AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir

  • rojane
  • 15:22 20 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwazên HDP’ê yên ji bo delîlên lêzêdekirî bi temamî red kir  
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 26’ê tîrmehê di çarçoveya doza girtinê de ji bo delîlên lêzêdekirî parastina xwe pêşkeşî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir. Parastin ji 13 rûpelan pêk dihat û dihat xwestin ku fezlekeyên derheqê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û parlamenterê berê Behçet Yildirim de ku ji bo girtinê weke delîl hatibûn pêşkeşkirin ji dosyayê bên derxistin û ji ber ku endamê AYM’ê Kenan Yaşar bi sedema “Îhlas-i rey” nikare bêalî tevbigere, divê doz bê redkirin. Her wiha di parastinê de hat xwestin ku qeydên dengên bi kurdî ku weke CD hatibûn şandin wergerînin tirkî û ji wan re bên şandin. Di nava du CD’an de ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind weke delîlên lêzêdekirî pêşkeş kiribûn, 281 deng hene. 
 
DAXWAZA REDKIRINA DOZÊ
 
Di parastinê de îtîrazên li dijî usûlê û îçtîhadên Dadgeha Bilind jî cih girt û hat destnîşankirin ku lêpirsîn û fezlekeyên weke delîlên lêzêdekirî hatine qebûlkirin an jî tu têkiliya xwe bi doza girtinê û hiqûqê nîne. Di parastinê de hat destnîşankirin ku lêpirsînên derheqê Semra Guzel de hatine destpêkirin, beriya ku Guzel bibe endama HDP’ê hatine destpêkirin û ew lêpirsîn jî hêj berdewam e. Di parastinê de li ser sedemên hatine destnîşankirin, hat xwestin ku doz bê redkirin. 
 
DAXWAZA ÎHSAS-I REY
 
Her wiha di parastinê de hat gotin ku endamê Dadgeha Qanûna Bingehîn Kenan Yaşar nikare di dozê de bêalî tevbigere û hat xwestin ku ji dozê vekişe. 
 
AYM’ê jî hemû daxwazên di parastinê de hatine rêzkirin, red kir. Çavkaniyên partiyê dan zanîn ku biryar hêj ji wan re nehatiye şandin û li gorî nêrîna wan, ji bo 281 qeydên dengên bi kurdî jî qederê 30 rojan dem hatiye dayîn. Piştî biryara AYM’ê jî Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn daxuyanî da û wiha got: “Parastina me ya devkî amade ye. Dema bangî me kirin, em amade ne ku parastina xwe ya devkî bikin.” 
 
PÊVAJO DÊ ÇAWA BIMEŞE?
 
Piştî ku pêvajoya parastina bi nivîskî temam bûn, di dîrokeke ku ji hêla AYM’ê ve hatiye diyarkirin de dê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn daxuyaniya bi devkî bide û rayedarên HDP’ê jî parastina bi devkî bikin. 
 
Piştî temambûna vê pêvajoyê, raportorê DAdgeha Qanûna Bingehîn dê derheqê dozoê de agahî û belgeyan kom bike û derheqê esasê de rapora xwe amade bike. Dema ev kar û bar dimeşin, dê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û HDP dê bikarin delîlên lêzêdekirî yan jî parastina lêzêdekirî ya nivîskî pêşkeş bike. 
 
Bi belavkirina raporê li endamên Dadgeha Bilind re dê Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Arslan ji bo civînê rojekê diyar bike û endamên wê dê di wê rojê de bicivin û daxwaza girtinê binirxînin. 
 
Dê biryara doza girtinê ya HDP’ê ji hêla 15 endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn ve bê dayîn. Ji ber rewşên di xala 69’emîn a Qanûna Bingehîn de hatine destnîşankirin,  ji bo bi temamî girtina partiyê yan jî heta astekê bêparhiştina wê ya ji alîkariya dewletê tenê heke ji endamên dadgehê ji 3 paran 2 bibêjin erê dikare bê kirin. 
 

Sernavên din

24/09/2022
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke