisa xuya ye ku hatiye redkirin. Nerazîbûnên me yên li hemberî van her du endaman dewam dikin. Helwesta AYM’ê ya heta niha li hemberî îtirazên me, zêde dilrihetker nîne.”
 
‘BIRYARA GIRTINÊ MUDAXILEYA HILBIJARTINÊ YE’
 
Eren, destnîşan kir ku têkildarî îdiayên li ser HDP’ê yekane delîleke şênber nîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di îddîanameyê de gotinên bi temamî di çarçoveya azadiya ramanê, civîn û meşa xwepêşandanê ya endamên partiyê, rêveber û parlamenteran de cih digirin. Asta herî kêm a xebatên siyasî û hiqûqî yên ku divê partiyên siyasî di demokrasiyan de pêk bînin di dosyaya girtinê de wek delîl tên nîşandan. Tê gotin; Tu nikarî bibêjî, tu nikarî civînan bikî, nikarî bimeşî. Di rewşa girtina dosyayên li ser wan de, AYM nikare biryara girtinê bide. Di dozên li dijî Tirkiyeyê de der barê girtina partiyên siyasî de biryarên binpêkirina DMME’yê hene. Qanûna dozê ya ji aliyê DMME’yê ve hatiye afirandin esas bê girtin jî, biryara girtinê nikare bê dayîn. DMME’yê prensîbên xwe diyar kirine. Tu pîvanên doza girtinê têra girtina partiya me nake. Em ketin pêvajoya hilbijartinê. Bi biryareke gengaz a girtinê ya AYM’ê re, hema beriya hilbijartinê wê derbeke darazê li siyasetê bêxistin. Em difikirin ku AYM biryareke ku dê bi mudaxaleya hilbijartinê bi encam bibe nede.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome