Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne

  • rojane
  • 10:56 23 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Parêzer Mahmût Şakar diyar kir ku bertekên li dijî agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan êdî sînorên welat derbas kiriye û wiha got: “Komîteya Wezîran nikare weke ku DMME’yê biryarek nedabe, tevbigere. Neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin. Ji Ocalan û girtiyên din ev 18 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo rakirina tecrîda heyî, ji çar aliyên cîhanê bi sedan parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din serî li Wezareta Edaletê dan. Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzeran di 14’ê îlonê de serî li Wezareta Edaletê, Yekitiya Baroyên Ewropayê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê dan û ji bo rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî name şandin. Di 19’ê îlonê de jî ji Fas, Filistîn, Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misr, Sûriye û Urdunê 756 parêzeran bi pêşengtiya Hewldana Hiqûqî ya Ereban a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan serî li Wezareta Edaletê dan. Di serlêdanan de hat destnîşankirin ku bi girankirina tecrîdê re peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Yek ji parêzerên serlêdan îmze kirî jî ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar bû. Şakar têkildarî nexşerêya rojên pêş bi ajansa me re axivî. 
 
Mahmût Şakar, diyar kir ku bertekên li dijî agahînegirtina 18 mehan êdî sînorên welêt jî derbas kiriye û wiha got: “Rê li ber bertekeke mezin vekir. Ev berteka navneteweyî careke din nîşan da bê ka derdoreke çiqas berfireh mîsyona polîtîk a birêz Ocalan û tecrîd fêm kirine. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha agahî ji birêz Ocalan nayên girtin û ev mijar ne tenê ji bo parêzer û malbata wî lê ji bo hemû civak û derdorên navneteweyî jî girîng e. Baş hat fêmkirin ku ji bo rakirina tecrîdê, hewcehî bi siyaseteke aştiyane û çareserxwaz heye. Lewma li gorî min dê bertekên navneteweyî hîn mezintir bibin.” 
 
DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN
 
Bi domdarî Şakar bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Ocalan û wiha domand: “Ji destpêkê heta niha gelê kurd li dijî tecrîd û dîlgirtina birêz Ocalan xwedî helwest e. Ji komploya navneteweyî heta niha her tim çalakî û bertek hene. Bi taybet jî kurdên li Ewropayê her tim di nava çalakiyan de ne û vê jî kir ku civakên van welatan û rêxistinên civaka sivîl jî di vê mijarê de bêhtir hesas tevbigerin û bertek nîşan bidin. Her wiha bi naskirina paradîgmaya ku birêz Ocalan di şert û mercên Îmraliyê de afirandî, weke encama vê paradîgmayê bandora şoreşa Rojava û jinê ya li cîhanê, cisareta li dijî gefa talûkeyeke weke DAIŞ’ê kir ku di asta cîhanê de xwedî li birêz Ocalan bê derketin. Ev pêvajo veguherî daxwaza gavên pratîk ên ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan. Kampanyayên sendîkayan, piştevaniya rewşenbîr û hunermendan û bi çalakiyên demdirêj derket holê. Ev xebat dê ji vir û şûnde jî berdewam bikin.” 
 
BANDORA ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ GIRÎNG E
 
Di berdewamê de Şakar bi lêv kir ku çalakiyên li Ewropayê ji gelek aliyan ve xwedî bandor in û ev nirxandin kir: “A yekemîn bi van çalakiyan re rewşa heyî nayê qebûlkirin û nadin rewakirin. Nahêlin ku têkiliya di navbera Ocalan, gelê kurd û mirovahiyê de bê qutkirin. Ji bo siyaseta aştiyane û çareserîxwaz a birêz Ocalan qad tê vekirin û hewcehiya bi azadiya wî ya fîzîkî di rojevê de dihêle. Di heman demê de bêdengiya di qada navneteweyî de tê şikandin û dike ku CPT û Konseya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.” 
 
‘EM NIZANIN BÊ KA LI ÎMRALIYÊ NE YAN NA’
 
Parêzer Şakar bi domdarî bal kişand ser rewşa agahînegirtina ji Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girava Îmraliyê ji bo dîlgirtina birêz Ocalan hatiye hilbijartin û sedema vê jî ew e ku ji bo avakirina rejîmeke keyfî ya tecrîdê cihekî guncav e. Girava Îmraliyê bi awayekî xwezayî, girava tecrîdê ye. Ji destpêkê heta niha tecrîd û keyfiyetê, karektera xwe daye Girtîgeha Girava Îmraliyê. Lê dikare bê gotin ku tecrîd, ji destpêkê heta niha tenê bi rengekî nemeşiya. Weke rastiyeke giştî dikarim wiha bibêjim; tecrîda li Îmraliyê ji roja destpêkê heta niha her tim bi heman rêbazê hat kûrkirin. Her tim kûrtir dibe, girantir dibe û bi vî awayî pêş ketiye. Lewma em dema herî giran dijîn. Em bi tu awayî derheqê tenduristî û jiyana birêz Ocalan û hevalên wî de agahiyan nagirin. Em nizanin bê ka li Îmraliyê ne yan na. Ger gotin di cih de be rewşeke ‘winda’ ye. Agahînegirtineke mutleq heye.” 
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de li xwe mikûr hatibû ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye. Parêzer Şakar, têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de Tirkiye hewl dide biryara DMME’yê vala derxîne û ji berpirsyartiya xwe direve. Tirkiye li ser têgehên ‘îstîsna’ û ‘muaf’ hewl dide mijarê sivik bike û ji rojeva xwe derxîne. Li gel birêz Ocalan, Komîteya Wezîran bi giştî di 4 dosyayan de, di civîna 2’yê kanûna 2021’an de daxwazên wê ji Tirkiyeyê çêbûn. Xwest ku Tirkiye heta dawiya meha îlona 2022’yan bersiv bide. Di esasê xwe de Tirkiyeyê hêj bersiv nedaye. Lê belê di bersiva xwe ya ji bo parêzeran de qala mijara ‘îstîsna’ kir. Di esasê xwe de Tirkiye ji destpêkê heta niha vê îdiayê bi kar tîne. Cezayê muebbeta giran ku bingeha mijarê ye, di sala 2002’yan de ketiye Qanûna Cezayan a Tirk û heta niha bandora wê li hezaran mirovan çêbûye. Tişta ku Tirkiye jê re dibêje ‘îstîsna’ di esasê xwe de qala bi hezaran girtî û hikûmxwarên muebbeta giran in. Dixwaze li ser têgehên ‘îstîsna’ û ‘muaf’ mijarê sivik bike û ji rojevê derxîne.” 
 
‘KOMÎTE NEÇARE BIRYARÊN DMME’YÊ PÊK BÎNE’
 
Şakar, da zanîn ku Komîteya Wezîran neçare ku biryarên DMME’yê pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo vê mijarê gelek derfetên wan hene. Heta derxistina ji endamtiya Konseya Ewropayê, gelek raye di destê wan de hene. Lê divê mirov bibîne bê ka van rayeyên xwe çiqas bi kar tînin an jî çiqas cidî nêz dibin. Beriya doza Ocalan, dozên Kavala û Demîrtaş hatibûn ber destê Komîteya Wezîran. Lê heta niha jî Tirkiyeyê nêzikatiyeke ku pirsgirêkê çareser bike nêz nebûye.”
 
‘DIVÊ ZEXT LI KOMÎTEYA WEZÎRAN BÊ KIRIN’
 
Mahmût Şakar wiha dawî li axaftina xwe anî: “DMME’yê di sala 2014’an de biryara xwe da. Lê Komîteya Wezîran ev pirsgirêk di 2021’an de xist rojeva xwe. Bi vê helwestê jî diyar dibe ku cidî nêz nabin. Komîteya Wezîran nikare weke ku biryareke DMME’yê nebe tevbigere û ‘muaf’ bigire. Ji ber ku biryara DMME’yê ji xwe têkildarî mijara ku Tirkiye dibêje îstîsnayê de ye. Pirsgirêka esasî ew e bê ka Komîteya Wezîran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çiqas cidî nêz bibe, bê ka dê çiqas destûrê bide ku pirsgirêk ji demê re bê vehêlandin û bê ka dê heta biryareke adilane tê dayîn mijarê bişopîne yan na. Hewceye mirov di van mijaran de baldar be. Bi taybet jî divê gelê kurd, rêxistinên civaka sivîl, derdorên demokrat û derdorên hiqûqê yên navneteweyî her tim zextê li Komîteya Wezîran bikin da ku pêvajoya heyî bişopînin. Li gorî min garantorên ewlehiya pêvajoyê ev derdor in.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome