Di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok ên polîsan: Di destê wî de perend hebû

  • rojane
  • 09:04 19 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Midurê polîsan Erdogan Tetîk ê di doza Kemal Kûrkût de îfadeyên binakok dan, berovajiyê îfadeya xwe ya ewil got ku di destê Kûrkût de ne kêr, perend a cureyekî şûrê ye hebû. 
 
Di doza Kemal Kûrkût ê xwendekarê zanîngehê yê di Newroza 2017’an a Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de, yek jê midurê şaxê du polîs hem bi îfadeyên beriya niha dan hem jî bi îfadeyên li hemberî hevdû ketine nav nakokiyê. Di doza derheqê kuştina Kûrkût de polîsê bersûc Yakûp Şenocak ji sûcê “kuştina bi qesdî” beraet kiribû. Biryar ji hêla 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêmî ya Amedê ve hate xerakirin û darizandina bersûc Şenocak dom kir. Dadgeha Îstînafê dosya li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê vegerand, danişîna dozê di 15’ê îlonê de ji nû ve hatibû dîtin. Di danişînê de yek ji midurê şaxê yek jî amirê polîsan 2 şahid hatin guhdarkirin. Îfadeyên ji polîsan hatibûn wergirtin ketin dosyaya dozê. 
 
GOTINÊN WAN JI HEV NEGIRTIN
 
Amirê polîsan Kerîm Saglik ê hate îdiakirin ku dema bûyer qewimî li qadê bû, li bajarê lê peywîrdar ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê, Midurê Şaxa Asayîşê yê Balikesîrê Erdogan Tetîk jî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê ve hatin guhdarkirin. Tetîk û Saglik îfadeyên ku ji hev negirin dan. Tetîk, qala xwe teqandina Kûrkût nekir, Saglik jî îdiakir ku da Kûrkût xwe biteqîne. Tetîk îdia kir ku gotinên Kûrkût bihîstine û îdiakir ku Kûrkût gotiye “Ez ê Amedê bişewitînim û we hemûyan bikujim.”  Saglik ê îdia kir ku gotinên Kûrkût bihîstine jî wiha îdia kir: “Ev der Amed e, îro hûn hemû dê bimirin, ez ê we hemûyan bikujim û biteqînim.”
 
ÎDÎA KIR KU DI DESTÊ WÎ DE PEREND HEYE!
 
Her du polîsên ku îfadeyên bi nakok dan, têkildarî tişta di destê Kûrkût de beyanên cûda dan. Di dîmenan û îfadeyên şahidan de hatiye tespîtkirin ku di dema bûyerê de di destê Kûrkût de kêra nan a ji dikanekê hatiye girtin heye lê midurê şaxê Tetîk, îdia kiriye ku di destê Kûrkût de perend a cureyeke şûrê ye hebûye. Polîs Kerîm Saglik jî gotiye di destê Kûrkût de kêr hebûye. 
 
Tetîk da zanîn ku di dema bûyerê de li Amedê weke komiser xebitî ye, piştî anons hate kirin di demekî kurt de kesekî tazî hatiye û wiha got: “Kesê tazî ku di destê wî de perend hebû ber bi barikata ku em li wir bûn ve hat. Vî kesî perenda di destê xwe de li der dorê hejand û gotinên mîna ‘Ez ê Amedê bişewitînim, we hemûyan bikujim’ gotin. Me di vê astê de xwest ku wî aram bikin, heta polîsekî hevalê min nêzî wî bû hewl da bi copî li destê wî yê kêr tê de bide lê wî kesî bi perendê erişî hevalê me kir û hevalê me di kêliya dawî de xwe xelas kir. Min bi xwe ev bûyer dît. Pişt re dema vî kesî barîkateke din derbas kir û pêş ve çû, hin hevalên me yên polîs ji bo wî rawestînin gule berdan hewayê. Di vê astê de me ew hişyar kirin ku guleyan ne berdin, dû re kesê ku di destê wî de perend hebû kete erdî.”
 
‘GULE BERDAN HEWAYÊ’
 
Tevî ku bersûc Yakûp Şenocak di îfadeya xwe de gotibû “Min gule berdan lingê wî” jî bal kêş e ku Tetîk dibêje hemû polîsan gule berdane hewayê û kes nedîtiye ku gule berdane erdî.” Tetîk di berdewama îfadeya xwe de wiha got: “Min tu polîs nedîtin ku gule berdan wî kesî an jî erdî. Ji ber ku gelek polîsan li wir çek bikardianî navê wî polîsî nayê bîra min. Min nedît ku Yakûp Şenocak ê hûn ji min dipirsin gule berdaye an na.”
 
BEROVAJIYÊ ÎFADEYA XWE YA EWIL ÎFADE DA
 
Di îfadeya ku Tetîk da Lijneya Dîsîplînê ya Walîtiya Amedê de anîn bîra wî ku îfadeyeke wî ya “Kûrkût bi perenda di destê xwe de êrişî polîsekî kiriye” nîne. Tetîk jî ji vê re wiha bersiv da: “Dibe ku min negotibe wî kesê perend di destê wî de êrişî hevalekî me yê polîs nekiribe lê ji ber min bi xwe dît ez vê yekê dibêjim.”
 
‘DIBE KU GULEYA PENGIZÎ LÊ KETIBE’
 
Kerîm Saglik jî di îfadeya xwe de got dema bûyerê de li noxteyê weke amirê berpirsyar peywîrdar bûye û wiha got: “Dema em li noxteyê bûn min bihîst ku hevalên me yên polîs kesê di destê wî de kêr hebû ji bo kêrê deyne hişyar dikirin. Li ser vê yekê ez çûm cihê ku hişyarî lê dihate kirin, kesekî mêr ku ji navtangê jor tazî pantorekî tîpê kargo li pêyan hebû min dît. Min bihîst ku ji polîsên peywîrdar re got ‘Ev der Amed e, îro hûn hemû dê li vir bimirin. Ez ê we hemûyan bikujim û biteqînim.’ Li ser vê yekê polîsên peywîrdar gelek guleyên hişyariyê berdan hewayê lê ew kes ji noxteyê derbas bû ber bi qada Newrozê ve çû. Bi kêrê êrişî polîsan kir. Îhtîmala ku bombeya zindî be jî hebû. Ji ber ku gelek kesan gule berdan weke amirê berpirsyar min ferman da ku ‘guleyan neberdin’ lê ji ber ku ew der gelek qelebalix bû dibe ku polîsan fermana min nebihîsti be. Min nedît ku kesê hatiye kuştin bi çi awayî û bi çeka kê hatiye kuştin. Lê min nedît ku kesê hatiye kuştin rast e rast hedef hatiye girtin. Îhtîmaleke mezin bi guleya ji erdî pengizî hatiye kuştin.”
 

Sernavên din

24/09/2022
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke