Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin

  • rojane
  • 16:56 21 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE – Di Doza Komkujiya Sêwasê de parêzeran careke din xwestin ku zext li Wezareta Edaletê bê kirin bersûcên firarî bên dîtin û bînin Tirkiyeyê. 
 
Di 2’yê tîrmeha sala 1993’yan de li Hotêla Madimak a Sêwasê 33 kes bi zindî hatibûn şewitandin û qetilkirin. 29’emîn danişîna Doza Komkujiya Sêwasê ku bersûcên firarî Mûrat Sonkur, Eren Ceylan û Mûrat Karakaş tê de tên darizandin, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Gelek nûnerên rêxistinên elewî, parêzer û rêxistinên civakî yên demokratîk beşdarî danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî Huseyîn Karababa ku xwîşka wî Gulsun Karababa di komkujiyê de hatibû qetilkirin axivî. 
 
Karababa diyar kir ku Komkujiya Sêwasê komkujiyeke polîtîk e û wiha got: “Dixwazim ev li zabitan bê qeydkirin. Hemû komkujiyên li dijî elewiyan polîtîk in. Madimak yek ji xelekên zincîra komkujiyên li dijî elewiyan e. Di 16’ê îlonê de min li pêşiya Hotêla Madimakê pankarta ‘qirkirina elewiyan’ vekir lewma Serdozgeriya Komarê ya Sêwasê bi hinceta sûcê ‘gel li dijî hev sor dike’ îfadeyê min girt. Qirkirin hatiye kirin û civaka elewî ji warê xwe hat kirin. Ji sedî 80’ê vê civakê elewî bû lê tevek ji warê xwe hatin kirin. Ji bo pêşîlêgirtina qirkirina elewiyan, divê ev doz weke doza qirkirinê bidome.” 
 
'BILA TANSU ÇÎLLER BÊ GUHDARÎKIRIN’
 
Ji parêzerên dozê Coşkun Ozgur Pîroglû da zanîn ku dê dozê bibin Dadgehên Cezayan ên Navneteweyî û ev tişt anî ziman: “Hêzên tarî yên tiliya wan di komkujiyê de heye nehatine ronîkirin. Rapora Komkujiya Madimakê ya Lijneya Venihêrînê ya Dewletê heye ku di 2014’an de hatiye amadekirin. Ez wê raporê didim dadgehê. Di raporê de qisûra dewletê hatiye tespîtkirin. Em dixwazin ku serokwezîra demê Tansu Çîller, Waliyê Sêwasê yê wê demê Ahmet Karabîlgîn û Serokê Şaredariya Sêwasê yê wê demê Temel Karamanlioglû bê guhdarîkirin.” 
 
‘BILA KESÊN PIŞTPERDEYÊ DE BÊN DARIZANDIN’
 
Parêzer Husniye Şîmşek jî got ku her ku pêvajo dirêj dibe baweriya wan a bi edaletê tune dibe û wiha pê de çû: “Daxwazên me tên paşguhkirin û redkirin. Divê berpirsyarên siyasî û burokratîk ên tiliya wan di komkujiyê de hene bên darizandin. Ev yek berpirsyariya dadgehê ye. Heta ev kêmanî neyên temamkirin dê darizandin kêm bimîne. Biryara dadgehê ya di vê mijarê de dê bibe biryareke dîrokî.”
 
HIŞYARIYA DEMBORÎNÊ
 
Parêzer Alî Yilmaz jî Komkujiya Madimakê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û 10 meh piştre dê êdî mijara demborînê bê nîqaşkirin. Yilmaz, diyar kir ku di vê mijarê de daxwazên wan çêbûbûn û ji dadgehê xwest ku di vê mijarê de zextê li wezareta edaletê û saziyên din bikin ku di zûtirin demê de bersiva muzekerayan bê dayîn. Parêzer Şenal Sarihan jî bi bîr xist ku di dosyaya dozê de kesên beşdarî komkujiyê bûne weke 15 hezar kes hatiye destnîşankirin lê tenê 128 kes hatine darizandin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî lêgerîna bersûcên firarî heye. Rizgarkirina rûmeta mirovahiyê peywira dadgehê ye. Daxwaza me ew e ku bersûcên firarî bibînin û bînin vê derê. Sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Divê daraz çavên xwe li vê komkujiyê negire. Heke dewlet aramiya vê civakê bixwaze, divê kesên reviyayîn bigire û bîne vê derê.”
 
'BI KOMKUJIYÊ RE HEVRÛ BIBIN’
 
Di danişînê de parêzer Ayça Çaglar û Ocak Beşer jî xwestin ku ji bo ewraqên hatine xwestin bişînin divê zext li wezareta edaletê bê kirin. Parêzeran got ku divê Tirkiye bi vê komkujiyê re hevrû bibe. 
 
DOZ TALOQÎ 26’Ê ÇILEYÊ KIR
 
Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo girtina bersûcên firarî dîsa ji wezareta edaletê re muzekkere bê nivîsandin û xwest ku ewraqên kêm bên temamkirin. Her wiha dadgehê îdia kir ku guhdarîkirina serokwezîra demê, serokê şaredariyê û walî dê tiştekî li dosyayê zêde neke lewma ev daxwaz red kir. 
 
Danişîna din taloqî 26’ê çileyê hat kirin. 
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome