Ferît Şenyaşar: Pirtûka 'Adalet'ê xulaseya qîrîna malbata me ye

  • rojane
  • 09:01 18 Îlon 2022
  • |
img
RIHA -  Ferît Şenyaşar têkildarî pirtûka bi navê "Adalet" a li ser çîroka Emîne Şenyaşarê got: "Pirtûk xulaseya malbata me û qîrîna me ye." 
 
Emîne Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de li Rihayê di êrişa xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevserê wê û 2 kurên xwe hatin qetilkirin, li şûna şînê dest bi têkoşîna edaletê kir. Şenyaşar ku ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, di 66 saliya xwe de tevî hemû astengiyên polîsan ên fîzîkî û şert û mercên hewayê û nexweşînên xwe jî her roj li ber edliyeyê doza edaletê dike.
 
Ji roja ku Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dest pê kiriye heya niha, bi hezaran kes û bi sedan rêxistinên demokratîk serdana nobetê kirine û tiştên hatine serê Emîne Şenyaşar jî bûne mijara gelek belgefîlm, helbest û stranan. Alî Orûç jî ku bi salan di girtîgehê de maye li ser têkoşîna Emîne Şenyaşar bi navê "Adalet"ê pirtûkek nivîsî. Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar Nobeta Edaletê digire û di dema nobetê de pirtûka "Adalet"ê dixwîne,  re pirtûka "Adaletê" nirxand.
 
‘MIN CESARET NEKIR'
 
Şenyaşar diyar kir ku wî jî pir hewl dabû tiştên hatine serê wan wekî pirtûk binivîse, lê kiriye nekiriye cesaret nekiriye. Şenyaşar wiha got: “Me dizanîbû ku dê tiştên hatine serê me derbasî dîrokê bibin. Berê ez fikirîm ku ez pirtûkekê binivîsim, lê min kir ne kir min cesaret nekir. Dema nobeta me dewam dikir, Alî Oruç telefonî me kir û me hev nas kir. Got dixwaze vê zilmê wekî pirtûk binivîse û destûr ji me xwest. Ji ber ku ez jî fikirîbûm pirtûkekê binivîsim, ez wisa fikirîm ku ev yek dê barê me sivik bike. Em li ser mijarê axivîn. Li Pirsûsê li gundê dêya min hin lêkolîn kirin. Li Pirsûsê bi esnaf û cîranên nêzî kargehan re hevdîtin kir. Bi parêzerên me re axivî. Piştî ku têra xwe agahî berhev kirin, wekî pirtûk çap kir. Dema min pirtûk wergirt, min di derbekê de xwend."
 
‘XULASEYA SERPÊHATIYA ME YE'
 
Bi domdarî Şenyaşar diyar kir ku dema pirtûkê xwendiye di kêliyên bûyerên 18'ê Hezîrana 2014'an de aliqiye û wiha got: “Min di her rêzê de tiştên hatine serê me cardin hîs kir. Car carinan min nikaribû pêşî li ber hêsirên xwe bigirim. Dê gelek xwendevan vê pêvajoyê bixwînin, belkî ji tiştên dixwînin bawer nekin û bibêjin sêwirandine, lê tiştên ku hatine nivîsandin hemû çêbûne. Ji ber ku wekî roman hatiye nivîsandin, li hin cihan nav guherî ne û dibe ku ev cih sêwirandin bin, lê nivîskar tiştek lê zêde nekiriye û jê dernexistiye. Pirtûk xulaseya malbata me û qîrîna me ye." 
 
‘BI MILYONAN KES LI PIŞTA ME NE'
 
Di berdewamê de Şenyaşar ku got, "Xwedîderketina li malbata Şenyaşar, xwedîderketina li edaletê ye", axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xwedîderketina li têkoşîna me, xwedî derketina li mirovahiyê ye. Êrişî kargeha me kirin û li nexweşxaneyê jî komkujiyek pêk hat. Ev, sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Lewma divê her kes xwedî li vê dozê derkeve. Ji lew re dibe ku ev bê serê her kesî jî. Li vê erdnîgariyê em nizanin dê sibê çi bê serê kê. Mirov ji bo piştevaniyê serdana me dikin. Dibe ku li ber avahiya edliyeyê em du kes bin, lê bi milyonan kes li pişta me ne. Ên ev komkujî pêk anî, parlementerek e û pişta xwe disipêre serokkomar. Li meclîsê xebatek jî nekiriye. Tenê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal xebatên serokkomar belav dike. Haya gel ji vê heye. Parlamenterên AKP'ê ji bo vê nikarin bên Rihayê jî. Ên tên jî gel ber edliyaya Rihayê nîşanî wan dide. Em dixwazin demildest ev zilm bi dawî bibe.”
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

22/09/2022
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû