Ji bo çûyîna Îmraliyê ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kir

  • rojane
  • 15:36 19 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kiriye. Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan jî têkildarî serlêdanê daxuyanî da û da zanîn ku wan ji bo hevdîtina bi Ocalan re ev xebat daye destpêkirin û dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan xebatên xwe bidomînin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Ji Fas, Filistîn, Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Lubnan, Misr, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serî li Wezareta Edaletê dan. 
 
Têkildarî mijarê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesaba xwe ya Twîtterê agahî parve kirin û wiha got: “Hempîşeyên me xwestin li Silêmaniyeyê daxuyanî bidin lê ji hêla hêzên asayîşê ve hatin astengkirin. Ev mînak nîşan dide ku tecrîd mijareke navneteweyî ye û hewcehiya bi têkoşîna li dijî wê radixe ber çavan. Em spasiya hemû hempîşeyên xwe dikin ku bi nivîskî û li pêş çapemeniyê daxuyaniyên xwe dan û gotin; fikr û felsefeya birêz Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kiriye, xwedî hêza çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn in û divê tecrîd bê têkbirin û Ocalan azad bibe.”
 
Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan jî têkildarî serlêdana xwe daxuyaniyek da. Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye:
 
“Zêdetirî 24 sal in birêz Abdullah Ocalan di hucreyeke yek kesî de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ji Ev bû du sal jî dewleta tirk ji her alî ve li birêz Ocalan tecrîdê ferz dike û bi hincetên dûrî rastiyê hevdîtina bi parêzer û endamên malbata wî re lê qedexe dike. Wekî komeke parêzerên ji gelek dewletên ereban (Misr, Lubnan, Urdun) û gelek dewletên din em rewşa birêz Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin, em ji ber rewşa wî ya tenduristî û hiqûqî bifikar in. Li ser vê yekê, wekî parêzerên ereb em kom bûn û piştî nîqaşên demdirêj, em gihiştin wê qenaetê ku divê em birêz Abdullah Ocalan biparêzin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin. Birêz Abdullah Ocalan bi felsefe û nêrînên xwe sînorên Kurdistanê derbas kir û êdî ev felsefeya ku pêşkêş kiriye bûye yek ji girîngtirîn çareseriyên ku dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê dûrî destwerdanên derve, sûd jê bê wergirtin.
 
ME PÊWÎSTÎ BI HEWLDANEKE WIHA DÎT
 
Ji bo vê yekê; komeke parêzerên ereb pêwîstî pê dît ku ji bo parastina birêz Ocalan û hevalên wî yên din ên li heman giravê tên ragirtin, bikevin nava tevgerê. Ev yek ji bingeha girêdana me ya mirovî pêk hat ku ji aliyekî ve azadî û alîgiriya têkoşerên ji bo azadiya gelên xwe li me ferz dike, ji aliyê din ve jî dilsoziya bi têkiliyên dîrokî yên xurt ên gelên kurd-ereb re li me ferz dike. Her wiha ji bo beşdarbûna şerê welatê me yê li hemberî rejîma faşîst a hikûmeta Tirkiyeyê ku piştgiriyê dide komên terorê da ku îstiqrara welatê me têk bibin. Ev hikûmete ye ku çeteyan li ser sînorên me kom dikin û gefan li siberoj, jiyan û ewlehiya hemwelatiyên me dixwin, her wiha jehrên xwe yên ragihandinê ji bo êrişkariya li dijî welatê me têxe dewrê. 
 
REJÎMA DESPOT HEMÛ MAFAN BINPÊ DIKE 
 
Her wiha gelek biryarên qanûnî yên berê hene ku dê alîkariyê bidin doza me ya rewa ku dikeve asta mafên mirovan ên sereke. Mebesta me li vir hejmareke hûkmên zagonî ne yên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derxistine, binpêkirina mafên girtiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê û delweta tirk ve bi taybet mafên derbirandinê, azadiya nêrînê û gelek biryarên qanûnî yên berê yên ku tekez dikin ku ev rejîma despot mafên mirovan û hemû rengên azadiyan binpê dikin û ev jî rêbezeke ku dê înîsiyatîf bi kar bîne.
 
EM ALÎGIRÊN BERDANA BIRÊZ OCALAN IN 
 
Dê Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan ji bo nasandina felsefeya Rêber Ocalan kar bike, dê bang li parêzerên ereb ên ji dewletên ereban ên din jî bike ku tev li vê înîsiyatîfê bibin û bi hev re ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan kar bikin. Piştî ev dema dirêj ji azaran, nexweşî û tecrîdê, di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ji hemû mafên xwe yên jiyanê û peywendiya bi gelê xwe û parêzerên xwe re hatiye bêparhiştin. Em alîgirên li dor daxwaza adil a serbestberdana wî kom bikin. 
 
Ma parêzeran li ser vî esasî ji meha borî ve serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da ku biçin Îmraliyê û bi miwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ji rewşa wî ya tenduristiyê haydar bibin û ji bo parastin û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kar bikin.
 
Înîsiyatîfa Qanûnî ya Erebî Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan.”
 
JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 44 PARÊZERAN SERLÊDAN KIR
 
Bi heman mebestê li başûrê Kurdistanê jî kampanya hat destpêkirin. Komîteya amadekar a kampanyayê li pêşiya Dadgeha Silêmaniyeyê kom bû û xwest daxuyaniyê bide. Lê belê hêzên asayîşê nehiştin ku parêzer daxuyaniyê bidin. 
 
Li gorî komîteyê; ji herêmên cuda yên başûrê Kurdistanê bi giştî 44 parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirine. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 14’ê îlonê de ji 22 welatan 385 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê dabûn û têkildarî mijarê li Brukselê daxuyanî dabûn. Di serlêdanê de ji bo sepanên li Îmraliyê pênaseya “tecrîdeke taybet a cihêkar” hatibû kirin.
 

Sernavên din

24/09/2022
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke