Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan

  • rojane
  • 11:15 21 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li 24 bajarên Îranê çalakiya grevê hatiye destpêkirin û ev agahî hatin parvekirin: “Di encama êrişên ser çalakiyan de 3 kes hatin qetilkirin, 221 kes birîndar bûn û 250 welatiyên kurd jî hatine revandin.”  
 
Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ku li Îranê xebatên xwe dike, têkildarî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin agahiyên nû parve kirin. Hengaw’ê da zanîn ku di grev û çalakiyên 19’ê îlonê de herî kêm 3 welatî ji hêla polîsên rejîmê ve hatin qetilkirin, 221 welatî birîndar bûn û zêdetirî 250 kurd jî ji hêla rejîma Îranê ve hatine revandin. Li gorî Hengaw’ê; greva ku di 19’ê îlonê roja duşemê de li bajarên kurdan dest pê kir niha li 24 bajarên din berbelav bû û li 13 bajarên din jî çalakiyên girseyî dest pê kirin. 
 
Li gorî agahiyên ku Hengawê parve kirine; greva giştî li bajarên weke Îlam, Abdanan, Malekshahi, Kirmanşah, Ravansar, Javanrud, Paveh, Kamiyaran, Sanandaj, Dehgolan, Qorveh, Marivan, Seqiz, Baneh, Divandare, Bijar, Piranşar, Sardasht, Mahabad, Bukan, Tekab, Ûrmiye, Oshnavyeh û Quturê bibandor bû. Hat ragihandin ku tevî gefên hêzên rejîmê jî welatiyan di biryara xwe de biisrar bûn û dev ji biryara giştî bernedan. Ji bilî saziyan, gelemperiya welatiyan di malên xwe de man û piştgirî dan biryara grevê.  
 
KUŞTÎ Û BIRÎNDAR
 
Li 13 bajaran jî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Li bajarên rojhilatê Kurdistanê yên Dîvandare, Seqiz, Baneh, Merîwan, Sanandaj, Kamiyaran, Dehgolan, Bijar, Qorveh, Tekab, Mahabad, Serdeşt û Bûkanê gel daket kolanan. Di encama gulebaran apolîsan de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 221 welatî jî birîndar bûn. Hat zanîn ku welatiyê bi navê Mohsen Mohammadî li bajarê Dîvandareyê, Reza Lotfî yê 25 salî li Dehgolanê û Fereydoun Mahmoudî jî di çalakiyên li bajarê Seqizê de hatin qetilkirin.  
 
Hengawê têkildarî kuştî û birîndaran de ev agahî parve kirin: “Li bajarê Dîvandereyê kesek hat kuştin û 4 jê ciwan bi giştî 33 kes birîndar bûn. Li bajarê Seqizê kesek hat qetilkirin û 16 jê jin, 4 jê zarok bi giştî 37 kes birîndar bûn. Li bajarê Bangehê 10 jê jin û 6 jê zarok bi giştî 40 kes birîndar bûn. Li bajarê Mahabadê 8 jê jin û 7 jê ciwan û zarok bi giştî 23 kes birîndar bûn. Li Bûkanê 4 jê jin û 3 jê ciwan bi giştî 17 kes birîndar bûn. Li bajarê Sanandajê 6 jê jin bi giştî 14 kes birîndar bûn. Li Mêrîwanê 5 kes birîndar bûn. Li bajarê Dehglanê kesek hat kuştin û 16 kes birîndar bûn. Li bajarê Bijar û Grup’ê 9 kes birîndar bûn. Li bajarê Kamiryanê 11 kes birîndar bûn. Li Tekabê 3 jê jin bi giştî 7 kes birîndar bûn.” Hat destnîşankirin ku rewşa hinek welatiyên birîndar giran e. 
 
ZÊDETIRÎ 250 KURD HATIN REVANDIN 
 
Li bajarên navborî yên çalakî lê hatine lidarxistin herî kêm 250 welatiyên kurd ji hêla hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatin revandin û nasnameya 30 welatiyan ji hêla Hengawê ve hatin piştrastkirin.  
 
Hengawê da zanîn ku dê deng û dîmenên çalakiyan ji hêla komên hiqûqê ve bên lêkolînkirin û piştre jî têkildarî mijarê bi gel û çapemeniyê re agahiyan parve bikin. 
 

Sernavên din

27/09/2022
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?
14:04 Li dijî talankirina xwezayê dê li Dêrsimê mitîng bê lidarxistin
14:03 AA hewl dide çalakiyên li Îranê krîmînalîze bike
12:17 Koma Pink Floyd piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Amînî
12:17 Balafirên şer gundekî Amediyê bombebaran kirin
11:56 Leyla Xalid dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
11:39 Seroka EFA’yê Lorena Lopez: Êrişeke li dijî Rojava dê bo hemû cîhanê bibe xetere
11:35 Li Geverê ji Necîbe Yucedaga winda 6 roj in agahî nayê girtin
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome