Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin

  • rojane
  • 09:01 22 Îlon 2022
  • |
img
WAN - Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re hiqûq hatiye binpêkirin û got ku divê demildest dest ji polîtîkayên tecrîdê bê berdan.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Ji 25'ê adarê ve tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî ji sala 2011'an ve tenê di 2-22'yê gulanê, 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de karibûn hevdîtinê pê re bikin. Di 13'ê îlonê de ji Ewropayê 350 parêzerên ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dabûn. Ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê 691 parêzer jî ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin name ji Wezareta Dadê re şandin û ji Fas, Filistîn, Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misir, Sûriye û Urdunê jî 756 parêzer jî bi pêşengiya Hewldana Hiqûqî ya Ereb serî li Wezareta Dadê dan ku bi Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re hevdîtin bê kirin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç ku der barê tecrîda li Îmraliyê de axivî diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan tê meşandin pêşî li ber rêyên çareseriya demokratîk ên ji bo pirsgirêka kurd digire.
 
‘PIRSGIRÊKA SEREKE YA ROJHILATA NAVÎN'
 
Kamaç diyar kir ku pirsgirêka kurd êdî di nava pirsgirêkên navneteweyî de ye û wiha got: “Pirsgirêka kurd a bi sedsalan, veguheriye krîzeke giran. Bi sedsalan e kurd ji bo çareseriya demokratîk a vê pirsgirêkê bedêlên giran didin. Em behsa înkarkirina ziman, çand û erdnîgariya gelekî dikin. Ji ber vê yekê pirsgirêka kurd yek ji pirsgirêkên sereke yên Rojhilata Navîn e. Kurd di nav çar welatan de hatine dabeşkirin û mafê çarenivîsa wan hatiye desteserkirin. Em dibin şahidê înkarkirina gelekî ku li Rojhilata Navîn bûye dînamîka sereke ya krîzan û li hemberî vê têkoşîna li hemberî vê înkarê." 
 
‘OCALAN AKTOREKÎ GIRÎNG E'
 
Bi domdarî Kamaç anî ziman ku bi polîtîkayên tecrîdê re hiqûq tê binpêkirin û got ku tecrîd encama yekûna krîzên li welêt e. Kamaç, axaftina xwe wiha domand: “Ocalan, di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de aktorekî girîng e. Ev demeke dirêj e li ser birêz Ocalan rewşa tecrîdê heye. Ev tecrîd dem bi dem kûrtir dibe. Divê neyê jibîrkirin ku tecrîd piralî ye. A rast hiqûq, azadî, demokrasî û mafên mirovan jî tên tecrîdkirin. Ger mirovek ji mafên xwe yên qanûnî yên herî bingehîn bêpar be, mirov nikare li wî welatî behsa azadî, demokrasî û mafên mirovan bike. Anku li welatekî ku tecrîd lê hebe, li wir hiqûq hatiye eciqandin. Dema em li van hemûyan dinêrin dîmenek derdikeve holê û di serî de birêz Ocalan hemû girtî tên tecrîdkirin. Ev tiştên ku me rêz kirin, awayê berbiçav ê binpêkirina nirxên gerdûnî ye. Çi dibe bila bibe, divê li welatên demokratîk mafên bingehîn ên hiqûqî yên mirovan bi cidiyeta dewletekê bên mîsgoerkirin."
 
'TECRÎD RÊYÊN ÇARESERIYÊ DIGIRE'
 
Di berdewamê de Kamaç anî ziman ku armanca tecrîda li ser Ocalan ew e ku pêşî li ber rêyên çareseriya demokratîk ên ji bo pirsgirêka kurd bigire û ev nirxandin kir: “Dîrok bi dehan caran nîşan daye ku çareseriya pirsgirêka kurd divê bi rêyên demokratîk be. Ev yek gelek caran li rûyê kesên ku polîtîkayên yên şer didin meşandin xistiye. Li vî welatî rê li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tê girtin û sedemeke bingehîn a vê yekê jî tecrîd e. Ji aktorên girîng ên ku dê tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bike yek jê jî birêz Ocalan e. Heya ku tecrîda li ser Ocalan bidome, em ê wisa fêm bikin; ev welat di polîtîkayên xwe yên şer de israr dike. Em vê niha jî fêm dikin; desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide li dijî kurdan pêvajoyeke plankirî û pratîk bimeşîne. Dixwazin kurdan li her qadê bi awayekî sîstematîk tecrîd bikin. Lewma divê mirov bi awayekî giştî li bûyerê binere. Lê tevî hemû polîtîkayên tepisandinê jî îradeyeke neşikestî heye. Tişta ku kesên vê planê dişopînin nabînin jî ev e. Ger ev îrade heta niha nehatibe şikandin ji niha û pê de jî nayê şikandin.”
 
‘DEST JI TECRÎDÊ BERDIN'
 
Kamaç diyar kir ku desthilat di şexsê Ocalan de dixwaze tecrîdê li hemû girtîgehan belav bike û got ku demildest divê dest ji tecrîdê bê berdan. Kamaç axaftina xwe wiha qedand: "Çawa ku kesên tên girtin di pêvajoyek hiqûqî re derbas dibin, divê li girtîgehan ji bo parastina mafên jiyana wan jî hiqûq esas bê girtin. Lê mixabin di demên dawî de em dibînin ku êdî darbest ji girtîgehan derdikevin. Girtiyên ciwan dikujin û dibêjin 'xwe kuştine'. Ev nayê qebûlkirin. Tiliya dewletê û desthilatê di van mirinan de heye." 
 
MA /  Hakan Yalçin
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome