‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'

  • rojane
  • 09:05 20 Îlon 2022
  • |
img
BEDLÎS - Çopên li Newala Hespistê ya Xîzanê tên rijandin gefê hem li tenduristiya mirovan hem jî li xwezayê dixwin. 
  
Çopên gundê Xorozê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê li Newala Hespistê tên rijandin. Newala ku heya Bedlîsê tê û di nava 30 gundan re derbas dibe, bi çopên ji aliyê şaredariyê ve tên rijandin tê qirêjîkirin. Gundiyan bi lêv kir ku av jehrî bûye û heywanên ava newalê vexwarine jî mirine. 
 
‘ÇOPA NAVÇEYÊ LI NEWALÊ TÊ RIJANDIN'
 
Ji şêniyên gundê Xorozê Îkbal Koçman anî ziman ku hemû çopên navçeya Xîzanê bi tankêran li ber Newalê tên rijandin û tew carinan li nava rê tên rijandin. Koçman diyar kir ku çopên tên rijandin gefê li wan dixwin û wiha got: “Çopên li vir tên rijandin, gefê hem li bûnewerên li vir hem jî li tenduristiya gundiyan dixwin. Ev çop dibin sedema mirina heywanan. Di nava çopê de madeyên şewatbar hene. Ji ber vê sedemê tim dûman derdikeve û bêhneke nebaş belav dibe. Em gundiyên li vê herêmê ji ber vê gazinan dikin. Hem me hem jî keyayan daxwazname dan, lê tiştek jî nehat kirin. Dîsa çopên xwe davêjin vir. Em dixwazin ev çop bi awayekî ji vir bê rakirin."
 
Ji gundiyan Mahşûk Karlidag jî diyar kir ku çopên ku tên avêtin bûnewerên li newalê dikuje û got ku ev pêkanîn bi giştî tenê li bajarên kurdan tên kirin. Karlidag, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heywan ji vê newalê avê vedixwin. Gel pêdiviyên xwe yên avdana zeviyan pêk tînin. Divê çop li vir neyên avêtin. Helbet ev rewş ji bo rayedaran hêsan e, lewma serî li rêbazeke wiha didin. Dema em bi wesayîtan di vir de diçin em tim camên xwe digirin. Ev der qada daristanî ye, heke şewat derkeve wê bi hezaran dar bişewitin. Yekane daxwaza me ew e ku demildest ev mesele bi dawî bibe. Bi giştî ev tişt li bajarên kurdan tê kirin. Li rojavayê Tirkiyeyê tiştekî wisa nîn e." 
 
‘EM DIXWAZIN BÊ ÇARESERKIRIN'
 
Keyayê gundê Tiyê Mûzaffer Aslan jî diyar kir ku êdî divê çareyek bê dîtin û got ku heya niha gelek caran serî li saziyên eleqedar dane, lê tiştek nehatiye kirin. Aslan, axaftina xwe wiha domand: "Çopên ku li vir tên rijandin, hem gefê li bûneweran hem li xwezayê û hem jî li jiyana bûneweran dixwin. Mirov her tim nexweş dikevin. Me gelek caran ji parlementerên herêmê, şaredar û saziyên têkildar re gotiye, lê hê jî çareser nekirine. Wextekê bi hezaran masî di newalê de hebûn, lê piştî ku çop li vir hat rijandin hemû mirin. Her tim bêhneke genî tê. Em nikarin li malê bimînin. Divê em tim derî û paceyên xwe bigrin. Pêwîste êdî ev mesele bê çareserkirin." 
 
ŞAREDARÎ: EM LI BENDA PROJEYÊ NE
 
Bi rêya telefonê me xwe gihand Şaredariya Xîzanê. Rayedaran diyar kir Projeya Îstasyona Çopê li ber qedandinê ye û gotin ku piştî temamkirina projeyê dê çop hew li newalê bên rijandin. 

Sernavên din

24/09/2022
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke