Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn

  • rojane
  • 10:31 18 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyên 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn. Nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ya bi ser navê “Li Girtîgeha Aydinê mirina biguman: Întîhar e yan cînayet?” û wêneyê cenazeyê Hakan Arslan ku di tûrik de dabûn malbata wî, hêjayî xelatê hatin dîtin. 
 
Di 20’ê îlona sala 1992’yan de rojnameger, nivîskar û zanyarê kurd Mûsa Anter li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Mûsa Anter, Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Xwediyên 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn. Pêşbirk îsal ji hêla Rojnameya Yenî Yaşamê ve hat organîzekirin û di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne (wêneyê nûçeyan)”, “Karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî “Rojnamegeriya Jin” de xelat hatin dayîn. 
 
Ajansa Mezopotamyayê di beşên “Nûçeya Tirkî” û “Wêne” de hêjayî xelatê hate dîtin. Xelat dê di 23’yê îlonê saet di 18.00’an de li Navenda Çandê ya Cemîl Kent a Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê bi torenekê bên dayîn. 
 
BEŞA NÛÇEYÊN TIRKÎ
 
Juriyên “Beşa Nûçeyên Tirkî” rojnameger Candan Yildiz, Faruk Eren, Fatîh Polat, Tugrul Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol bûn. Di vê beşê de ji bianet’ê nûçeya Evrîm Kepenek a bi ser navê “Îdiaya ku li Beylîkduzuyê zarokeke 2 salî hatiye îstîsmarkirin” hêjayî xelatê hat dîtin. 
 
Her wiha 3 nûçe jî hêjayî “Xelata Taybet a Juriyê” hatin dîtin. Ji Evrenselê nûçeya Mûrat Uysal a bi ser navê “Li Yenîsahrayê çi bû? Ji bo şewatê her tişt amade bû, şixate bi zarokan dan hilkirin”, ji Ajansa Nûçeyan a Etkînê nûçeya Yildiz Tar a bi ser navê “Kujerê ku Mîra kuştî, wesayîta wî dizî û bi hevalên xwe re çû dawetê” û ji Ajansa Mezopotamyayê jî nûçeya Semra Turan û Tolga Guney a bi ser navê “Li Girtîgeha Aydinê mirina biguman: Întîhar e yan cînayet?” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatin dîtin. 
 
BEŞA WÊNEYAN
 
Di “Beşa Wêneyan” de jûrî Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan, Refîk Tekîn û Çetîn Altun bûn. Di Beşa Wêneyan de wêneyê cenazeyê Hakan Arslan ku di 2’yê kanûna sala 2015’an di dema qedexeyên derketina derve ya li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û 7 sal piştre di telîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin hêjayî xelatê hat dîtin. Ji Ajansa Mezopotamyayê wêneyê Eylem Akdag ê bi ser navê “Giraniya Tûrekî” hêjayî xelatê hat dîtin. Ji Evrenselê wêneyê bi navê “Mala Min Çû” jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin. 
 
BEŞA NÛÇEYÊN KURDÎ
 
Di “Beşa Nûçeyên Kurdî” de jurî rojnameger Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Suna Tunç, Bêrîtan Zagros û Ramazan Olçen bûn. Ji Dengê Amerîkayê nûçeya Omer Faruk Baran a bi ser navê “Manaya bilibendê û çend sirên ‘Kurdish Mashup 2019’” hêjayî xelatê hat dîtin. 
 
Ji JINNEWS’ê nûçeya Medya Uran a bi ser navê “Girêdayî êrişa nîjadperest a li Qazakistanê agahiyên nû!” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin. 
 
XELATÊN ROJNAMEGERIYA JIN
 
Di “Beşa Rojnamegeriya Jin a Gurbetellî Ersoz” de jurî rojnameger Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, elîf Akgul, Pinar Ural û Habîbe Eren bûn. Di vê beşê de ji JINNEWS’ê nûçeya Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş a bi ser navê “Polîs tecawiz kir, dozger, bijîşk û polîs xwest veşêre” hêjayî xelatê hat dîtin. 
 
Alagaş, di çarçoveya operasyona li Amedê li dijî rojnamegeran hatibû kirin de tevî 15 hempîşeyên xwe hatibû girtin. Alagaş, niha li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin. 
 
BEŞA KARÎKATÛRÊ
 
Di “Beşa Karîkatûrê” de jurî îmam Cîcî, Sefer Selvî û Asli Alpar bûn. Xelata yekemîniyê ya ê beşê di navbera du berheman de hat parvekirin. Xelat, di navbera karîkatûrê Ozgur Evran a bi navê “Atlasli” û yê Mûrat Îpek ê bi navê “Cesedê gul vekirî (gül açmış ceset)” de hate parvekirin. Karîkatûrê biçentîk ê Halîl Îbrahîm Çoban ku bi cesedan li dîwarê girtîgehê ve hatibû daliqandin jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin. 
 
XELATA RÛMETÊ DAN DAYIKAN
 
Di Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê Azad de her wiha Xelata Rûmetê jî hat dayîn. Dayikên ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin dest bi Nobeta Edaletê kirin, hêjayî Xelata Rûmetê hatin dîtin. 
 

Sernavên din

22/09/2022
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû