Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin

  • rojane
  • 09:03 22 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Pune Aştiyanî ku geşedanên li Îranê dişopîne diyar kir ku xwepêşandana niha naşibe yên berê û got: “Hikûmet ji bo ku vê çalakiyê bêdeng bike heta ji dest tê doza tundiyê zêde dike. Lê tu hêz nikare vê çalakiya mezin rawestîne." 
 
Li bajarê Tahran yê Îranê jina bi navê Jîna Mahsa Emînî bi sedema ku porê wê ji derve bûye ji aliyê “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Li gel qetilkirina Emîniyê li gelek bajarên Rojhilata Kurdistanê gel daket qadan û rejîmê û pêkanînên wê şermezar kir. Li heremê çalakî gav bi gav berbelav dibin. 
 
Her wiha li gor daneyên Dezgeha Mafê Mirovan Hengawê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 221 kes birîndar bûne û zêdetirî 250 welatiyên kurd jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin. Rojnameger Pune Aştiyanî ku geşedanên li heremê ji nêz ve dişopîne der barê geşedanên li heremê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'MÊR CARA EWIL E DAXILÎ ÇALAKIYEKE JINAN DIBIN'
 
Rojnameger Pune Aştiyanî diyar kir ku ji ber ku Mahsa Emînî kurd bû, qetilkirina wê hêrsa civakê zêdetir rakiriye û wiha axivî: "Li hemberî êrîşeke bi vî rengî ya li hemberî jinan, cara yekem e ku mêr bertekeke wiha nîşan didin. Di heman demê de gelek aliyên cuda jî piştgiriya xwe daxuyandin. Helbet di vî warî de nasnameya Mahsa Eminiyê roleke cidî dilîze. Mahsa Emînî jineke ciwan a kurd bû. Bi malbata xwe re ji bo dîtina xaltîka xwe diçe Tehranê. Aliyên navîn li Tehranê bi gelemperî metroyê zêde bi kar naynin. Zêdetir aliyên xizan metroyê bi kar tînin. Bêguman, ne tenê çîna jêrîn, çîna navîn jî bikar tîne. Li Tehranê bi  gelemperî mirov bi teksiyan diçin û tên. Bajarekî pir mezin û qelebalix e. Ji Bobaşîn heta Obaşînê 2 saetan wext dixwe. Ji ber vê yekê divê mirov bi teksiyê biçe. Divê em li ser kesê ku li metroyê siwar dibe bifikirin. Bi gelemperî, çîna jêrîn bi metroyê diçin. Pêwîst e ku di serî de civaka Tehranê were naskirin. Herêma bakurê Tehranê herêma dewlemendan e, herêma başûr herêma feqîran e. Çîna navîn jî li naverastê digere. Niha cihê ku Mahsa Eminî lê hatiye binçavkirin, yek ji cihên Tehranê yê navendî ye. Li Tehranê polîs li ber rawestgehên metroyan disekinin. Mahsa Eminî ji metroyê dadikeve û li ber xwe polîsan dibîne. Wisa difikire ku ji wê re xefikek danîne. Û paşê jî wê binçav dikin. Cil û bergên ku li xwe kirine jî normal in. Ji polîsên exlaqî re talîmata 'Hûn ê rojê 50 kesî ji min re bînin û hûn ê kotayê tije bikin' hatiye kirin. Û ew polîsên exlaqê jî ji bo ku vê talîmatê bi cih bînin kî bibînin bêhemdî digrin. Mahsa Eminî bi birayê wê re dibin. Birayê wê jî ji polîsan hêvî dike û dibêje, 'Em li vî bajarî xerîb in, me negirin, me tiştên wiha nedîtiye, em nizanin.' Lê tevî vê yekê Mahsa Emînî tê binçavkirin." 
 
Aştiyanî destnîşan kir ku ev bûyera bandoreke gelekî mezin li civakê kiriye û ev tişt anî ziman: "Li Tehranê jineke biyanî bû û hatibû serdanê. Kurdbûna wê jî gelek bandor li civakê kir. Ji ber ku kurd her tim tên kuştin. Her roj dema em televîzyonê vedikin, em dibihîsin û dibînin ku kolberekî kurd hatiye kuştin. Kolber zivistanan ji ber hewaya sar ya li ser sînoran dicemidin û dimirin. Di havînê de jî bi guleyan tên kuştin. Kurdbûna Mahsa Emîniyê jî bandor kir. Ji ber ku ew hem jin bû hem jî kurd bû, ev xwepêşandan û çalakî dest pê kirin."
 
'JI WÊ ROJÊ HETA NIHA KES NEÇÛYE MALA XWE'
 
Aştiyanî diyar kir ku di dîrokê de cara yekemîn e ku mêr piştgiriyê didin çalakiyên jinan û wiha domand: “Ji ber vê yekê jin her tim li ber xwe didin. Jinên li Îranê li dijî vê rejîmê serhildaneke mafdar dikin. Jinên Îranî yên li Ewropayê li hemberî vê rejîmê bihêrstir in. Ji ber ku ew dikarin hêsantir bertek nîşan bidin. Kesên ku li vir protestoyê dikin demildest tên binçavkirin û piştre tên girtin. Tiştekî ku nehatibe serê jinên li vir têdikoşin nemaye. Heta îro mêran piştgirî nedaye tu çalakiyeke jinan. Bifikirin, li Îranê temaşekirina maça gogê jî ji bo jinan qedexe ye. Lê FBI'yê ji Îranê re got 'Eger hûn nehêlin jin li lîstika gogê temaşe bikin, em ê destûra betal bikin.' Li gel vê 500 kursî ji bo jinan li qada futbolê ya Azadî ya Tehranê hatine veqetandin. Û wan destûr da jinan û jin dikarin temaşe bikin. Lê di têketinê de jin dîsa rastî tundiya polîsên exlaqê tên. Jinên femînîst gelek caran bang li mêran kirin û gotin, 'Heke hûn dernekevin qadan û nelîzin wê rejîm nêçar bimîne ku paş de gav bavêje.' Lê ev gotin tu carî pêk nehat. Piştî bûyera Mahsa Emîniyê cara yekem e ku mêr piştgirîya jinan dikin. Ev jî li ser awayê kuştina wê ye." 
 
'LI HEREMÊN KURDAN XWEPEŞANDAN ZÊDE DIBIN'
 
Rojnameger Aştiyanî da zanîn ku li heremê xwepêşandan belav dibin û ev tişt gotin: “Niha li gelek deverên welêt serhildan çêbûye. Di salên derbasbûyî de li Xozestan a li herêma başûrê Îranê gel rabûn ser pêyan. Di vê serhildanê de gelek kes hatin kuştin. Bertekên li dijî wê hebûn, lê ne zêde bûn. Ew çalakî zêde belav nebû. Lê gelek sedemên nezêdabûna wê hene. Mînak bi zilmê re rû bi rû dimîne, radibe, îtîraz dike, lê li bajarên din belav nabe. Lê bi qetilkirina Mahsa Emîniyê li gelek bajaran çalakî dest pê kirin. Bi taybetî jî li herêmên kurdan piştî vê bûyerê tu kes neçû malên xwe û ji wê demê ve kurd li kolanan in. Gelek nûçe hene ku dibêjin bi dehan çalakvan hatine kuştin.Yên neyên kuştin jî tên girtin û îşkence li wan tê kirin. Li heremên Tehran û Kurdistanê çalakvanên jin ên kurd hatin binçavkirin. Li hemû bajaran roj û saeta xwepêşandan û çalakiyan hatiye diyarkirin. Mirov bi vî awayî beşdarî van çalakiyan dibe. Li Tebrîzê bang hat kirin, lê li wir zêde tevlîbûn çênebû. Li wir dijminatiya kurdan heye. Loma  piştgirîya kurdan nakin. Lê ji xeynî vê li seranserê Îranê xwepêşandan hene û didomin." 
 
'WÊ BIBÊJIN NEXWEŞ BÛ Û MIR'
 
Pune Aştiyanî bi lêv kir ku ji ber siyaseta rejîma Îranê ya li hemberî kurdan her tim kurd tune tên hesibandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di rewşên wiha de dewlet ji qetilkirina gel natirse. Ger hikûmet xwe bigihîne noqteyeke girîng û stratejîk wê teqez bixin. Li Îranê her çend salan carekî xwepêşandanên wiha çêdibûn. Û ev çalakî çend rojan berdewam dikirin û paşê jî gel vedigerîya jiyana xwe ya berê. Lê ev serhildanên gel ne çend salan carekê, mehê carekê çêdibin. 2 hefte berê qetilkirina Şelerîn hebû. Aşkere bû ku Şeler întîhar nekiriye, tecawizkarê wê ew ji pencereyê de avêtiye erdê. Ew jî jineke kurd bû. Kuştina jineke din a kurd a bi vî rengî bandor li civakê kir. Ji ber ku jinên kurd bindest in. Bi rastî jî li Îranê kurd yekî din, yê  din e. Çima? Ji ber ku hem kurd e, hem jî sunnî ye. Kurd li Îranê di bin zextan de ne. Hem ji aliyê hikûmetê ve hem jî ji aliyê civakên vir ve tune tên hesibandin. Ji ber vê yekê civak ji vê bûyera dawî bandor bû. Çalakiyên berê hefteyekê berdewam dikirin û gel vedigerî mala xwe. Lê niha hêza tu kesî tune ku vê çalakiya mezin a dawî rawestîne. Hikûmet bi qasî ku ji destê wê tê doza tundiyê zêde dike. Çi windakirina hikûmetê heye? Ji bo ku xwe di desthilatdariyê de bihêle hemû amûrên di destê xwe de bi kar tîne. Çek û tundî tenê di destê wan de ne. Berê jî li Îranê gelek bûyerên bi vî rengî qewimîbûn. Di her çalakiya ku dihat kirin de ji aliyê hikûmetê ve soz dihatin dayîn, lê ev soz qet pêk nehatin. Yên ku tundî li ser jinan kirine û ew qetil kirine her tim bêceza mane. Û ew bûne karmend an jî rêveberên hikûmetê. Di rewşên wiha de tu kes nayê cezakirin. Dê di vê bûyera dawî de jî bibêjin 'Nexweş bû û ji cihekî ket û jiyana xwe ji dest da.' Jixwe ji bo wê jî bi propagandayê zemînê amade dikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome