HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin

  • jin
  • 15:47 22 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên HDP’î qetilkirina Jîna Mahsa Amînî protesto kirin û gotin; “Em ê cîhaneke azad bi hev re ava bikin. Dê bi têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin.” 
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ji bo serdana malbata xwe çûbû Tehranê û bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re li rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û dest bi çalakiyan kir. Çalakî roj bi roj mezintir bûn û di demekî kin de li seranserî bajarên Îranê berbelav bû. Her wiha li gelek welatên cuda jî jin daketin qadan û rejîma Îranê protesto kir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, li gelek bajaran daket kolanan. 
 
RIHA 
 
Li navçeyên Bêrecûk, Xelfetî, Pirsûs, Wêranşar, Curnê Reş, Hewag û li navenda bajar gelek jin bi awayekî hemwext daxuyanî dan. Platforma Jinan a Rihayê li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyê alaya ku ji pora jinan hatiye çêkirin û bûye sembola çalakiyên Îranê û pankart hat vekirin. 
 
‘EM Ê CÎHANEKE AZAD AVA BIKIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar axivî û wiha got: “Berxwedan û têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.” 
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku ew zîhniyeta desthilatdariya Îranê baş nas dikin û ev tişt anî ziman: “Em wê zîhniyetê ji Mûsa Orhan ê Îpek Er qetil kirî, ji betalkirina Pemana Stenbolê nas dikin. Lê belê têkoşîna jinan berdewam e. Em ê bi mûyên pora Jînayê re vê têkoşînê jinûve vehînin.” 
 
MELETÎ
 
Rêxistina HDP’a Meletiyê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Di serî de jinên kurd ên ji bo Jîna Mahsa Amînî li ber xwe didin, em hemû jinên berxwedêr silav dikin. Dirûşma Jin, jiyan, azadî bû dirûşma sedsala 21’emîn. Têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jinan e.” 
 
HATAY 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a Hatayê daxuyanî da û qetilkirina Jîna Amînî protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo Mahsa Amînî û ji bo azadiya xwe li Îranê, li Tirkiyeyê û li cîhanê serî hil didin” û dowîzên ku wêneyên Amînî li ser bûn hatin vekirin. Di daxuyaniyê Hevserokê HDP’a Hatayê û gelek jin amade bûn. 
 
ÎSKENDERÛN
 
Rêxistina HDP’a Îskenderûnê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş, endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê û gelek partiyî tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Jin li pey kujeran bi hêza xweparastinê li ber xwe didin” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Em natirsin, bêdeng namînin, îtaet nakin” û “Jin dimeşin, azad dibin” berz kirin. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Rêveberiya Rêxistina HDP’a Îskenderûnê Fîdan Durmeş ve hat xwendin. Durmuş, da zanîn ku kujerê Mahsayê rejîma serdest a mêr e. 
 
Jinan, piştî daxuyaniyê pora xwe jê kirin.
 
DÊRSIM 
 
Qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li Dêrsimê jî hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’a Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê dijminatiya li jinan dawiya we, piştevaniya jinan jî şoreşê pêk bîne” hatibû vekirin. Rêvebera Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê Esma Ataş xwend daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Ataş anî ziman ku bi meş û xwepêşandanên xurt ên li kolanan re serhildana li dijî rejîma Îranê ya mêr serdest û polîsên wê yên ‘exlaqê’ tê mezinkirin. 
 
Ataş, bi domdarî destnîşan kir ku dê jin dê tu carî li dijî zordestiyê dev ji berxwedana xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Serhildana li bajarên Kurdistanê ji bo Mahsayê hatiye destpêkirin, li herêmê pêl bi pêl mezintir dibe. Êdî veguherî serhildana gel. Rejîma Îranê ji bo têkbirina vê serhildanê bi hemû hêza xwe êrişî gel dike. Bi van êrişan re dijminatiya xwe ya li hemberî jinan û kurdan dîsa piştrast kiriye. Em li vir careke din dubare dikin; têkoşîn û berxwedana Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.” 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven ve hat xwendin. Seven, diyar kir ku dê tu êriş nekarin pêşî li têkoşîna jinan û bindestan bigire û wiha got: “Di serî de li Îranê, hemû jinên cîhanê dibêjin êdî bes e.” 
 
GEVER
 
Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Endama Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agralir daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: “Têkoşîn û berxwedana Mahsa Amînî, têkoşîna hemû jinan e. Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin.” 
 
SEMSÛR
 
Meclisa Jinan a HDP’a Semsûrê jî li avahiya partiyê daxuyaniyek da û qetilkirina Amînî şermezar kir. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Semsûrê Yeşîm Camci ve hat xwendin. Jinan, soza têkoşîna hevpar dan. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî aktîvîstên TJA’yê li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê hatin ba hev û daxuyanî dan. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP û DBP’ê yên Êlihê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bi darê zorê me bibin bihûşta xwe” û wêneyên Amînî hatibû vekirin. Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz di daxuyaniyê de axivî.
 

'JIN SERHILDANÊ MEZIN DIKIN’

Aktîvîst Yildiz anî ziman ku serhildana li dijî rejîma Îranê û saziyên wê yên dijminên jinan ên weke “polîsên exlaqê” li kolanan bi meş û xwepêşandanan roj bi roj mezintir dibe û wiha got: “Jinên îranî her tim li dijî êrişên ser maf û jiyana wan li ber xwe dan. Berxwedana Mahsayê yek nîşaneyên vê têkoşînê ya herî şênber e.”

SÊRT

Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîsên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay ve hat xwendin. Tay, diyar kir ku dê kesek nekare pêşî li ber berxwedan û têkoşîna jin û gelên bindest bigire û wiha domand: “Di şexsê Mahsayê de em soz didin hemû jinan ku bêexlaqî ne di mûyê pora we yê xuya dike de lê ji Îranê heta hemû dinyayê di zîhniyeta desthilatdarên mêrserdest de ye. Em li vir careke din dubare dikin; berxwedan û têkoşîna Mahsayê têkoşîna me ye.”

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome