Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine

  • rojane
  • 09:26 22 Îlon 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Ji girtiyê nexweş Îsmet Gunden ê nayê berdan "heqê xwarinê" hatiye xwestin. Hevjîna wî Koçer Gunden got: "Dewletê hevjînê min xistiye girtîgehê û bi ser de jî pere dixwaze. Ev zilm e."
 
Li Tirkiyeyê bi taybetî piştî sala 2015’an AKP’ê “polîtîkayên ewlehiyê” ji xwe re esas girtin û her ku diçe bi van polîtîkayan binpêkirinên mafan zêde dike. Li girtîgehên ku bûne navenda binpêkirina mafan, her roj binpêkirine nû tên kirin. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê Bariş Keve yê bi tena serê xwe di hucreyekê de bû bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
 
Her wiha girtiyên ku nayên dermankirin jî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Li gorî daneyên rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji destpêka sala 2022’yan û vir ve girtiyên nexweş ên ku berdana wan ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hatine astengkirin jî di nav de herî kêm 55 girtî û hikûmxwar li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û ji vana 27 jê ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest dane.
 
Ji girtiyên ku bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û di nava lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de yek jê jî Îsmet Gunden ê 67 salî ye. Gunden ku di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklarê ye, di sala 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û piştî 7 mehan hatiye berdan. Paşê 7 sal û 6 meh cezayê lê hatiye birîn, di 15'ê çileya 2021'ê de polîsan avêtiye ser mala wî û ew binçav kirin. Gunden di binçavan de krîza dil derbas kiriye û piştî anjiyo bûye ew girtine û şandine girtîgehê.
 
Nexweşiyên li Gunden peyda bûne ev in: Prostat, şekir, nexweşiya dil, xitimandina demaran, xerabbûna gurçikan, tansiyon, lerzînên dijwar a dest û lingan, xerabbûna çavan, nexweşiyên hestî, kolesterol û fitiq. Gunden ku nêzî 2 sal in di Girtîgeha Kiriklarê de ye, 3 caran bi Kovîd-19'ê ketiye. Hemû hewldanên wî û malbata wî yên ji bo berdana wî jî bê encam tên hiştin.
 
HEQÊ XWARINÊ JÊ XWESTINE
 
Koçer Gunden (65) der barê nexweşiya hevjînê xwe de axivî. Gunden anî ziman ku li girtîgehê zextên sîstematîk hene û wiha got: “Xweşikî xwarinê jî nadin wan. Dema em diçin hevdîtinê hevjînê min dibêje 'Em di bin zilmê de ne'. Hevjînê min nêzî 2 sal in di girtîgehê de ye. Lê çend roj berê fatûreya xwarinên ku hevjînê min li girtîgehê xwarine ji me re hat û dixwazin em 5 hezar TL bidin. Dewletê hevjînê min xistiye girtîgehê û bi ser de jî pere dixwaze. Ev zilm e."
 
‘BILA WÎ BERDIN'
 
Bi domdarî Gunden anî ziman ku hevjînê wê divê bi awayek bi rêkûpêk bê dermankirin û axafttina xwe wiha bi dawî kir: "Dema hevjînê min ji nexweşxaneyê tînin wî dixin hucreyê. Dermanan dereng didin. Dema em bi telefonê pê re diaxivin jî destê wî direhile. Loma em nikarin zêde biaxivin. Bila girtiyên nexweş bên berdan û bên cem malbatên xwe. Emrê min derbas bûye, êdî gava diçim girtîgehê zehmetiyê dikişînim. Hevjînê min jî extiyar bûye û di girtîgeha odeya zehmetiyê dikişîne. Nêzî 3 meh in nikarim biçim girtîgehê cem wî. Ev qasî zilm tê kirin. Dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan. Êdî bes e ji vê zilmê re." 
 
GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA
 
Girtîgeha ku em li ser îdiayê lêgeriyan diyar kir ku ji ber "derbarê girtîgehan de agahiyên taybet bi kesê re nayên parvekirin" nikarin agahiyê bidin. 
 
MA / Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome