Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome

  • rojane
  • 11:57 22 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Lawê zanyarê kurd rojnamevan Mûsa Anter, Dîcle Anter ketina doza qetilkirina Anter a ji ber demborînê weke “Em di serdemeke ku edalet û hiqûq hatine binpêkirin re derbas bûn” penase kir. 
 
Zanyarê kurd rojnamevan Mûsa Anter di 20’ê Îlona 1992’yan de li Ameda ku ji bo tev li Mîhrîcana Çand û Hunerê bibe hatibûyê hate qetilkirin. Faîlên Apê Mûsa yê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin tevî têkoşîna hiqûqî ya 30 salan hatiye dayîn jî derxistin paqijiyê. Danişîna doza ku piştî îtîrafên gelek endamên JÎTEM’ê hatibû vekirin duh li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Dadgehê diyar kir ku 30 sal bi ser cînayetê re derbasbûne, doz ketiye ber demboriyê û biryara betalkirina dozê da.
 
TÊKOŞÎNA 30 SALAN 5 DEQÎQE NAVBER 10 DEQÎQE BIRYAR
 
Têkoşîna hiqûqî ya 30 salan a malbata Anter û parêzerê wan Selîm Okçûoglû, bi navbereke 5 deqîqeyan û biryareke 10 deqîqeyan bêyî yek bersûc û rastiya madî derxînin holê hate girtin. Tevî ku parêzeran û Dîcle Anter di rûniştinê de israr kirin ku JÎTEM rêxistineke kontra ya li nava dewletê ye, sûcên ku kiriye ji aliyê siyasî ve li dijî nûnerên gelê Kurd hatine kirin û divê ev di çarçoveya xalên Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) ên 77 û 78 de weke “sûcên li dijî mirovahiyê” bê destgirtin û daxwaz kirin ku dadgeh kirariyên demborînê nesepîne lê dadgeh ji nedîtî ve hat.
 
Biryara di doza Anter de hatiye dayîn kurê wî Dîcle Anter, yek ji parêzerên dozê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol nirxandin. 
 
Dîcle Anter
 
Lawê Anter ê hate qetilkirin Dîcle Anter, diyar kir ku Apê Mûsa bi cînayeteke siyasî hate qetilkirin û bi lêv kir ku biryara şandeya dadgehê daye biryareke siyasî ye. Anter, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê darazeke serbixwe nîne, girêdayî siyasetê ye weke îspata hêza erka siyasî derket pêşberî wan û wiha got: “Tevî ku ewqas delîl û dane hebûn, faîl diyar bûn, bûyereke xemgîne ku ev faîl niha destê xwe dihejînin û di nava civakê de bi sifeta kujer digerin. Kesên ev biryar girtine divê ev yek bifikirîbûna. Sibê du sibe dibe ku bi serê wan jî were. Li Tirkiyeyê ne diyar e wê sibê çi biqewime. Îro wê tiştekî din biqewime her tişt berovajî be.”
 
‘EDALET Û HIQÛQ HATIN BINPÊKIRIN’
 
Anter, da zanîn ku xwendina biryarê ya şandeya dadgehê bi awayekî zelal radixe ber çavan ku her tişt çawa hatiye organîze kirin û wiha berdewam kir: “Her tişt beriya niha hatibû amadekirin, plankirin û ev tişt di danişînê de nîşanî me dan. Di rastiyê de kuştina Anter da weke eynikekê pêşî li cînayetên faîlên wan diyar ên berê û cînayetên “faîlên wan diyar” ên pêşiya me biqewimin bigire û aşkere bike. Ev rewşa qewimî rewşeke bê edalet e û li ser navê welatê xwe xemgîn dibim. Em di serdemeke ku edalet û hiqûq hatine binpêkirin re derbas bûn.” Anter, bi lêv kir ku wê li dijî biryara di doza bavê wî de hatiye dayîn têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.
 
‘EZ BI HÊRSIM’
 
Anter, bi lêv kir ku ji sala 1996’an ve bi parêzer Selîm Okçûoglû re dozê ji nêz ve dişopînin û got: “Min bavê xwe winda kir. Ez mirovek im û bi kuştineke wiha hêj jî nikarim qebûl bikim ku bavê min ji min standine. Ez her cara diçin ser gora wî ji wî pirsên ‘ez ê çi bikim, dikarim çi bikim?’ dipirsim, carna ewqas bêçare dimînim. Lê mixabin ev kar wisa dibin. Ez li dijî vê biryarê hem xemgîn hem bi kerb hem jî bi hêrs im.”
 
 
TURKDOGAN: JI POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ SERBIXWE NÎNE
 
Hevserokê ÎHD’ê yê Giştî Ozturk Turkdogan jî bi lêv kir ku nayê qebûlkirin ku serdemek wiha were girtin. Turkdogan, destnîaşn kir ku ev pêkanîn ji polîtîkayên necezakirinê serbixwe nînin û wiha got: “Dozên wiha en ji ber demboriyê tên xistin an jî bi efûyên qismî kes tên berdan. Li Tirkiyeyê di van dosyayan de taktîka ‘ji demborînê re hiştinê’ tê sepandin. Berî ku doz bikevin ber demboriyê ewqas tên dirêjkirin ku li bendê dimînin ku faîl di rêyên xwezayî de bimirin. An jî hinek faîl tên kuştin û întîhar dikin. Serdemek bi vî awayî tê girtin. Em nikarin van ji polîtîkayên desthilata siyasî serbixwe bigirin dest. Ev polîtîka li darazê belav bûye.”
 
Ozturk Turkdogan
 
‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ’
 
Turkdogan, Makeqanûna Tirkiyeyê û xala 90’emîn a tê de cih digire bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Li gorî xala 90’emîn a Makeqanûnê biryarên DMME’yê girêdêr in. Di doza qetilkirina Apê Mûsa de DMME’yê ji esas û ûsûlê biryara binpêkirinê da. Ji ber biryara binpêkirinê lêpirsîn karîn bên vekirin. Ji ber cînayeta Apê Mûsa û cînayetên weke wê Konseya Ewropayê Tirkiye dişopand. Lê Tirkiye weke biryarên Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş pêdiviya peymana Komara Tirkiyeyê pêk naîne. Em ji temamê vê re dibêjin politikaya necezakirinê. Ev polîtîkaya necezakirinê dikare encax bi guhertina destihlata siyasî ya girêdayî dewleteke hiqûqê ya demokratîk bi dawî bibe.”
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA HEQÎQET Û EDALETÊ BIDOMÎNIN’
 
Turkdogan, diyar kir ku dema doza Anter berdewam dikir, parêzer Selîm Okçûoglû di çarçoveya rêziknameya Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) de di bin hukmê 9.1’ê de teblîx kiriye, dîsa ÎHD’ê û Navenda Bîrdariyê jî di bin hukmê 9.2 yê heman qanûnan de teblîx kirine û got ku ew ê ji nû ve teblîx bikin. 
Turkdogan destnîşan kir ku ne tenê di mijara Doza Anter de, di heman demê de bi rîska demboriyê re gelek dosya hene ku di rewşeke xetere de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê derheqê van de teblîx bên kirin. Daraz tu carî evqas weke amûr nehatibû bikaranîn. Vê desthilatê di sala 2019’an de reforma darazê aşkere kiribû lê we bi xwe jî vê pêknaîne. Me rêyeke ecêb nîşanî dadgehê da. Me hiqûqa navneteweyî bi biryarên DMME’yê û dadgeha cezayê giran ên li Tirkiyeyê vegot. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dikaribû bi hêsanî biryar bida ku kuştina Anter sûcê mirovahiyê ye û dikare darizandinê bidomîne. Tu hêza ku vê asteng bike tune ye. Daraz ewqas bûye amûr ku endamên darazê wê cesaretê de xwe de nabînin. Divê desthilata siyasî cesaretê bide darazê, bi bîr bîne ku biryarên DMME’yê bên pêkanîn. Îro edalet careke din bi giranî birîndar bûye. Weke ku Dîcle Anter go Mûsa Anter careke din hate qetilkirin. Em teqez vê qebûl nakin. Ev pêvajoy ji bo me berdewam dike. Em ê rêyên îstînaf û temyîzê heta dawiyê bikarbînin û têkoşÎna xwe ya heqîqet û edaletê bidomînin.”
 
AYKOL: ÇAPEMENIYA AZAD DÊ LI SER ŞOPA APÊ MÛSA MEZIN BIBE
 
Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jî diyar kir ku cînayeta Anter “sûcê li dijî mirovahiyê ye” divê di vê çarçoveyê de bigirin dest û wiha got: “Ji xwe di danişîna beriya vê de diyar bû ku wê şandeya dadgehê biryareke wisa bide. Nedikarîn taloqî 15’ê îlonê bikin ji ber ku ji demboriyê re 5 roj hebûn. Bi israr danişîn taloqî rojekê piştî roja demboriyê hate kirin. Lê dadgehê biryara ku beriya niha amadekiribû xwend. Ew dixwazin bi demboriyê kuştina Apê Mûsa bidin ji bîr kirin. Dixwazin kujerên wî neyên cezakirin. Em 30 sal in Apê Mûsa bi bîr tînin, em saziyên çapemeniya azad ên wî li pey xwe hiştî pêş ve dibin. Ji ber wê yekê ew me di kesayeta wî de bi derxistina paqijiyê ya kujeran me ceza dikin. Çapemeniya Azad wê di şopa Apê Mûsa de mezin bibe.”
 
Huseyîn Aykol
 
Aykol, da zanîn ku weke rojnamevanekî dewletê û pergalê nas dike li bendê bû ku biryareke wisa bê dayîn û got: “Parêzeran rêyek nîşanî dadgehê dan. Dikarî bêjin ev doz ‘sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bidomînin lê encam wiha nebû.”
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome